Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Starta Newrozê li Amedê dan

Yekemîn agirê Newrozê li Peyasa Amedê hat pêxistin û starta pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr hat dayîn

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, berî mîtînga mezin a Cejna Newrozê yekemîn agirê Newrozê pêxist û starta pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr da. Agirê Newrozê ji aliyê Komîteya Amadekar ve li baxçeyê avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyasê hat pêxistin. Komîteyê piştî daxuyaniyê agirê Newrozê pêxist. Parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag û Remziye Tosûn jî di nav de gelek kes beşdarî, bernameya pêxistina agirê Newrozê bûn.

Bi baxçeyê partiyê, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin”, “Jin wê bi raperîna xwe, agirê Newrozê qîr bikin”, “Newrozê ji bo gelan têkoşîne, ji bo yekitiya kurdan gotine” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişkînin” li ser nivîsandî hatin vekirin. Serokê Komîteya Amadekariyê Îrfan Soner û endama Komîteyê Zelal Bîlgîn daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji derveyî welat û di hûndirê welat de, em Newroza îsal bi polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin û şer pêşwazî dikin. Ligel hemû zextan jî em Newroza gelên Tirkiyeyê pîroz dikin û em ê pîroz bikin. Weke ku tê zanîn Newroz di heman demê de banga aştiyê ye. Îro gel kurd amadekariyên xwe yên Newrozê dikin. Em bi vê wesîleyê, banga berxwedanê li gelê xwe dikin.”

Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Soner diyar kir ku wan ji bo pîrozbahiya mîtînga mezin a Newrozê serî li Walîtiya Amedê dane û wiha axivî: “Agirê Kawayê Şoreşger îro jî didome. Em dizanin ku Newroz aştî, edalet û demokrasî ye. Divê her kes Newrozê pîroz bike.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend li dora agir hat gerandin. Bi pêxistina agir re bê navber dirûşmên ‘Newroza Rêber Apo pîroz be’, ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin berzkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar