Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e

Navenda Nûçeyan |

Salvegera 8’emîn Şoreşa Rojava ji aliyê partî û saziyên kurdan ve bi daxuyaniyên nivîskî tên pîrozkirin.

Bi vê wesîleyê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya MXDŞ’ê de ev tişt hatin gotin:

“Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de li rojavayê Kurdistanê gavek girîng û dîrokî ji bo gelên bin dest hate avêtin. Bi azadkirina bajarên rojavayê Kurdistanê re coş û moral li nav tevahiya gelên azadîxwaz geş bû. Şoreşa li Rojava hatî destpêkirin ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn wate û girîngiya xwe hebû. Bi têkoşîn û berxwedanek mezin û dîrokî gelê me li Rojava bû xwedî destkeftî û pişta xwe bi xwe girê de.

Em weka Şengal û civaka êzidî hêza xwe ji Rojava girt, çawa ku komên çete êrîşî ser Rojava kir û xwest gelên Rojava qir bike lê gel bi îradeya xwe li ber wan sekinî bi heman awayî gelê me yê êzidî jî ji tunebûnê hebûn ava kir û Rojava ji xwe re kir mînak.

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li ser navê gel û civaka êzidî şoreşa Rojava pîroz dikin, qet xwe ji gelê Rojava cuda nabînin , ji ber yê xwedî li me derket Rojava û rêveberiya xweser bû.

Em carek din şoreşê, li YPG-YPJ-HSD’ê pîroz dikin û serketinên mezintir ji wan re dixwazin. Di şerê ji bo azadiyê de gelek bedel hatin dayîn. Ev serketin bi xwîna hezaran şehîd û birîndaran pêk hat. Bi wê xwîna ku hatî rijandin bi hezaran êzidî hatin rizgarkirin em wek civaka êzidî vê kedê qet ji bîr nakin.”

DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

Navenda Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi minasebeta salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP’ê bi bîr xist ku şoreşa ku 19’ê Tîrmeha 2012’yan destpêkîriye li dijî zextan hebûnê diparêze û wiha got: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelên ereb, tirkmen, suryanî û ermeniyan li gel hev, bêferqiya ziman, ol û netew, yekitiyek e siyasî û jiyaneke hevpar afirand û ev li cîhanê weke pergalek e alternatîf hate pejirandin û ji bo gelan bû hêvî.”

DBP’ê da zanîn ku êrîşên DAIŞ û rêxistinên wekî wan bi salan e ji bo fetisandina şoreşa Rojava dom dikin û wiha domand: “Êrîşên herî mezin li Kobanê hatin kirin. Li hember van hemû êrîşan mafê parastina meşrû tê bikaranîn û gelê Rojava di serî de jin û bi berxwedana dîrokî ya hemû kesan pergala nû tê avakirin. Ev pergal di nav xwe de rêgeza nûnertiya wekhev, wekheviya zayendî û civaka ekolojîk dihewîne. Ev pergala ku edalet, demokrasî, azadî, rêzdariya baweriyan û piranîparêzî esas digİre ji bo gelên cîhanê wek hêvî şîn dibe. Ev rêya sêyemîn wê bigihîje serkeftinê û li Rojhilata Navîn dê bibe alternatîf. Şoreşa ku dixwestin tune bikin, bi pêşengiya jinan, bi bedelên giran ji nû ve hate afirandin. Ev rûmeta herî mezin bû ji bo me. Berxwedana ku bi pêşengî û lehengiya jinan derkete holê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Di serdemeke wiha de ku dihat xwestin di kesayeta rûmet û kerameta Kobanê de jinê û mirovayetiyê têk bibin û bêxînin, bi berxwedana ku li hemberî vê yekê hate nîşandan careke din şoreşa Rojava hate tacîdar kirin.”

Şoreşa gelan

DBP’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên ku qet naxwazin şerê li ser axa Sûriyeyê biqede û gelên Sûriyeyê azad bibe, li gor hemû astengî û êrîşan nikarîn li hember Şoreşa Rojava bisekinin û ev tişt anî ziman: “Îro gel dixwaze bi hev re di aştiyê de bijî. Dixwazin şer bi dawî bibe û bi rêya lihevrûniştinê pirsgirêk bê çareserkirin. Daxwaziya me jî ne şer, bi pêvajoya mûzakereyê çareserî ye. Gel li hember kesên ku êrîşî pêvajoya mûzakereyê kirin û li hember azadiya gelan derketin, gotina xwe anîn ziman. Azadî û aştiya ku li vir pêk bê wê hemû erdnîgariyê bixe bin bandora xwe. Şoreşa Rojava ne tenê şoreş û têkoşîna aştî û azadiya gelê kurd e. Ev şoreş şoreşa hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin, şoreşa azadiya baweriyan û aştiyê ye.”

‘Hemû şoreşger divê xwedî derkevin’

DBP’ê di dawiya daxuyniyê de wiha got: “Em şoreşa Rojava ya ku li ser axa Mezopotamyayê hebûna jiyaneke cuda da ber me, pergala rêya sêyemîn damezirand û em ên ku vê şoreşê pêk anîn silav dikin. Em di wê bawerîyê de ne ku, di serî de li erdnîgariya Mezopotamyayê, li Anatolya û Rojhilata Navîn dê bi têkoşîna aştî û demokrasiyê em ê pirsgirêkan çareser bikin. Li hember polîtîkayên şer û bêçareseriyê, bi baweriya çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û em bang dikin ku hemû şoreşger û muxalîf xwedî li vê şoreşê derkevin.”

Şoreşê silav kirin

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku bi şoreşê re hêviya bi têkoşîneke wekhev, azadîparêziya jinê, gelan û baweriyan a li herêmê ji nû ve şîn bû û mezin bû û şoreşê silav û pîroz kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî ragihand ku gelên kurd, ereb, ermen, suryan, civaka êzidî ku li Rojhilata Navîn bi sedan salan li dijî hev hatin şerkirin, bi Şoreşa Rojava re meclisên xwe ava kirin, hêza xwe parastinê afirandin û di nava pergaleke wekhev û azad de bi hev re dijîn.

ESP’ê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, bi taybetî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê û destnîşan kir ku bi vê dagirkeriyê re hewl dide pêşî li dengvendana Şoreşa Rojava ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bigire.

Her wiha ESP’ê diyar kir ku Rojava navê şoreşa jinê ye û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava kevirê domîno yê serdema şoreşên li herêmê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar