Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Şoreşa Rojava mîna stêrkeke azadiyê şewq dide’

Konseya Rêveber a KNK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyên cuda 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava li şehîdên şoreşê, gelê kurd û li hemû gelên cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava bi karektera xwe ya demokratîk, her ku diçe xwe pêşve dibe, bala hemû cîhanê dikişîne û mîna stêrkeke azadiyê şewq dide

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de şoreş li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hate pîrozkirin.

Konseya Rêveber  a KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gava destpêkê ya şoreşê di 19’ê tîrmeha 2012’an de li Kobanê hate avêtin û bi azadkirina Dêrik û Efrînê berfireh bû û gav bi gav li seranserê rojavayê Kurdistanê belav bû. KNK’ê destnîşan kir ku pêşveçûna Şoreşa Rojava hê jî didome û pergala xweser gav bi gav tê rûniştandin. KNK’ê da zanîn ku niha jî rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji nûve tê sazkirin, meclisa giştî û meclisên herêman têne rûniştandin.

Serkeftina dîrokî

Daxuyaniya KNK’ê wiha dom kir: “Serkeftineke mezin a Şoreja Rojava jî di bihara vê salê de pêk hat. Di dawiya meha adarê de li gundê Baxozê yê li rojhilatê Dêrezorê, şervanên azadiyê noqteyên dawî yên di destê DAIŞ’ê de rizgarkirin û dawî li desthilatiya DAIŞ’ê ya li ser herêmê anîn. Ev serkeftineke dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serkeftinê gel û hêzên me zêdetir bi cîhanê da naskirin, rêya azadî, aştî û çareseriyê geştir kir. Bi vê wesîleyê em şervanên YPG, YPJ û HSD’ê pîroz dikin. Me di vî şerî de gelek bedel dan. Ev serkeftin bi xwîna hezaran şehîd û birîndaran pêk hat. Em hemû deyndarên wan in. Bi vê munasebetê em careke din di şexsiyata şehîdên Rojava de, hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û li hemberî bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin.

Berxwedana li dijî êrîşan

Dewleta tirk bi erêkirina Rûsya û çavlêgirtina hêzên din ên navneteweyî re, di serê sala 2018’an de êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bêhempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta tirk û hevkarên wê, êrîş û gefên xwe yên li ser Rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemû hêza xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa Rojava bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan hate afirandin. Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destaneke navneteweyî.

‘Şoreşa Rojava bala hemû cîhanê kişand’

Şoreşa Rojava ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzikatiya xwe ya bo gelan û baweriyan, bi nêzikatiya xwe ya demokratîk, bi avakirina civakeke rêxistinî jî li herêmê bûye mînakek. Bi taybetî li hemberî sîtemên herêmê yên kevin û desthilatdar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê da rola jina azad bûye mînakeke cîhanî û bala hemû cîhanê dikişîne ser xwe. Rola jina kurd a di Şoreşa Rojava da, kete rojeva cîhanê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf re di heftemîn salvegera xwe de jî bi serkeftî berdewam dike. Bi vê munasebetê em weke KNK, heftemîn salvegera Şoreşa Rojava di serî de li şervanên azadiyê û hemû gelên Kurdistanê pîroz dikin.”

Daxuyaniya PKK’ê

Komîteya Rêveber a PKK’ê jî têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

“Şoreşa azadiyê ya 19’ê Tîrmehê ku di sedsala 21’ê de mîna stêrkeke azadiyê şewq dide, di salvegera heftan de ye. Ji ber ku gaveke mezin a şoreşgerî avêtin û paşeroja gelan û mirovahiyê ronî kirin, em gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, jin û ciwanên wan, hemû hêzên azadiyê yên xwe di nava YPG, YPJ û HSD’ê de birêxistin kirine, gelên tevahiya Kurdistanê bi taybetî Rojava, mirovahiya azad, koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û her kesên keda xwe di vê gava şoreşgerî de heye pîroz dikin. Ji ber serkeftina wan a dîrokî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst em wan silav dikin û serkeftina şoreşgerî ji wan re hêvî dikin. Şehîdên leheng ên ku afirînerên vê çalakiya şoreşgerî ya dîrokî ne di şexsê Şehîd Şîlan, Xebat, Arîn, Gelhat, Rûbar, Karker û Avesta de bi rêz û minet bi bîr tînin. Em pê piştrast in ku bîranîna wan dê li Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad her hebe.

‘Şoreşa demokratîk a hêzên antî faşîst bû’

Weke ku tê zanîn Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa mirovahiya azad, şoreşa jina azad, şoreşa rizgariyê ya bindestan, şoreşa biratiyê ya gelan, şoreşa demokratîk a hêzên antî faşîst bû. Di nava heft salan de li dijî çeteyên faşîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê bi rengekî bê eman di nava şer de xwe parast û bi pêş ve bir. Bi vî rengî bû pêşeng ji Sûriyeya demokratîk û demokrasiya ereb re, her wiha bû mîsogeriya serkeftina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê. Ji destpêkê ve xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî pêk anî. Em pê piştrast in ku dê vê karaktera xwe di sala heştan a şoreşê de bidomîne û li dijî her şêwe êrîşên faşîst qirker-mêtinger, di çarçoveya parastina topyekûn a gel de dê bi biryardarî neteweya demokratîk biafirîne.

Têkoşîna li dijî zîhniyeta AKP-MHP’ê

Weke ku tê zanîn hêza bi navê DAIŞ’ê ne hêzeke wisa demkî ye. Nîşaneya siyaset, îdeolojî û zîhniyeta netewe-dewlet a faşîst qirkere ku di nava Şerê Yekemîn ê Cîhanê de li nava Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ya Rêveberiya Osmaniyan de ava bû. Lewma berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava nîşan dan ku li aliyekî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker a bi temsîliyeta DAIŞ’ê heye, li aliyê din jî siyaset û zîhniyeta antîfaşîst a demokratîk heye ku her kes xwe di nav de bi rengekî azad bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê DAIŞ a ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk çû, têkçûna siyaset û zîhniyeta faşîst, qirker û mêtinger e. Ya ku niha gefê li Rojava dixwe ev siyaset û zîhniyeta DAIŞ’ê ya têkçûyî ye. Hêzên azadîparêz û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeye çawa ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan, dê li dijî heman siyaset û zîhniyetê, li dijî van hêzan bi taybetî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê sekn û helwesteke xurt nîşan bidin.

Dê hêza xwe ji bo şoreşê seferber bikin

Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi serkeftina vê şoreşa azadiyê serbilind e. Tu carî ji bîr nake ku ev yek bi xeta Rêbertî, bi fedakarî û wêrekiya şehîdên leheng, bi hêza jin û ciwanan, bindest û gelan pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de di sala heştan de ji bo parastin û pêşvebirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava dê hêza xwe seferber bike. Em pê piştrast in ku sala heştan dê bibe saleke wisa ku gavên xurtir, şoreşger û rêxistinî bên avêtin û serkeftinên mezin bên afirandin.

Em sala heştan a Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê silav dikin, li gelê xwe yê li rojavayê Kurdistanê û hemû gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin, şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, serkeftinê ji Hêzên Rizgariya Efrînê re dixwazin û dibêjin ku ev şoreşa mezin a ku mîna stêrkeka azadiyê şewq dide dê rêya meşa azadiyê ya dîrokî ya mirovahiyê her tim ronî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar