Ferhat Kurtay tevî sê hevalên xwe di 18’ê gulana sala 1982’yan de bedena xwe da ber agir ku weke ‘Şeva Çaran’ di dîroka kurdan de cih girtin. Şoreşgerê kurd, endezyar, wênevan û nivîskarê çîrokan Kurtay, ji bo xwendin û nivîsandina kurdî hînî hevalên xwe yên qawîşê bike hewl da.
27 tîpên her yeka wan li ser kaxizeke A4 hatiye nivîsandin. Ji alfabeya Latînî ya kurdî ya ji 31 tîpan pêk tê tîpên B, W, Û û Î kêm in. Ev alfabeya ku beriya 40 salî ji bo hînkirinê hate amadekirin û bi salan li nava dosyayekê hate veşartin, çar tîpên wê yên kêm, dibe ku dema ji zindana Amedê hate derxistin winda bûn.
Nava tîpên A, C, Ç, D, Ê, F, G, H û I hatiye dagirtin, lê yên din vala mane. Xuya ye ji bo dagirtina nava hemû tîpan pênûsa wî têrê nekiriye. Ev tîpên ku weke mîrateya şoreşgerekî pêng ê rêya azadiyê ya Kurdistanê ji nifşên nû re mane, xuyaye baş nehatiye veşartin.
Şoreşger, endezyar, wênevan û nivîskarê çîrokan Ferhat Kurtay di demekê de ku li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê îşkence di asta herî bilind û hovane de bû, ev tîp ji bo hînkirina hevalên xwe ya bi xwendin û nivîsandina kurdî amade kiribû.
Li gundê Xursê ji dayik bû
Ferhat Kurtay di sala 1949’an de li navçeya Qoser a Mêrdînê li gundê Xursê ji dayik bû. Qoser ku bi sedan salan malovanî ji medreseyan re kiriye, yek ji wan deveran e ku kurmancî herî xweş lê tê axaftin. Bêguman tiştekî rasthatî nîne ku gelek kesayetên hêja yên wêjeya kurdî ji vê herêmê rabûne. Bavê wî Hesen Kurtay ku yekî welatparêz û naskirî bû, meleyek bû ku perwedeya medreseyê qedandibû. Mele Hesen demekê piştî jidayikbûna Ferhat tevî sê zarokên xwe yên mêr û du keçên xwe koçî navenda Qoserê dike. Mele Hesen meletiyê datîne aliyekî û dest bi bazirganiyê dike. Giraniyê dide ser perwerdeya zarokên xwe. Demekê ferhat dişîne gel apê xwe yê li gund mele bû ji bo perwerdeya olî bibîne. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li Qoserê dixwîne.
Li leşkeriyê Tevgera Apoyî nas kir
Bavê wî Ferhat ji bo perwerdeya lîseyê dişîne Stenbolê. Ferhat Kurtay Lîseya Sariyerê diqedîne, piştre li Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê mafê xwendina Endezyariya Elektrîkê bi dest dixe. Piştre berê xwe dide Trabzonê. Piştî perwerdeya li zanîngehê dibe endezyarê elektrîkê. Bi zexta ‘Te zanîngeh qedand, çima nazewicî’ ya malbatê, di temenekî ciwan de bi keça xalê xwe re tê zewicandin. Piştre diçe leşkeriyê. Çi bû di dema leşkeriyê de bû. Ferhat bi nêrînên xwe yên kurdîtiyê Tevgera Apoyî nas dike.
Ji leşkeriyê reviya
Xwişka wî Rabîa Kurtay wiha qala salên leşkeriyê yên Kurtay dike: “Apê min, amojna min û xaltîka min biryar dan ku biçin serdana wî li leşkeriyê. Tevî ku çûn cihê wî, Ferhat li wir nedîtin. Wezîfedaran ji wan re gotin ’em nizanin li ku ye.’ Leşkerekî bi tesadûfî ji wan re got, ‘Ferhat beriya çend rojan çeka xwe li hundir hişt û bêdestûr çû, zêde bi ser meseleyê ve neçin.’ Ew jî li bendê bûn ku vegere, lewma çend rojan li otelê man, tenê ji bo dîtina wî. Roja dawî wê biçûna gotin, ‘Ka em careke dawî biçin belkî Ferhat hatibe’ û diçin leşkergehê. Lê Ferhat li wir nîne.
Dema ku wê derkevin li Ferhat rast tên. Jê re dibêjin, ‘Em çend roj in li vir in, me bilêta xwe ya vegerê kirî, mixabin em ê vegerin.’ Ferhat jî naxwaze hema yekser biçin, ji wan re dibêje, ‘were hinekî rûnin, ez xwarinekê bidim we.’ Ew jî jê re dibêjin ku nebirçî ne, li ser vê yekê Ferhat ji wan re qeşayê dikire û dide wan. Bi hev re dixwin, dema ku Ferhat wê bikeve hundirê leşkergehê, ji dûr ve destê xwe li wan dihejîne. Apê min, amojna min û xaltîka min bi salan bi girî qala wê kêliya ku Ferhat ji wan re destê xwe dihejîne dikin. Wê kêliyê pê hesiyan ku tiştek bi Ferhat hatiye guhertin, lê belê nizanin çi bûye. Piştre em hîn bûn ku Ferhat çend rojan ji leşkeriyê reviya û çû Enqereyê gel Apoyiyan.”
Nekarî tev li civîna damezirandina PKK’ê bibe
Ferhat Kurtay di sala 1977’an de bû şoreşgerekî profesyonel û tev li Tevgera Apoyî bû. Li Mêrdînê dest bi karê rêxistinbûnê kir. Di 27’ê mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Liceyê nikare tev li kongreya damezirandinê ya partiyê bibe. Lê belê navê partiyê ku weke ‘Kurdistan Îşçî Partîsî’ hate ragihandin vediguherîne kurdî û dike ‘Partiya Karkerên Kurdistanê.’ Ferhat Kurtay gelekî dilnizm bû. Xwişka wî qala êşeke wî dike:
“Dema ku tev li partiyê bû hevsera wî ducanî bû, lê belê haya wî jê tune bû. Zarokê wan zû çêbûbû, pitik li ber mirinê bû. Wê demê kekê min Mele Dawût rabû got, ‘Ez ê vî zarokî rehet bikim û bînim.’ Pitik bir Amedê. Lê belê pitik di rê de hîn negihîşt Amedê, negihîşt nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bêguman em hemû gelekî êşiyan.
Zarokê wî jiyana xwe ji dest dide
Ferhat di dema mehkûmtiyê de, tevî ku li her derê lê digeriyan rojekê hat. Dayika min a li gel rûniştîbû giriya. Ferhat got, ‘Tu çima digirî?’ ji kêfa digirî?’ Dayika min got, ‘Xwedê kurek da te, lê belê me nekarî wî rizgar bikin, ji ber vê digirîm.’ Ferhat qet moralê xwe xera nekir, rondikên çavên xwe nebarand û qet ji bîra min naçe wê demê got, ‘Dayê xwe neêşîne, gelek zarokên vî gelî hene.’ Ji xwe cara dawî hatibû malê.”
Ferhat ji aliyekî ve li Midûriyeta Herêmê ya Elektrîkê weke endezyarê elektrîkê dixebitî, li aliyekî jî li Deşta Qoserê û Mêrdînê weke kadroyê pêşeng ê PKK’ê karê rêxistinbûnê dikir. Piştre kifş bû, biryara girtina wî hate dayin. Hêzên ku di dema mehkûmiyetê de ew nedîtin, kekê wî Mele Dawûd li pêş mala wan qetil kirin.
Bi M. Hayrî Durmuş re hate girtin
Hêzên dewleta tirk di mijdara 1979’an de li bejahiya Qoserê şopa wî û pêşengekî din ê PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş dibînin. Di kêliya dawî de rizgar dibin, lê belê leşker li pey wan in. Kurtay li navenda bajêr tê mala xalê xwe Hecî Elî. Xwarina xwe dixwin, leşker bi şev dor li malê digirin, piştre her du kesayet tên girtin ku wê bi berxwedan xwe ya li zindana Amedê dîrokeke nû binivîsandibûna.
Ji bo wî êdî dema “Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê” dest pê dike ku weke navenda hovîtiyê û berxwedanê di hişê gelê kurd de cih digire. Ferhat Kurtay li wê zindana ku îşkence lê bêdawî bû dest bi kurdî û wêjeya kurdî dike. Bi kurdî çîrokeke bi navê “Şoreşgerê bênav” dinivîsîne. Vê ji hevalên xwe yên li qawîşê re dixwîne, her kesên lê gundarî dike gelekî jê bandor dibin. Bi pêşengiya Mazlum Dogan û Kurtay rojnameyek bi navê ‘Hawar’ tê derxistin.
Di dema hovîtiya giran de hevalên xwe yên li qawîşê komî ser hev dike, hewl dide kurdî hînî wan bike. Tîpên Latînî yên kurdî ku yekemcar di 15’ê gulana 1932’yan de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê bi kovara ‘Hawarê’ hatin bikaranîn, piştî nîv sedsalê li bajarê qedîm ê Amedê li vê zindana ku mêtingeran ji bo bidawîkirina kurdîtiyê ava kiribûn û bi gotina ‘Bi tirkî biaxivin, zêde biaxivin’ li ber kurdî radibûn, ji aliyê komeke şoreşgeran ve dihate bikaranîn. Ferhat Kurtay li kaxizên A4 31 tîpên kurdî yek bi yek xêz dike. Ji xwe ew di heman demê de wênevan bû, lewma xweş xêz dike. Kurtay diçe ber dîwarekî û ji hevalên xwe re qala wê dike ku tîpên kurdî çawa tên xwendin.
Ferhat Kurtay hîn 33 salî ye. Di 18’ê gulana 1982’yan de tevî hevalên xwe ku di heman demê de şagirtên kurdî bûn Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner bedena xwe dide ber agir. Ew êdî ‘Mamoste’yê zindana Amedê ye.
Rabîa Kurtay bi rondikên çavan qala birina cenazeyê kekê xwe Ferhat dike ku veguherîbû mîna gogek ji agir: “Keya agahî da me, got ku tiştek bi Ferhat hatiye biçin Amedê. Nekarî bigota. Bêguman dema em bi rê ketin bavê min xwe amade kiribû ku cenazeyê Ferhat bibe. Dema ku bi apê min gihîştin ber girtîgehê komek lê bû. Bavê min yekser fêhm dike, rondikan dibarîne, neaxive, tenê li qoziyekê rûdinê û çixareya xwe pê dixe. Nîv saetê qet tiştekî nabêje, tenê rûdinê, heta ku cenaze ji girtîgehê derxistin û dan wan.”
Tevî cenaze her wiha saeteke nîv şewitî bû û dosyayeke ku tîpên kurdî yên Ferhat nivîsî bû, dan. Rabîa Kurtay vê dosyayê bi salan vedişêre û piştre radestî saziyên kurdan dike. Piştî demekê di nava arşîvan de winda dibe.
Çavkanî: Perwer Yaş/BERLÎN-ANF