Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Rojava dikeve 11 saliya xwe

Hêviya gelan Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 11'emîn. Pergala Rêveberiya Xxweser a Demokratîk ku bi malên gel, komun û meclisan dest pê kir, her diçe xurttir û mezintir dibe.

Serhildanên gel ên bi navê “Bihara Ereban” ku di dawiya sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kirin û li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûn, di 15’ê adara 2011’an de li Sûriyeyê jî rû dan. Destkeftiya herî girîng a şerê navxweyî ku di nîsana 2011’an de li tevahiya Sûriyeyê belav bû û hê jî didome, Şoreşa Rojava bû ku di wan salan de hîmê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat danîn. Şoreşa ku wekî “Şoreşa Jinan” jî tê binavkirin 10 sal li dû xwe hişt. Di vî deh salî de ev pergala pêşketî ya li ser asasê jiyaneke nû, ji bo gelên li Rojhilata Navîn bû cihê hêviyeke mezin. Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di dema şerê navxweyî de ne li kêleka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê û hêzên paramîlîter ên statûkoparêz ên herêmê ne jî li kêleka rejîma Esad a statûkoparêz a di bin nîrê Rûsyayê de cih negirtin. Kurdên ku ji xwe re rêya sêyem hilbijartin, li herêmê pêşengiya “Bihara Gelan” kirin û li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, dest bi avakirina Modernîteya Demokratîk kirin.

Avakirina TEV-DEM û MGRK’ê

Gava şerê navxweyî dest pê kir, de rejîma Esad ji aliyekî ve û muxalefet jî ji aliyekî ve hewl da ku kurdan ber bi xwe ve bikişînin. Lê belê her du alî jî daxwazên ji bo maf û azadiyan ên kurdan bi gotina “piştî çareseriyê” red kirin. Kurdên ku nîşan dan di şoreşê de bibiryar in, li dijî helwestên rejîmê û hêzên muxalif, ji bo yekitiya xwe ya siyasî ava bikin Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin.

Meclisên gel

Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê cara ewil bi pêşengiya TEV-DEM’ê li seranserê Sûriyeyê Meşên Înê li ser navê kurdan hatin destpêkirin. Li Efrînê cara ewil kursên zimanê kurdî hatin vekirin û li gelek bajaran jî meclisên gel hatin avakirin. Heta wê çaxê xizmet ji aliyê rêveberiyên girêdayî rejîmê ve dihatin kirin, lê bi çalakiyên protetsoyî re êdî xizmetên ji bo gel hatin kirin. Cara ewil zarokên kurdan li dibistanên ewil ên navendî û amadekariyê yên dewletê hatin qeydkirin û li van deran perwerdehiya bi kurdî hat dayîn. Her wiha Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî di vê demê de hat avakirin.

Yekîtiya kurdan

Bi avabûna hêza siyasî re lêgerînên ji bo yekitiya kurdan xurttir bûn û PYD ku li herêmê mezintirîn hêza siyasî ya kurd e, Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji 16 partiyên siyasî di bin banê wê de ne, di 26’ê cotmeha 2011’an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe li hev kom bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku dê her du meclîs bi hev re tevbigerin û di 25’ê tîrmeha 2012’an de Desteya Bilind a Kurd bê îlankirin. Piştî vê pêngava ku di warê yekitiya kurdan de xwedî roleke pir girîng e, di 29’ê tîrmeha 2012’an de, piştî meşa bi hişmet a li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi sed hezaran kes daketin qadan, Desteya Bilind a Kurd wekî îradeya hevpar hat qebûlkirin. Lê piştî wextekê ENKS hem bi hêzên navneteweyî yên li herêmê hem jî bi Tirkiyeyê re tevdigeriya û ji berjwendiyên kurdan dûr ket. Lê li gel vê jî Desteya Bilind sê komîte ava kirin: “Dîplomasî”, “Xizmeta Civakî” û “Berevanî.”

19’ê Tîrmehê û şoreş

Di 18’ê tîrmeha 2012’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi beşdariya serokên hemû saziyên bibandor ên rejîmê civînek hat lidarxistin. Di dema civînê de teqîneke mezin rû da û di wê teqînê de piraniya berpirsên bilind ên rejîmê mirin. Di heman rojê de, danê êvarî Artêşa Sûrîyeya Azad herêmên derdora Minbic, Cerablûs, Kobanê û Helebê bi dest xistin. Di 19’ê Tîrmehê de bi tevlibûna gelê Kobanê hêzên rejîmê ji bajar hatin derxistin. Piştî Kobanê gel li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê û Til Temirê dest danî ser rêvebiriyan. Di heman rojê de kurdan bi dirûşmeya “Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser” li Kobanê kanton îlan kir. 19’ê Tîrmehê wekî roja destpêkirina şoreşê hat qebûlkirin. Piştî Kobanê li Efrîn û Qamişloyê jî kanton hatin ragihandin. Dema ku pevçûn zêde bûn gel ewilî yekîneyên parastinê yên herêmî ava kirin û li kolanan parastina xwe ya cewherî kirin. Piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin ku hîmê van yekîneyan piştî komkujiya li Qamişloyê ya di 12’ê Adara 2004’an çêbûbû hatibû danîn.

Malên gel û komun

Li herêm, bajêr, bajarok û gundên ku hatin rizgarkirin, di sala 2012’an de malên gel hatin avakirin. Li van herêman gel, bi civîn û perwerdehiyan bêtir girîngiya Rêveberiya Xweser fêm kirin. Di vê pêvajoyê de ewlehî wekî mijareke bingehîn û girîng berbiçav bû. Gel jî li ser vî esasî pergala xweperastinê ava kir û komên parastinê yên biçûk ava kirin.

Piştî pêşketina Malên Gel, awayê pergala Rêveberiya Xweser jî zelal bû. Bi vî awayî Malên Gel veguherî komunên rêxistinkirî yên berfirehtir. Di vê çaçroveyê de li gund û taxan bi hezaran komun hatin avakirin. Di bin banê komunan de xizmeta lihevanîn, perwerdehî, parastin, tenduristî, aborî û civakî hat berpêşkirin.

HSD hat avakirin

Li herêmên ku kurdan li wan dest bi xwerêvebirinê kirin, ji siyasetê heta parastinê, ji edaletê heta çandê, ji qada civakî heta qada aborî û jinan sazîbûnî dest pê kir û avakirina pergala bi navê “Xweseriya Demokratîk” dest pê kir. Li herêmê bi pêkhateyên nijadî û olî re têkoşîneke hevpar hat meşandin, avakirina pergala Xweseriya Demokratîk hat meşandin û bi vî rengî geşedanên girîng rû dan. Provokasyonên li Serêkaniyê yên El Nusrayê ya berdewama El Qaîdeyê ku ji hêzên kûrewî tevî hêzên statûkoparêz ew xurt kirin û êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hemû gel, bawerî û cudahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn cem hev. Gelên ku bi rêveberiyên hevpar dest bi avakirina jiyaneke azad û wekhev kirin, di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hêzên xwe yên leşkerî hê mezintir kirin.

Perwerdehî û çand

Piştî şoreşê bi “Saziya Şopandinê ya Nûrî Dêrsimî” re li gelek bajaran dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin û li ser perwerdehiya zimanê zikmakî xebatên perwerdehiyê hatin kirin. SZK’ê lez da xebatên perwerdeya kurdî û li herêmê nêzî 100 dibistan hatin vekirin û nêzî hezar mamoste hatin perwerdekirin. Li ser çanda herêmê xebatên lêkolînê yên girîng hatin destpêkirin. Li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Efrîn, Kobanê û gelek bajarên din navendên çand û hunerê ji hatin vekirin û li van navendan komên muzîkê, folklor, şano û komên zarokan hatin avakirin.

Komîte hatin avakirin

Ji bo peydakirina pêdiviyên gel û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên civakî, dadwerî û aborî komîteyek hat avakirin. Ji bilî Komîteya Xizmetên Civakî ya girêdayî Desteya Bilind, di her meclisê “Komîteyên Xizmetguzarî û Aştiyê” hatin avakirin. Li dijî pergala hiqûqê ya dewletê “Komîteya Edaletê” hat avakirin. Ev komîte ji bo avakirina pergala edaletê li bajaran xebatên xwe didomînin. Her wiha gel jî serî li van komîteyan dide û hewl dide pirsgirêkên xwe çareser bike. Girêdayî Desteya Bilind a Kurd, Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Ji xeynî vê, ji bo avakirina pergala hiqûqê di 4’ê nîsana 2013’an de di bin banê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê de “Şaxa Edaleta Civakî” hat avakirin.

Meclisên jinan

Ji milên herî girîng ên şoreşê yek jê jî jin û ciwan in. Di vî warî de gelek xebat hatin kirin. Jinên ku ji destpêka şoreşê ve çalak in û di bin navê “Yekitiya Star”ê de xwe bi rêxistin kirine, meclîsên jinan û malên jinan ava kirin. Di meclisên gel de jî temsîliyeta jinan wekî pîvaneke sereke esas hat girtin û li gelek bajaran navendên zanist-perwerdeyê û akademiyên jinan hatin avakirin. Di hemû rêveberiyan de jinan di çarçoveya pergala hevserokatiyê de cihê xwe girtin û saziyên jinan di warê perwerde, malbat, siyaset, aborî û nîzama giştî de roleke çalak lîstin.

Tenduristî û aborî

Dîsa di bin banê Komîteya Bilind a Kurd de komîteyên tenduristiyê jî hatin avakirin. Ji bo alîkariya gel bê kirin ku di warê derman, ard û sotemeniyê de bi ambargo û astengiyan re rû bi rû dimînin, Heyva Sor a Kurd hat avakırın. Saziya Pêşxistina Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2013’an de hat avakirin ji bo şikandina ambargoyê, avakirina pergalê û çareserkirina pirsgirêkan. Ev saziya ku dixwaze aboriya xwe li ser esasê gel pêş bixe, giranî da xebatên kooperatîfî û ev yek ji Kobanê û Dêrikê da destpêkirin.

Rêveberiya Xweser

Di dawiya sala 2013’an de pergala Rêveberiya Xweser hat avakirin û Peymana Civakî hat amadekirin. Di Peymana Civakî de kurdî, erebî û suryanî wekî zimanê fermî hatin qebûlkirin û rê hat vekirin ku pêkhateyên din zimanê xwe fêr bibin. Li gor peymanê, temsîla jinan a di saziyan de herî kêm ji sedî 40 hat diyarkirin û hat diyarkirin ku divê pêkhateyên cud yên herêmê di nava pergala Rêveberiya XWeser de cih bigirin. Li gor Peymana Civakî pergala Rêveberiya XWeser ji meclisa qanûnçêker, meclisa rêvebirinê û dadgeha bilind ve pêk tê.

Paşê li gor peymanê herêm dabeşî kantonan hat kirin û Qantona Cizîrê hat avakirin. Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de bi awayekî fermî hat avakirin. Li kantonên Kobanê û Efrînê jî di 27 û 29’ê çileyê de heman gav hatin avêtin. Her wiha di bin banê Rêveberiyên Xweser de li gor pêdiviyên kantonan hin pergal hatin avakirin. Bi rêya van saziyan pergalên perwerdehî, tenduristî, aborî, parastin, çand, jin, ciwan û xizmetê hatin avakirin.

Pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi Malên Gel, komun û meclisan hat xurtkirin. Koordînasyona Rêveber a Xweser a her sê kantonan di sala 2016’an de veguherî Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Di heman salê de Meclisa Kantona Cizîrê, li daîre û saziyên Rêveberiya Xweser pergala hevserokatiyê pesend kir. Parlamentoyê pesend kir ku temsîla jinan ji sedî 40 bibe ji sedî 50. Her wiha di 6’ê Îlona 2018’an de jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.

Êrîş û gefxwarin

Pardîgmaya azadiya jinê, ekolojî û demokratîkbûyînê ji bo hemû gelan bûye îlham. Lê belê hêzên herêmî û global ji ber vê nerihet in. Herî zêde jî desthilata AKP’ê ji ber vê lêgerîna jiyana azad û bi hev re ya gelan nerihet dibe. Ji ber vê bênavbe rêrişî herêmê dike. Tirkiye ku bi piştgiriya hêzên navdewletî êrişî Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew dagir kirin, bênavbe rêrişî herêmê dike. Di salên dawî de jî peymanên ku bi DYA û Rûsyayê re kirine jî binpê dike û bi Balafirên Hewayî yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişên xwe didomîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar