Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Sozdar Avesta:Tevgera Apoyî wê teqez hesab bipirse

Sozdar Avesta diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ku li qadên gerîla têk çû û li Rojava bi ser neket, niha reşkujî xistiye dewrê û têkildarî komkujiya li Parîsê destnîşan kir ku tevgera Apoyî wê teqez hesabê komkujiyê bipirse.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, Komkujiya Parîsê ya 23’ê kanûnê ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir, ku dewleta tirk a dagirker a ku li hemberî gerîla têk çû û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihişt armanca xwe, vê carê plana reşkujiyê xistiye dewrê.

Sozdar Avesta nirxandineke bi vî rengî kir: “23’ê kanûnê weke komkujiya 9’ê Çileya 2013’an li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya qirkirinek pêk hat. Di encama vê êrîşa nemerdane, tirsonek û bêexlaq de pêşenga Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê hevrê Evîn, deng û awazê gelê Kurdistanê hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi rûmet Mam Abdûrrahman Kizil şehîd ketin. Di şexsê van hersê leheng, welatparêz ên gelê Kurdistanê de û dîsa şehîdên komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê de hevrê Sakîne, Fîdan û Ronahî hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rêzdarî, hurmet bi bîr tînim. Li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim.

Em weke gelê Kurdistanê, tevgera azadiyê ya jinên Kurdistanê û tevahiya tevgera azadiyê bi hêrs û kîneke mezin vê komkujiya bêexlaq şermezar dikin. Bila her kes baş zanibe, ne ev komkujî ne komkujiya 9’ê Çileyê, ne komkujiya li Silopiya di şexsê hevrê Sêvê de, ne komkujiya li Îzmîrê Denîz Poyraz, ne komkujiya li Silêmaniyeyê hevrê Nagîhan Akarsel, wê komkujiyek jî bêbersiv, bêtolhildan nemîne. Wê teqez ji kujeran û yên ku ev pêk anîne hesab bê pirsîn. Em baş zanin ê ku ev ferman daye, şefê faşîst dîktator Erdogan û Bahçelî ne. Yê ku pêk aniye MÎT a Tirk Hakan Fîdan û tîma xwe ne. Yê ku 9’ê Çileyê hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin ew bûn, yên ku hevrê Nagîhan Akarsel, Denîz Poyraz û yên din qetil kirin bi destê vê MÎT’ê hatin qetilkirin. Îro em baş dibînin ku MÎT a Tirk li Parîsê senger çêkirine. Ev bi destê Gladiyoya veşartî di nava dewletê de ne. Ne dewleta Fransa ne jî Yekîtiya Ewropa nikarin xwe ji vê komkujiyê paqij nîşan bidin û bibêjin gunehê min tê de nîne. Ew di ber vê de berpirsyar in. Bi taybetî jî dewleta Fransayê çawa ku 9’ê Çileyê kujer û tetîkkêşê dewleta dagirker a faşîst a tirk û Erdogan Omer Guney, gelê Kurdistanê ew girt û teslîmî edaleta Fransayê kir, di ser de 10 sal derbas bû hîn jî ev dosya nehatiye zelalkirin. Ji bo Omer Guney neaxive, ji bo ew hêzên veşartî yên nava dewletê aşkera nebin, li girtîgehê hîn jî bi guman e bi çi awayî kuştin û dosya girtin. Niha careke din di 23’ê kanûnê de li navendeke çand û hunerê ya kurdistaniyan ku zêdeyî 30 sal in ew komele li wê derê karê çand û hunerê dike, yê zimanê kurdî, çanda kurdî dide meşandin, çawa dibe ku ji komkujiya 9’ê Çileyê encam nayê girtin û tedbîr nayê wergirtin, gelê Kurdistanê bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Vê yekê careke din diyar kir ku bi vî rengî welatên Ewropayê tawîzên didin dewleta tirk bi hemû awayî pêşî li konsepta komploya navdewletî, navneteweyî vekirine. Careke din bi hemû awayî piştgiriya vê dikin.

Hewl didin ser bûyerê bigirin

Komploya navneteweyî ketiye merheleyeke nû. Bi hemû dijwariya xwe li ser gelê Kurdistanê qirkirinekê dikin. Yê di serî de li vê temaşe dikin, tenê bi temaşekirinê jî nasekinin û piştgiriyê jê re dikin, Yekitiya Ewropa ye, Amerîka ye û hêzên di komployê de cih girtine. Careke din dixwazin bi rolê rabin. Bêguman em vî mejî baş nas dikin, em baş zanin; yên ku PKK xistin lîsteya terorê ev dewletên Ewropayê bûn. Kengî PKK’ê xwest pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike, aştiyeke mezin li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Rêber Apo bê kirin, ev hêz ketin dewlet û PKK xistin lîsteya terorê. Di nava xwe de kar par kirine. Swêd welatparêzê kurd teslîmî dewleta tirk kir. Wan har û dîn kir, ji bo careke din bi ser kurdan de werin. Almanya operasyonê dike, welatparêzê kurd, pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê digire, dixe zindanan. Li Fransa, li Parîsê jî 2 komkujiyên bi vî rengî hovane pêk tên. Ev dewlet berpirsyar in. Di lûtkeya dema biryara qirkirina kurdan dan, vana bi vî rengî wê biryarê dixin meriyetê. Em weke tevgera azadiya gelê Kurdistanê, bi taybetî jî tevgera azadiya jinên Kurdistanê, bi pêşengên weke hevrê Evîn zêdeyî 30 salên xwe di vê têkoşînê de bênavber li hemû beşên Kurdistanê, li her qadê têkoşiya, bi zanebûn hevala Evîn hat hilbijartin. Ew gotinên ku têne gotin, ‘Kujer yekî aqlê wî ne li serê wî ye, kujer yekî nijadperest e, kujer yekî bi sabiqe ye nû ji girtîgehê hatiye berdan’, bi vî rengî dixwazin ser bûyerê ji niha ve bigirin, binixumînin. Heman tişt ji bo Omer Guney jî gotin. Yê ku li Silêmaniyeyê hevrê Nagîhan Akarsel şehîd xistin hat girtin, hîn jî aqûbeta wî em nizanin. Çi dibe, çi gotiye, em nizanin. Dema mijar dibe kurdên azad her kes bi sê meymûnan dilîze.

Ji şoreşa jinan ditirsin

Hevala Evîn bi pêşengtiya xwe, bi ruhê têkoşînê, bi zanista Apoyî, bi felsefeya jiyana azad têkoşiya û ev têkoşîn heta roja îro anî.  Bi vî rengî komplo êdî li ser tevgera azadiya jinên Kurdistanê dimeşe. Zanin ku pêşengtiya vê şoreşê ji aliyê jinan ve tê kirin, lewma êrîş dikin. Êdî ev diyar e. Starta vê komployê jî di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hat dayin. Pêşeng û damezrînera partiya me hevrê Sakîne Cansiz dema hat hedefkirin, ev mesaj dan me: ‘Em êdî nahêlin hûn serê xwe rakin’. Lê belê her kesî jî ev dît, di nava 10 salan de bi rêbaza Sakîneyan, bi ruhê ciwan ê Ronahiyan, bi şexsiyeta serbilind û têkoşer a Fîdanan, Rojbînan, ev têkoşîn hîn zêdetir li tevahiya parzemînên cîhanê deng veda û piştgiriya hemû jinan re, yekbûna wan çêbû, piştgiriya wê hat kirin. Nafîle kesek wê nikaribe li wê rabûna bilind a jinan bigire. Bûye 4 meh û nîv li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ji şoreşa jinan, ji tevahiya şoreşa civakê re pêşengiyê dikin. Ji vê ditirsin, ji şoreşa mezin ji şoreşa jinan ditirsin. Ji fikir û fikriyata azadiya jinên Jineolojiyê ditirsin. Ji bo wê jî jinên zanist û têkoşer yek bi yek armanc dikin û wan dixwazin ji holê rakin. Em bi şehîda mezin bûne. Partiya me partiya şehîdan e. Di pêşengtiya Rêber Apo de 50 sal in bênavber em têdikoşin. Kî dikare pêşî li vê bigire? Ne kujer dikarin ne tektîkkêşên wan dikarin, ne jî kesên ku wan bi taybetî çêdikin û bi bêexlaqî dixin dewrê dikare bike. Êdî tîr ji kevan derketiye. Êdî jinan tahma azadiyê girtiye. Jin xwedî fikir û felsefe ye, xwedî partî ye, xwedî artêş e. Ew hêzên hovane, kujer, yên ku tam 9 mehên xwe dixwazin li Herêmên Parastinê yên Medyayê encamekê bigirin, nikarin tu encamê bigirin, êdî bi vî awayî taktîkên xwe xistine dewrê.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Zap, Avaşîn, Metînayê ew têk çûn. Pergala wan tar û mar bû. Êdî nikarin li wir encamê bigirin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane ber xwe. Li wir jî encam negirtin, êdî reşkujî xistin dewrê. Tê xuyakirin, têkoşîna sala 2023’yan wê çawa bê meşandin, ji niha ve diyar e. Tecrîda ku li Îmraliyê hatiye şidandin, bi Îmrali dixwazin biçin encamekê. Hemû êrîşên esasî destpêkê navenda wan Rêber Apo ye, Îmrali ye. Rêber Apo girtiyê destê dewleta tirk de nîne. Van hêzên navneteweyî, komploger Rêber Apo dan wê derê, girtin û radestî dewleta tirk kirin. Eger niha jî em nizanin ku li Girava Îmraliyê çi dibe, ew di ber de berpirsyar in. Û vê jî di bin navê CPT de, saziyeke qaşo ya pêşîgirtina li îşkenceyê ye, pêşîgirtina li bêhiqûqiyê ye, lê pêşengiyê ji hemû bêhiqûqiyê re dike. Niha di bin wî kirasî de dixwazin tecrîdê rewa bikin. Dixwazin rojeva me careke din berovajî bikin. Ji bo ku em hesabê vê tecrîda li Îmraliyê nepirsin, her roj dixwazin rojeveke din ava bikin. Her roj milîtanên pêşeng qetil bikin û bi vî rengî çav bitirsînin. Em ê ji vê re tu carî sitû danenîn. Gelê me bi helwesteke welatperwerî, niştimanî, bi rastî jî refleksekî berxwedêr di kêliya yekemîn de herikî kolanan. Hemû kolanên Parîsê kirin qadên berxwedanê. Ew wî gelê me silav dikim. Divê ne tenê Parîs ne tenê Ewropa hemû der, her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat êdî heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, azadiya Rêber Apo neyê misogerkirin bênavber têkoşîn divê bê meşandin. Encamgirtin bi azadiya Rêber Apo misoger e. Heta ku em azadiya Rêber Apo misoger nekin em ê tu carî nikaribin mafên gelê Kurdistanê bi dest bixin. Azadiya jinan jî wê nikaribe biçe encamekê. Bi pêşengiya jinan, di xeta Rêber Apo de divê em hîn zêdetir vê têkoşînê bilind bikin.

Kes nikare pêşî li vîna azad bigire

Ev nirxên mezin ên hatine afirandin, bi hezaran şehîd, bi deh hezaran girtî, bi milyonan koçber; êşa gelê me ne tenê êşa li Parîsê ye. 50 sal in gelê me di bin van êşên mezin de ye. Bi hezaran salan e gelê me ji derveyî dîroka xwebûnê hatiye hiştin. Dema mijar dibe gelê Kurd her tişt ji wan re rewa ye. Gelê Kurdistanê êdî ne gelê berê ye. Jinên Kurdistanê êdî zane ne. Fikir û felsefeya jin a azad tevahiya cîhan hembêz kiriye. Ji vê ditirsin. Ji îradeya mezin ditirsin. Ji hêrsa jinê ditirsin. Bila baş zanibin hêrsa jin a azad wê pergala baviksalarî bi erdê re bike yek. Wê nikaribin li ber vê pêla rabûnê encamê bigirin. Di serî de jin çawa ku komkujiya 9’ê Çileyê di şexsê hevrê Sakîne, Ronahî û Fîdanan de pêk hat, êdî li hemû parzemînan yekgirtiya jinan çêbû. Bi şehadeta hevrê Nagîhan û Evînan êdî em divê bimeşin serketinê. Ji ber vê ez bang li tevahiya gelê me dikim, li jinan dikim, li tevahiya malbatên şehîdan dikim. Bi taybetî jî em êşa malbatên hemû şehîdên me yên dawî parve dikin. Ji hemû malbatan re bi taybetî jî malbatên hersê şehîdên me yên dawî hevala Evîn, Mîr û Abdûrrahman sersaxiyê dixwazim. Ji gelê Kurdistanê re, ji tevahiya heval û hogirên Evînan re û ji Rêber Apo re. Bila her kes vê baş zanibe, heta ku milîtanên weke Evînan hebin, dilsozê vê dozê bi eşqa azadiyê, bi vîna jin a azad, bi dilnizmî, bi kedkarî şev û rojên xwe çawa di têkoşînê de dida, ji bo ku komkujiyekê protesto bike çûbû amadekarî dikir di encama komkujiyekê de hate şehîdxistin. Divê her kes zanibe, kes wê nikaribe pêşî li vê raperîna mezin, li vê vîna azad bigire.

Xweparastin divê li her qadê êdî civakî bibe

Em di serdema şoreşa azadiya jinê de ne. Serdema sedsala 21’emîn sedsala şoreşa jinê ye. Pêşî li vê girtin, bi vê rê û rêbaza bêexlaqî nikarin encamê bigirin. Ji bo wê ez bang li tevahiya jinan dikim, jin ên ciwan, tevahiya ciwanên Kurdistanê divê gelê me bi pêşengiya jin û ciwanan parastina xwe bi xwe bike. Parastina cewherî êdî divê bê civakîkirin. Şerê gel ê şoreşgerî divê bê civakîkirin. Gelê me li ku dibe bila bibe ew gelê me divê parastina xwe bi kesên din ve nehêle. Hemû sazî û dezgehên xwe karibe biparêze, parastina xwe ya şexsî karibe bike. Û li hemberî dijminê faşîst xwînxwar, ew li her qadê weke gerîlayekî ew xwedî tedbîr be. Dîsa tevahiya dostên gelê me, yên enternasyonal jinên di rêya azadiyê de, kesên demokrat, hunermend, rewşenbîr, derdorparêz, hêzên ku li dijî vê pergalê dibêje ez jî xwedî vîn im, divê bi têkoşîna gelê Kurdistanê re bibin yek. Xwe êdî di vir de zelal bikin. Gelê Kurdistanê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide. Şervanên azadiyê rûmeta tevahiya mirovahiyê diparêzin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe, bi paradîgmaya xwe ji bo tevahiya mirovahiyê ew ronahiyeke, xeta azadiyê ya civakê ye. Li Rêber Apo xwedîderketin, azadiya Rêber Apo xwestin, erka her mirovî ye, demokratî ye. Bi rengê şermoke nîşandana helwestê êdî têrê nake.

Bi vê munasebetê ez careke din bang li hêzên Yekîtiya Ewropayê dikim. Di serî de Fransa, divê dev ji vê siyaseta durû berdin. Dev ji nêzîkatiya ‘Kurdê baş û nebaş’ berdin. Perçekirina Kurdan îro dihêle ku dijminê Kurdan ewqasî har û dîn bibe û encamê bigire. Heta ku ev durûtî hebe, nahêlin gelê Kurdistanê azad bibe. Bi zanebûn vê dikin, divê dev ji vê berdin. Eger dixwazin li herêmê aramî çêbibe, eger nikarin piştgiriyê bikin divê nebin asteng. Bila wê demê behsa heq û hiqûqê, behsa edaletê nekin. Hemû derew e, têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê ew paçê rûyê her kesî nîşan da. Her tişt zelal kir. Saziyê qaşo mafên mirovan e, çawa saziyên şexsî ne da diyarkirin.

Serketin dê bi pêşengiya Rêber Apo û jinan teqez bibe

Çawa sala 2013’an xwestin bi me çokê deynin, çawa ku ev konsept heta îro jî dewam dike lê nikarin encamê bigirin, ew ê careke din jî nikaribin bi vê rêbazê biçin encamê. Ev berxwedana mezin a 10 salên dawî hate kirin, ji îro û pê ve hîn bi berfirehkirin, bi watekirin, xurtkirina rêxistiniyê û meşandina têkoşînê dikare me bi ser bixîne. Ji bo vê ez careke din hevala bi rûmet pêşenga têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê hevrêya Sakîneyan hevrêya Rêber Apo hevala Evîn, hunermendê dilsoz, deng û awazê berxwedana gelê Kurdistanê Mîr Perwer û welatparêzê bi rûmet ku weke derwêşekî vê şoreşê xizmeta gelê xwe kir Mam Abdûrrahman Kizil careke din bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Soza ji bo van şehîdan, di şexsê wan de ji bo tevahiya şehîdên Kurdistanê weke tevgera azadiya jinên Kurdistanê û tevgera Apoyî em ê teqez hesab bipirsin. Em ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna azadiyê bi ser bixînin. Em ê encama wê bi tevahiya mirovahiyê û jinan re tacîdar bikin. Serketin wê bi pêşengiya Rêber Apo û jinan teqez bibe ya gelên Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar