Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir diyar kir ku  jinên kurd bi têkoşîna xwe ji cîhanê re bûn mînak û wiha got:"Jinên kurd xwedî li xwe û nasnemeya xwe derdikeve. Her wiha xala herî girîng ew e ku jinên kurd li dijî DAIŞ'a ku ji bo hemû cîhanê xetereyek bû şerekî giran meşandin. Ev yek jî ji cîhanê re bû mînak. Loma em dikarin dîsa bêjin Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Îro bi saya têkoşîna pakrewanan em li ser axa xwe û di nav taxa xwe de, dijîn. Îro jî ji bo azadkirina Rêberê xwe em ê bi carekê dest ji tekoşîna xwe bernedin.”

Di 19’ê Tîrmehê de gelên rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe derfeta azadiyê bi dest xist û bi pêşengiya jinan Şoreşa Rojava ava kir. Ev şoreş li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan û wekheviya gelan meşiya. Ev jî ji bo gelê kurd bû fersendeke dîrokî. Ji ber ku di vê şoreşê de jinên kurd di hemû qadan de cihê xwe girtin û gelê kurd gihîştin asta ber bi azadiyê ve. Loma jî hemû dewletên hegemonîk û tenê berjewendiyên xwe difikirin, bi awayekî hovaneli dijî vê şoreşê derketin û dest dirêjî destkeftiyên jinên kurd û jinên ji pêkhateyên dinê kirin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn, ev şoreş ji bo jinên kurd û ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn bû sîwan.

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir derbarê salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava de nirxandin kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir bal kişand ser şoreşa 19’ê Tîrmehê û wiha pê de çû:”Piştî şer û aloziyên giran ku li Sûriyeyê hat destpêkirin şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir û heta roja me ya îro dewam dike. Gelên Sûriyeyê û bi taybet gelê kurd li dijî hemû hêzên ku dixwestin siyaseta xwe ya netewdewlet li ser civakê bidin meşandin gelek serî hildan û çalakiyên cur bi cur li dijî van siyaset û hêzan hatin destpêkirin. Di serî de li hemberî siyaseta hegemon a rejîma BAAS’ê serî hildan. Me weke gelê kurd xeta sêyem xeta projeya Rêbertî, projeya Xweseriya Demokratîk da pêşiya xwe û li ser vê esasê me têkoşîna xwe da destpêkirin. Heta roja me ya îro em didin dewamkirin.”

Derbarê xwebirêxistina gel a di nav Şoreşa Rojava de her wiha bajarê Helebê bi çi awayî para xwe ji vê şoreşê girt Nêrgizê axaftina xwe da dewamkirin û wiha pê de çû:”Şerê cîhanê yê sêyem bandora xwe li ser erdnîgariya Sûriyeyê kir ku bi xwe re gelek kuştin talan û koçberî anî lê em weke gelê kurd li ser vê erdnîgariyê bi taybet xwe li ser projeya Xweseriya Demokratîk bi rêxistin dikin. Her wiha taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê para xwe ji vê şoreşê girt. Herî zêde di milê xweparastinê de rêxistinbûyinek li pêş hat avakirin. Bi taybet di êrîşên ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê komên çeteyan ve hat kirin gel xweparastin derxist pêş. Van êrişan bi xwe re gelek welatî kir qurban. Gel di şer de û piştî şer sazî û rêxistinên xwe da avakirin. Cihê xwe di her war û qadê de girtin ji bo ku li hemberî êrîş û komên çeteyan bibin bersiv. Di taxên xwe de birêvebirina xwe bi xwe hat avakirin. Di wî şerî de gel û hêza leşkerî bi hev re bûn yek û li dijî çeteyan xwe û taxa xwe parastin.”

Derbarê rewşa jinê ya di nav şer de û beriya şoreşê her wiha jinan li gor projeya xweseriya demokratîk çawa xwe bi rê ve bir Nêrgizê wiha got:”Beriya şer jin her di navbera dîwarên malê de hatibûn hiştin. Peywira wê jin çawa li malê zarokan xwedî bikin hatibû dayin. Lê hêdî hêdî bi demê re jinan di her warî de xwe da îsbatkirin û pêşengtî di her warî de kir û ya ku têkoşîn di vî warî de mezintir kir jina kurd bû. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo jinan xwe bi rêxistin kirin. Jinên ku di nav Şoreşa Rojava de pêşengtî kirin û bûn xwedî rol ji fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi bandor bûbûn. Jinên kurd fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bingeh girtibûn û li ser paradîgmaya ku Rêbertî pêşkêş kiribû têkoşîna xwe dan destpêkirin. Lewma Rêbertî nav li vê şoreşê kir. Got Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Gelek sazî ji bo pêkanîna pêwîstiyên gel hat avakirin û li ser wê stûn û bingehê gel li ser esasê projeya Xweseriya Demokratîk perwerde kirin. Ev hemî jî bi saya têkoşîna jina kurd bû ya ku hewldana xweparastin û birêvebirinê hert tim derxist pêş. Jinên kurd xwedî li xwe û nasnemeya xwe derdikeve. Her wiha xala herî girîng ew e ku jinên kurd li dijî DAIŞ’a ku ji bo hemû cîhanê xetereyek bû şerekî giran meşandin. Ev yek jî ji cîhanê re bû mînak. Loma em dikarin dîsa bêjin Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye'”

Nêrgizê bal kişand ser têkoşîna li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û got:”Her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi têkoşîna xwe derket pêş. Bi şerê li van taxan hatiye meşandin gelê kurd carek din xwe îsbat kir û mohra xwe li dîrokê da. Tevî giranbûna şer û hejmara mezin a komên çeteyan her wiha rêgirî û ambargoya berdewam dike û lawazbûna rewşa aborî dîsa gelê kurd xwedî li taxa xwe li kurdiyeta xwe derketin. Lewma şerê ku li vir qewimiye hem bi berxwedana xwe ji cîhanê re bû mînak hem jî para xwe ji Şoreşa Rojava girt. Sedema wê yekê jî birêxistinbûyina gel a li ser fikir û ramanên Abdullah Ocalan bû. Jixwe şerê gelê şoreşgerî li vir dest pê kir.”

Nêrgizê di axaftina xwe de behsa naveroka projeya Xweseriya Demokratîk kir û wiha got:”Îro projeya Xweseriya Demokratîk a ku me li ser esasê wê xwe bi rêxistin kir di nava xwe de tenê gelê kurd nahewîne. Her wiha hemî pêkhateyên heyî li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe tê de girtin. Mînaka wê jî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ye ku çawa di nava xwe de gelên kurd, ereb, ermen û tirkmen û hwd hewand û ev hemî pêkhate xwedî li taxa xwe derketin. Lewma em dikarin binirxînin ku beşek ji projeya Netewa Demokratîk li vir ava bû. Ango bi giştî ev proje li ser vê yekîtiya heyî ya di navbera hemû pêkhateyan, li ser lingê xwe maye.”

Nêrgizê da zanîn ku şerê giran li ser erdnîgariya Sûriyeyê hat meşandin lê bi saya yekîtiya hemû pêkhateyan dawî li van şeran hat û wiha got:”Ji bo dawî li Şoreşa Rojava û projeya wekheviya gelan bînin gelek şer qewimîn. Mînaka herî pêş jî bajarê Kobanê bû ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên herî hov şerê giran li ser hat meşandin. Ne tenê bajarê Kobanê her wiha li Tebqa, Reqa, Dêrazorê, Serêkaniyê, Efrîn, Şêxmeqsûd û hwd şer qewimîn. Di van şeran de welatiyên ereb jî hebûn. Hem malê wan talan bûn hem bûn qurban hem jî xwedî li axa xwe derketin û bi şervanên kurd re di çeperên pêş de şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Demek li vir li ser vê erdnîgariyê bi yekîtiyê serkeftin û destkeftî hat bidestxistin.”

Nêrgizê da zanîn ku li herêmên dagirkirî kiryarên hov tê meşandin, warê kurdan tên dagirkirin lê ev hemî bi saya yekbûn û ruhê jinê wê bi dawî bibin û dagirkerî wê bi dawî bibe. Nêrgizê wiha berdewam kir:”Îro em dibînin li bajarê Efrînê li Serêkaniyê li hemî herêmên dagirkirî kiryarên herî hov derheqê mal û milkê welatiyan, derheqê xwezayê û şûnwarên dîrokî de gelek destdirêjî tên kirin. Yekem jî jin para xwe ji van sûcan digire. Em jî weke rêxistina jinan da ku em dawî li van kiryar û şer, sûcan bînin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin em ê her roj asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Nêrgizê di axaftina xwe de li ser nirxandina Şoreşa Rojava û bi taybet hebûna jinan û berxwedana jinan a di Şoreşa Rojava de sekinî. Her wiha Nêrgizê behsa rewşa welatiyên li kantona Şehbayê kir û wiha got:”Piştî ku bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an ket bin destê dewleta tirk a dagiker û xelkê wê bi darê zorê koçber bûn, cihê xwe li kantona Şehbayê girtin. Li Şehbayê astengî, alozî pir in. Êrîş her bi ser welatî û sivîlan de tê. Ev êriş 6 sal in berdewam in. Li tenişta êrîşan jî hîna dorpêça hikumeta Şamê bi awayekî tund dewam dike. Tevî hemî zehmetî, astengî, alozî, şer, germahî û sermaya ku li wargehên penaberiyê welatî dîsa li berxwe didin. Dîsa asta têkoşîn û berxwedana jinan her li pêş e. Mirov ji wê berxwedanê, vîn û moralê vegera li ser axa welat digire. Ev jî sedema wê ya yekem girêdana jinê ya bi ax û malên xwe re ye.”

Nêrgizê vîn û têkoşîna jinê ya di şoreşê de carek din bi bîr anî û got:”Yê ku herî zêde bedelên giran di vê şerî de dan jin bûn. Di şoreşa Rojava de bedelên pir giranbuha hatin dayîn lê yê ku herî zêde bedel dan û para xwe di vê şoreşê de girtin jin bûn. Ji ber ku jinê mal, war, ax, hevjîn û zarokên xwe winda kirin, lê dîsa jinan têkoşîn, berxwedan û xebata xwe neterikandin.”

Nêrgizê di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca qirkirina projeya Xweseriya Demokratîk û wiha got:”Ji bo pêşî li pêşketinên vê projeyê bigirin her wiha dawî li projeya Xweseriya Demokratîk bînin herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin. Di encamê de herî zêde welatî ji van êrîşan para xwe digire û dibin qurbanî. Her wiha dewletên navneteweyî li cîhanê çendî civînên xwe bi armanca çareserkirina aloziya heyî li dar xistin lê negihiştin tu encamê, ji ber ku cih nedan projeya Xweseriya Demokratîk. Li dijî projeya Xweseriya Demokratîk, hevpeymanên ji bo êrîşkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dihatin îmzekirin û pêk jî dihat.”

Di dawiya axaftina xwe de Nêrgizê da zanîn ku projeya herî girîng ku bikaribe dawî li aloziya li Sûriyayê bîne projeya Xweseriya Demokratîk e lê belê dijmin vêya naxwaze lewma êrîşên xwe bi ser herêmê de dide berdewamkirin û wiha berdewam kir: “Lê belê em weke gel, jin, ciwan xwedî li proje û axa xwe derkevin. Çi ji me bê xwestin em ê  pêk bînin, em ê xwedî li pakrewanên xwe derkevin. Îro bi saya têkoşîna pakrewanan em li ser axa xwe û di nav taxa xwe de, dijîn. Îro jî ji bo azadkirina Rêberê xwe em ê bi carekê dest ji tekoşîna xwe bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar