Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Starta hilbijartinê li Hatayê hat dayîn

Partiya Çep a Kesk, starta xwe ya hilbijartinê li bajarê di erdhejê bandorek mezin lê bibû, Hatayê da.

Civîna starta hilbijartinê, li navçeya Defneyê di bin konekî de hate lidarxistin. Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan tevli civînê bûn.

Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û qurbaniyên erdhejê bi bîr anîn. Hulya, got ku ew starta hilbijartinê didin û ev tişt anî ziman: “Em soz didin ku dê bajarê xwe û xwe jî jinûve ava bikin. Em di bin siya herêmên erdhejê de dikevin hilbijartinê. Ev bajar, ji ber biryarên xelet, qadên li ber rantê hatine vekirin û efûyên îmarê yên îktîdar ketin vî halî. Lewma yên ku rê li ber vê komkujiya mezin vekirî, îktîdar bi xwe ye. Me jî di stratejiya hilbijartinê de ev mijar tevek vegotin. Em dibînin ku dawiya rejîma AKP-MHP’ê tê. Mafên jiyan û vekhewîyê hatiye binpêkirin. Em ê bên û bi hev re biguherînin. Em ê vê pergala xerab hilweşînin.”

Hulya, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi ciwanan, bi jinan re tên. Em ê bi piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bên. Rêya me dirêje û serdemeke zehmet e. Lê em ê bi hev re têbikoşin û ser bikevin.”

Piştî xwendina stratejiya hilbijartinê, civîn ji çapemeniyê re girtî hat dewamkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar