Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şova Qeşmeran

Dewleta tirk bi rêya şerê taybet polîtîkayên xwe yên qirêj dixe dewrê. Yek ji wan polîtîkayên qirêj jî aliyê çandî ye. Ji aliyê çandî gelek rê û rêbazên qirêj dixe meriyetê. Ji bo ku çanda kurdî û dîroka wê tune bike û berevajî bike lîstikên qirêj pêk tîne. Bi taybetî li deverên dîrokî yên Kurdistanê vê yekê dike. Bajar û navçeyên herî kevnar ên Kurdistanê di hedefa vê polîtîkayê de ye. Li Bazîd, Amed û Cizîra Botan qaşo hin festîval pêk anîn. Lê ez van festîvalan wekî şova qeşmeran bi nav dikim. Tu têkiliya wan bi festîval û şahiyan re tuneye. Tişta ku dixwazin bikin asîmîlekirina civakê ye. Îca kesên tînin van festîvalan jî hem dûrî civakê ne, hem jî dijminatiyê li wê civakê û wê çandê dikin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku van polîtîkayên qirêj mayînde bike û bandorê li ser civakê bike di nava tevgerek berfireh de ye. Li aliyekî bi sedan kanalên televizyonê bi kar tîne. Bi rêya dehan ajans, rojname û kovaran vê yekê dike. Bi rêzefîlman çanda kevnar a xelkê berevajî dike. Ji bo ku civak bide pey wan her tiştî berevajî dike û wekî ku ya rast ew dikin nîşan didin. Di esasê xwe de tişta ew dikin pûçkirina civakê ye. Ma gelo çi karê qeşmeran li Cizîra Botan heye ? Ma ne li Cizîra Botan bi sedan kes şewitandin û qetil kirin. Îca îro diçin heman deverê û wekî ku tiştek nebûye tevdigerin. Ji bo ku şopa berxwedanê tune bikin û wan rojên dijwar bi cizîriyan bidin jibîrkirin vê yekê dikin. Ma wê Cizîra Botan çawa wê komkujiyê ji bîr bike. Cemîleya ku bedena wê bi rojan di sarincê de hat hiştin nayê jibîrkirin. Dîsa li Botanê qetilkirina Haci Loqman Bîrlîk û yadê Taybet Înan. Ew hovîtî nayê jibîrkirin. Bi rêya çend stranan dixwazin wê barbariya xwe bidin jibîrkirin.

Xelkê Botanê serhildêr e. Ji dîroka xwe heta niha polîtîk û şareza ye. Ew dizane ku dewlet ji bo xapandinê heye û tiştekî ku ew dewlet bide wî gelî tuneye. Dewlet hebe ji bo zilmê heye. Şova ku qeşmerên dewletê pêk tînin jî bêwate ye. Lewma jî pêdivî bi pûçkirina van polîtîkayan heye. Ji çandê heta hunerê, ji sporê heta qada civakî dikevin her derê û dixwazin bandorê li her kesî bikin. Lê divê her kes di ferqa wê de be ku tiştê dewlet dike feydeya wê ji bo gel tuneye. Eger ewqasî gel difikirin û ji bo gel dixwazin tiştekî bikin, wê demê bila biçin li wî gelî guhdar bikin. Bê ew gel çi dixwaze û mesele çi ye. Derdê dewletê ne gel û ne jî xizmet e. Derdê dewletê pûçkirina civakê ye. Ji bo vê yekê ye qeşmerên xwe dişîne Kurdistanê û bi rêya wan hewl dide polîtîkayên qirêj bimeşîne.

Li aliyekî dibêjin kurd hene û zimanê wan ne qedexe ye. Li aliyekî dibêjin em û kurd xwişk û bira ne. Lê dema mesele dibe hebûna kurdan, wê demê înkar dikin. Zimanê kurdî û hebûna wan meseleyek siyasî ye. Bi gotina çend stranan ev mesele çareser nabe. Hin kes jî bi vê dixapin û dixwazin bi vî rengî meseleyê çareser bikin. Eger mesele çend stran û gotin bûya ewqas kes nediketin zindanan. Eger mesele festîval û şahiyek bûya ewqas kesî canê xwe feda nedikir. Meseleya me û dewletê ne şova qeşmeran e. Tişta ku dewlet dixwaze; doza kurdî bike meseleyek biçûk. Lê meseleya me siyasî ye û dîrokî ye. Ev dewlet hebûna kurdan qebûl nake û kurdên heyî jî dixwaze bîne ser rêya xwe. Kurdên îro li ber xwe didin ji bo ziman, çand, nasname û hebûna xwe li ber xwe didin. Meseleya kurdan ewqasî ne sivik e. Bi şano û festîvalekê meseleya me çareser nabe. Divê ev dewlet kurdan wekî netewekê qebûl bike û hesabê wan bike. Heta ku vê yekê neke wê qeşmerên dewletê bi dawî nebin. Pêdivî bi têgihiştineke polîtîk heye. Hebûna me polîtîk e û divê dewlet jî bi awayekî polîtîk hebûna me qebûl bike. Bi çend stranan kurd nikarin hebûna xwe biparêzin û nikarin bi nasnameya xwe bijîn. Eger qebûlkirinek hebe ew jî divê li ser esasê bîrdozî û zanyarî be.

Aslan Aslan

Nûçeyên Têkildar