Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê’

Sed sal berê bi peymanên wekî Sykes-Pîcotê û Lozanê erdnîgariya kurdan hat parçekirin û sînor hatin danîn û kurd bê statu hatin hiştin. Di vî sedsalê borî de pirsgirêkên kurdan ku li nava 4 dewletan hatin payêkirin, bi tu awayî nehatin çareserkirin. Berecajî, her çû mesleeya kurd bû meseleyeke navneteweyî. Lê belê kurdên ku bêstatu hatin hiştin, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şorşea Rojavayê bersiva vê yekê dan û ji bo hemû gelan bûn hêvî û li dijî modernîteya kapîtalîst ku gelên cîhanê difetisîne, dest bi avakirina Modernîteya Demokratîk hat kirin.

Jinên ku bi Lozanê re bûne hedefa herî mezin a polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê, pêşengiya Şoreşa Rojavayê kirin. Endama Kongra Starê Menal Mihemed Şoreşa Rojavayê û Peymana Lozanê nirxand.
Beriya Şoreşa Jinan
Mihemedê bilêv kir ku hemû cîhan Şoreşa Rojavayê wekî şoreşa jinê nas dike û got: “Şoreş bi pêşengiya jinên kurd gur bû.” Mihemedê anî ziman ku beriya şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin ji aliyê rejîma Baasê ve tune dihatin hesibandin û got: “Hemû jinên dixwestin li se rpêyên xwe bisekinin, ji bo pergalê talûke bûn. Jinan ji civakê dûr dixistin. Jin hem li malê hem jî li derve tune dihatin hesibandin. Li tu qadeke jiyanê roleke jinan tune bû. Ne pêkan bû ku jin siyasetê bikin. Polîtîkayên tunehesibandinê, di asta herî jor de bûn. Jin di bin navê namûsê de dihatun qetilkirin. Mafên jinan tune bûn. Kesî nikaribû doza heqê xw ebike. Lê tevî hemû astengî û qedexeyan jî di sala 2005’an de Kongra Star hat avakirin. Civînên xwe bi zor û zehmetiyeke mezin kir û jib o xw ebigihîne jinan pir ked da. Ji bo rêxistinkirina jinan pir têkoşiya.”
Jiyana nû
Mihemedê ku got “Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê re jin tevî hemû polîtîkayên tunehesibandinê jî li refên herî pêş cih girtin” destnîşan kir ku jinên kurd xwe li heû qadên jiyanê birêxistin kirine û di hemû astên şoreşê de rol girtine. Mihemedê anî ziman ku jinan bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xweparastina xwe ava kirine û wiha pê de çû: “Jinan tenê xwe bi rêxistin nekir. Di rêxistinkirina civakê de jî pêşengî kirin. Di nava Rêveberiya Xweser de cihgirtina jinan, bi pêşengiya Kongra Starê pêk hat. Kurd, ereb, tirkmen, suryanî hemû jin di nava Meclisên Gel de cih girtin û gav bi gav jiyana nû ava kirine.”
Têkoşîna li dijî taritiyê
Mihemedê bal kişand ser rola jinê ya di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û wiha domand: “Jin li dijî çeteyên wekî DAIŞ’ê di refên herî pêş d eşer kirin û şoreşê parastin. Ev helwesta jinan bû sedema êrişên dewleta tirk kû naxwaze li vir Modernîteya Demokratîk bê avakirin. Dewleta tirk xwe bi xwe rêvebirina jinan wekî talûkeyekê diehsibîne. Jinên ku di têkoşîna li dijî tarîtiyê de pêşengî kirin, ji ber vê hedef hatin girtin û tên girtin. Armanca Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yusra Derwêş û hemû jinên di êrişên bi SÎHA’yan ên dewleta tirk de hatin qetilkirin, avakirian civakeke li ser asasên ‘Azadiya Jinê, Ekolojiyê û Dmeokratîkbûyûnê’ bû. Heya dawiya jiyana xwe ji bo vê têkoşiyan. Jin tu carî dest ji vê armanca xwe bernedan. Jin hîn bûn ku xwe biparêzin û dê hew ji vê xweperastinê bêpar bimînin. Em soz didin wan; em ê xwedî li têkoşîna wan û armancên wan derkevin û jiyana ku wan xeyal kiribû ava bikin.”
Mihemedê bibîr xist ku Kurdistan sed sal berê bi Lozanê dabeşî çar parçeyan hatiye kirin û got: “Li her çar parçeyan êrişên bêhempa hatin kirin li hemberî kurdan. Ên herî zêde rastî êrişan hatin jî jin bûn.” Mihemedê destnîşan kir ku jin di her wextî de li dijî polîtîkayên qirker û tunehesibandinê têkoşiyane  û got: “Jin tu carî li ber vê tunehesibandinê serî netewandin. Her tim li ber qirkirinê rabûn û gotin, ‘ez hebûm, ez ê hebim.’ Şoreşa ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, bersiveke herî xurt e li dijî Lozanê. Dê Lozaneke nû bi têkoşîna jinan bê nivîsandin. Dê sedsala nû bibe ya jinan. Alternatîfa Lozanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser e ku ji bo hemû gelan cihê hêviyê ye. Dê jin bi têkoşîna xwe lOzanê bavêjin ser sergoyê dîrokê. Di sedsala nû de dê bersiva jinan a ji bo hêzên navneteweyî Konfederalîzma Demokratîk be.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar