Şengal… Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz… Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina êzidiyan êrişên hovane pêk anîn. Bi hezaran çekdarên PDK’ê, ku ji parastina bajêr berpirsiyarbûn di kêliyên pêşî yên êrişê de ji bajêr vekişiyan. Li milekî çekdarên PDK’ê xwe vekişandin û li milê din jî bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê ji Rabîayê berê xwe dan Şengalê.
Bi vî awayî ji aliyê Rojava li milê Til Koçer korîdora mirovî ji bo Şengalê hat vekirin. Bi vekirina korîdorê re bi deh hezaran Ezdî bi vê rêyê ji qirkirinê hatin rizgarkirin. Piştî çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kirin, nêzî 300 hezar kesî bi peyatî û di kelegerma havînê de, bi awayekî bê nan û bê-xwarin berê xwe dan çiyayê Şengalê… Di vê rêwitiyê de piraniya wan zarok bi sedan Şengalî ji tîna jiyana xwe ji dest dan. Dayikên êzidî yên xwedî laçikên spî bi gotin û giliyên xwe, bi çavê hêsirî bahsa fermana 3’yê Tebaxê dikirin.
Dema çeteyên DAIŞ’ê Şengalê dagir kirin, 12 gerîlayên HPG’ê tevî hemû astengiyên PDK’ê yên rê digirtin jî xwe dihandin Şengala pîroz. Van gerîlayan leheng bi qehremaniyeke mezin parastina Şengaliyan kirin. Piştî çûyîna gerîla ya Şengalê, gel di warê xweparastinê de xwe bi rêxistin kir. Bi armanca rizarkirina şengalê û parastina civaka êzidî Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ hat avakirin. Piştî YBŞ’ê, pêşengên Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ hate avakirin. Gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên YBŞ û YJŞ’ê tevahiya sal û nîvekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonên berfireh pêk anîn. Şerekî dijwar dan meşandin. Bi pêşengiya van lehangan di 13’ê mijdara 2015’an bajarê Şengalê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqij kirin û azad kirin.
Bêguman di gotinê de dibe ev hesan û ji rêzê bê dîtin. Lê, li gorî belge û daneyên dîrokê, ji sala 1246’an ve 73 Ferman li serê Êzdiyan hatin rakirin. Ji van fermanan ya harî dawî û bixwîn sala 2014’an bû. Ev fermana 3’yê tebaxê her çendî bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatibe kirin jî li pişt perdê gelek hêzên cûda hebûn ku dixwestin Êzitiyan ji Şengalê derxin, çiyayê Şengal bê Êzidî bihêlin. Lewma ev ferman ji yên berê cûdatir û bi xwîntir bû.
Lê, ji encama derketî holê, tişta herî zêde ji bo êzidiyan giran, bêbextî û xiyanet bû. 10’ê hezîrana 2014’an de, bi dagirkirina Mûsilê re, zingilê xeteriya li ser Şengalê lê dida. Li hemberî vê xeteriya berbiçav, hêzên PDK’ê ku hejmara wan ji 11 hezarî zêdetir bû, li şûna tedbîrên parastinê zêde bikin, çekên di destê xelkê de jî komkir û ji wan re got “em ê we biparêzin”. Vê xiyaneta dîrokî ya PDK’ê ne tenê di civaka Şangalê de di tevahiya gelê kurd de aciziyek mezin da avakirin. Ji xwe ji wê rojê û şûn ve PDK’ê di çavê hemû kurdan de xwe xelas kir.
PDK’ya di vê astê de bû sedema êş û komkujiyên mezin, niha jî bi heman têgehê tevdigere. Vê carê ne tenê li Şengalê li seranserî Kurdistanê bûye darê destê dijminê gelê xwe û rê nîşan dide. Bi taybet piştî Şengal hatî rizgarkirin û şûn ve bi destê saziya parastina ya sîxurtiya PDK’ê dewleta tirk jî xwe ji bo xwe li herêmê bi cîh bike û darbeyê li pêşengên civakê bixwe ketiye nava liv û tevgerê.
Dewleta tirk bi hevkarî û îstixbarata ku ji PDK’ê digre gelek caran bi balafirên şer û balafirên biçek û bêmirov êrişî herêmê kir. Herî dawî 10’ê mijdarê êrîşek pêk anî. armanca van êrîşan ew e ku civaka Şengalê ji nirxê wê yên bingehîn durbixe û têxe bin kontrola hevakrên xwe. Deshilata AKP-MHP-PDK û hikumeta Bexdayê ne tenê bi êrişan di warê siyasî û civakî jî dixwazin îradeya xelkê herêmê teslîm bigrin. Peymana 9’ê cotmeha 2020’an yek ji mînaka vê ya herî berbi çav e.
Tevî van êrîş û siyaseta qirêj îro di erdnigariyek weke Rohilata Navîn de li ser piyan mayîn pir zahme te. Tevî van hemû zext û êrîşan îro Rêveberiya Xweser a Şengalê hewil dide xwedî li Şengala bi xwîna hezaran keç û xortên êzidî hatiye avakirin derkeve.
Di 9 saliya Rizgarkirina Şengalê de em dibînin ku tevî hemû van êrişan jî îro xelkê herêmê ji berê zêdetir di nava tifaq û yekîtiyekê de xwedî li hebûna xwe derdikeve. Tevî hemû êrîş, kuştin, xiyanet û dijminatiya hêzên herêmê jî, îro çek û xortên vê civaka qedîm bi pêşengiya Rêveberiya Xweser di bin ala YBŞ û YJŞ’ê de xwedî li hebûna xwe derdikevin. Ji vî milî ve rêxistinbûyina civaka êzidî li dijî siyaseta înkarê ya ku li ser wan tê ferzkirin ji nan û avê girîngtir e.
Xwedî derketina li hebûna xwe, li dijî her cûre êrişan xwe parastin, li himberî siyaseta ku tunebûnê ferz dike bi îradaya xwe ya azad xwedî li nirxê xwe derketin ji bo civaka Êzidî di asta şoreşê de ye. Lewma 13’ê mijdarê bi azadkirina Şengalê ne tenê qadek biçûk hate rizgarkirin, civaka êzidî wê rojê şoreşa xwe pêk anî. Ev şoreş li dijî hemû fermanên ku li ser vê civaka qedîm pêk hatî wê bibe pênaseya mirovê azad, civaka azad û rêveberiya azad. Li dijî neyarên ku li pêşiya vê dibin kelem jî wê di her qadê civakê de têkoşîn jî di asta evîndariya azadiyê de dewam bike.