Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Soylû derewan dike’

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku angaştên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ‘derew û îftira’ ne û wiha got: “Dîmenên vê kamerayê li ku dere nin? Li ku derê ne ev wêne? Soylû derewan dike, hedef nîşan dide û îftira davêje.”

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wê hedef nîşan dabû, bi serokwelîlê koma partiya xwe Sarûhan Olûç û komek parlamenterên partiya xwe re li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist.

Parlamenter Taşdemîr diyar kir ku li şûna hesab bide Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû partiya wan hedef nîşan dide û wiha got: “Li meclisê got ‘parlamenterek çûye’ lê nav neda. Piştî 4 rojan derket televîzyoneke alîgir û heqaret li partiya me kir. Bi gotinên ‘Piştî demekê, qasek din û deqeya dawîn’ bûyerê veguhest şovê. Di encamê de navê min da. Lê tu delîl pêşkeş nekir. Bi kurtepistê sûîqasta rûmetê pêk anî.”

‘Tu çima li benda operasyona Garê sekini?’

Taşdemîr destnîşan kir ku Soylû derew û îftirayan lê dike û ev tişt anî ziman: “Madem di destê te de agahî û belgeyeke wiha heye te çima neda dozgeriyê lê di televîzyonê de aşkera kir? Ji bo aşkerakirina vê jî tu çima li benda operasyona Garê sekinî? Em zanin ku sedemeke vê heye. Ev yek hewldanek ji bo parastina desthilatdariya xwe ye. Ji bo vê jî her roj derewan, gotinên bêbingeh, îftirayan li me dike. Li vî welatî ji bo desthilatdariyê çi tê kirin, çi derew tên kirin em pê zanin.”

‘Ka dîmenên kamereyan?’

Di berdewamê de Taşdemîr da zanîn ku li bernameyê temaşe kiriye, dîtiye ku bi gotegotan û îftirayan dagirtî ye, bi navê rojnamevantiyê û bi navê welatê xwe li ber xwe ketiye û wiha domand: “Rojnamevanekî bi tenê jî pirseke rast nekir, li daxuyaniyê nepirsî. Negot ‘Çima hûn îro li vir aşkera dikin’. Berpirsyariya Soylû yê derewîn e ku angaştên xwe ispat bike. Di rewşeke berovajî de derewker e, mufterî ye. Careke din dipirsim: Ez kengî, kîjan rojê çûme Garê? Bi belgeyan aşkera bikin. Ji me re qala çîrokan nekin. Hûlûsî Akar li meclisê aşkera kir, li devereke ku artêş bi xwe jî zor û zehmetî xwe gihand wir ez çawa kengî çûme, kengî li wir hatim dîtin, kengî vegeriyam? Gelo di navbera Stenbol û Garê de seferê balafiran hene, lê haya me jê nîne? Qala dîmenan kirin. Soylû ka dîmenê kamera? Ka wêne?”

‘Jin dê dawî li vê ferasete bînin’

Her wiha Taşdemîr  destnîşan kir ku îftirayên Soylû li dijî jinan hemûyan hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez van îftirayan weke li dijî têkoşîna me ya jinan dibînim. Têkoşîna me ya jinan wê dawî li vê feraseta siyasetê bîne. Piştevaniya jinan bi biryar e ku dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne. Li vir tînim ziman. Ez neçûm Garê. Ev aşkera ye. Ev angaşt derew û îftira ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar