Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 sale li Îmraliyê di nava pergala tecrîd û îşkenceyê de tê ragirtin, bi fikir û felsefeya xwe rêya azadiyê nîşanî hemû gelan û beşên civakê dide. Yek ji mijarên ku Rêber Ocalan herî zêde li ser radiweste jî, azadiya jinan e. Rêber Apo dibêje: ‘heya ku jin azad nebe civak azad nabe. Bê jin jiyan nabe lê bi jinên heyî re jî jiyan nabe. Dîroka jinan ya koletiyê nehatiye nivîsandin û ya azadiyê jî li benda nivîsandinê ye.’
Reber Apo di derheqê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de van nirxandinan dike.
‘Min bi dil û mejiyê xwe ve têkîlî bi jin re avakir’
“Beriya her tiştî ez dixwazim vê diyar bikim, tenê roja 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê dîtin ez rast nabînim. Merca ku tu carî dev jê nayê berdan, ew e ku divê hemû roj bi jin re, bi jina azad re were jiyan kirin e. Lê belê rastiya 8’ê Adar’ê jî bi rengek vekirî diyar dike ku jin di jiyanê de nîne. Tenê bi wesîleya rojek wisa de bîranîna wê wek nirx dîtin, milê koletî yê kûr dide diyarkirin. Ev qad ji bo min qadeke xebatê ya ku her diçe ez tê lêhûrbûnan didim çêkirin e. Ez vê qadê ji şer cûdatir nabînim. Çawa ku di tevahî şoreşan de û di şoreşên roja me ya îro de mijara jinan mijarek herî serekeye, di şoreşa Kurdistanê de jî mijara sereke ji bo serkeftinê tehlîlkirina jiyana li derdora jinan e. Ev mijar bi rengek sereke di pirsgirêkên şer yên herî pêşketî de bigre heya avakirina aşitî û tevahî pêşketinên li ser bingehê azadiyê bigre xwedî rolek bingehîne.
Salên 2000’î bi înada serdemên şaristaniyê yên reş ên ku tunebûnek kûr bi jinan da jiyankirin, wê bibin salên azadiya jinan. Di esas de ez vê şaristaniyê wek serdema reş û seqem dibînim. Lê belê, di despêka salên 2000’an de biharbûna jinan despêkiriye. Azadiya jinan ya wek berfîna ku zivistana reş û qeşayê kun dike û serî li hember sermaya hişk ya pergala zilamê deshilat yê ku di tevahî dîroka şaristaniyê de xwe spartiye derew û zorbaziyê, bi rengek geş ji nûve ava dibe. Li kêleka vê serîhildanê, biharbûn û gulvedana jinan li hember berf û zivistana hişk gulvedana tevgera azadiya jinan bi xwe re pêk tîne. Ez vê astê girîng dibînim. min bi dil û mejiyê xwe ve têkîlî bi jin re avakir. Nasnameya min eve, şêwe û rêbazê min eve, meyzandina min ya ji jinan re eve.
‘Gelekî ku jinên wî ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe’
Divê tu carî neyê ji bîrkirin ku bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Yên ku îdîaya wan ya eşqê heye, divê di her kêliyê de bînin bîra xwe ku rêya pêkanîna vê di zanistî û bilindbûyînê re derbas dibe. Ger xwesteka jiyankirina vê heye, di serî de divê ev bi jin re ji nûve hêzek zanistiya hevbeş ava bibe, bi xuliqandina hestên xweşikbûn û bilindbûnê re û divê bi parvekirinê re biserbixin. Pêwîste em bighêjin heqîqeta avakirina vê rastiyê. Di vê mijarê de pêwîste, tekane û gerdûn, yanî bi şênbera jin û zilam di nav hev de bi rezber jiyan bikin. Dîsa divê hevdû wek milk nebînin û xwe ji ayîdê hevdûbûyînê dûrbixin. Li şûna namûsa kevneşop, divê xweşikbûyîn û balkêşbûna kesayetên hêja û mezin domdar bihêlin. Şoreşek jinan ya bi temamî avabûyî, ger bi xwe re guhertin di jiyan û hişmendiya zilam de ava neke wê demê rizgarkirina jiyanê ne mumkin e were avakirin. Ji ber ku jin ya ku bi xwe jiyane, bê ku were rizgarkirin, jiyan bi xwe wê hertim wek xeyalekî (serap) were jiyan kirin. Ger ku lihevhatina zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jinan re neyê avakirin, kêfxweşî jî wê bibe wek xeyalek vala.
Îhtîmalek mezin zewaca we bê rizaya we pêk hat. Piştre hun dayîkin. Êşên we hene. Lê belê eşq bi dayîk û jinên xwedî taybetmendiyên kevneşop re nayê jiyan kirin. Eşq jiyanê dikuje. Gelekî ku jinên wî ne azad be, şansê wî yê azadbûyînê nîne.
Divê hun azad bibin. Ramyarî bi eşq, bi heskirina gel tê kirin.
Em tevgera azadiya jin jiyan dikin. Sakine mînake. Hun mînakin. Jiyana Sakîne mînake. Azadiya jin tekoşîna Sakîne ye. Ezê pirsa komkujiya Sakîne bikim, ezê rastiya wê derxim holê.
Jinên mezin yên qehreman hene. Pîrozbûna jiyanê girînge. Divê dev ji koletiyê were berdan. Peyama min ya 8’ê Adar’ê bi vî awayî ye. Gelekî ku jinên wî ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe. Rewşa jinan ya bi tevahî azadbûyî xwedawendîtiye. Ez qehremanên jin yên şehîd bi bîrtînim…”
‘Divê tu bêjî ez ez im’
Divê hûn bi kûrahî binirxînin. Bi jinbûna xwe bawer bin. Azadî û wekhevî bi meseleya jinan pêk tê. Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa jinan e. Bêyî jin jiyan nabe. Divê tu bêjî ez ez im. Ez ne ya kesî me. Jin ne hevjîna mêrê xwe, keça bavê xwe yan jî xwîşka birayê xwe ye. Divê ne wisa be. Divê jin xwe be.
Dirûşma jinan a ‘Heta ku Ocalan azad nebe, em jî azad nabin’ xweş e. Lewra ez azad im. Hûn ê jî azad bibin. Ez, bi jinên ku li ber xwe didin pir bawer im. Bi baweriya min sedsala 21’emîn wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinan. Li ser van esasan ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û dilovanî silav dikim, ji têkoşîna we ya azadiyê re serkeftinê dixwazim.”