Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Şoreşa Rojava ji bo yekitiya kurdan firsendek e’

Siyasetmedar Idrîs Ehmed da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelê kurd qir bike, ji dîrokê bibe, nasnameya wan tune bike û demografyaya Kurdistanê biguherîne. Ehmed got ku Şoreşa Rojava ji bo yekitiya neteweyî firsendeke û divê kurd li dora yekitiyê bicivin

Dewleta tirk ji bo dagirkirina rojava û başûrê Kurdistanê û tunekirina destkeftiyên gelê kurd, di salên dawî de êrîşên xwe zêde kirin. Bi taybet jî di demên dawî de hem li Rojava û hem jî li Başûr êrîşên xwe gihandin lûtkeyê. Li dijî van êrîşan, gelek derdorên cuda yên kurd banga yekitiya neteweyî ya kurd û lidarxistina kongreya neteweyî dikin. Der barê mijarê de siyasetmedar û endamê Şaxa Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Idrîs Ehmed ji ANHA’yê re axivî.

Idrîs Ehmed anî ziman ku di vê pêvajoya hesas de erka parastinê dikeve ser milê gelê kurd û wiha domand: “Lewma di halê hazir de pêwîstiya misogerkirina yekitiya neteweyî ya kurdan heye. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelê kurd qir bike û ji dîrokê bibe. Dixwaze demografyaya herêma Kurdistanê biguhurîne û nasnameya kurdî tune bike. Lewma divê yekser nûner û siyasetmedarên kurd yekitiya xwe ava bikin.”

‘Şoreşa Rojava ji bo yekitiyê firsendek e’

Di berdewamê de jî Ehmed bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha got: “Di Şoreşa Rojava de gelek destkeftî hatin bidestxistin. Lewma divê hêzên kurd yekitiya xwe ava bikin û xizmeta berjewendiyên gelê kurd bikin. Şoreşa Rojava ji bo mîsogerkirina yekitiya neteweyî firsendek e. Şoreşa Rojava bi saya berdêlan giran ên gel û şervanan pêk hat.”

Bang li hemû aliyên kurd kir

Ehmed helwesta aliyên siyasî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîn jî di bin siya artêşa tirk de tev digerin. Ev kes ji gelê kurd re xizmetê nakin. Lewma heke yekiîtiya neteweyî mîsoger nebe, dê tevgera siyasî ya kurdî jî bixe xetereyê. Li ser vî esasî ez bang li aliyan dikim ku xizmeta gelê kurd bikin û gelê kurd ji qirkirinê biparêzin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar