Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Starta Newrozê li Amedê hate dayîn

Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navçeya Sûrê, bi civîneke çapameniye starta pîrozbahiyê Newrozê hat dayîn. Di civînê de banga tevlîbûna Cejna Newrozê hate kirin.

Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên kurd, starta pîrozbahiya Newroza 2020’an bi civînek çapemeniyê hat dayîn. Civîn bi beşdariya hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî, nûnerên Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), serokê giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, serokê giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, nûnerê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur) Bora Balîn û parlamenterên HDP’ê beşdarî civîna starta Newrozê bûn. Civîn li Otêla Demîr a navçeya Sûr a Amedê pêk hat û pankartên ‘Bi rûuê Newrozê yekitiya neteweyî’ û ‘Ji bo azadî, yekitî û demokrasiyê werin Newrozê’ hatin daliqandin. Di civinê de metneke hevpar ku hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metna kurdî ji aliyê serokê giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û metna tirkî jî ji aliyê hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin.

Metna hevpar

Metna hevpar a ji aliyê Kamaç ve hat xwendin wiha ye:

“Erdnîgariya Kurdistanê, li gel şerê bi hezaran salan, qetlîam û koçberkirinê bi saya hilberîna axa xwe ya bi bereket malovanî ji gelan, baweriyan û çandan re kiriye. Gelê kurd ê qedîm bi hezaran sal in ku li ser vê erdnîgariyê dijî, bi serdeman e ku bi gelên cîran re di nava aşitiyê de jiyaye, destwerdanî tu ziman û çandan nekiriye, çav berî axa kesî nedaye, bi rûmetdarî jiyana xwe berdewam kiriye.

Li hêlekê vê axa dîrok zilm û qetlîam, li hêla din jî daîma kevneşopiya berxwedanê pêş ketiye. Gelê kurd li hemberî zaliman di warê berxwedanê de bûye hêza pêşeng, bi salan e li hemberî Dehaqên zalim, Kawayên berxwedêr afirandiye (derxistiye).

Gelê kurd bi hezaran salan e ji bo mezinkirina berxwedanê her sal di 21’ê adarê de vê rojê wekî cejna ji nûve zayînê, nûjenbûn, berxwedan û hêviyê pîroz dike. Agirê Newrozê ji bo kurdan bûye sembola berxwedan û paqijiyê.

Gelê kurd dê îsal jî li hemberî zilm, pêkûtî, înkarkirin, îmhakirin û girtinan ji bo bibe dengê aştî, biratî, azadî û wekheviyê dê dakeve kolan û qadan. Ji bo jiyaneke çawa? Û daxwazên xwe yên rewa bîne ziman û biryarbûna xwe ya têkoşînê nîşanî hemû raya giştî ya cîhanê bide dê bi tevlêbûna milyonên ku dîlanê digirin dê agirê Newrozê geş bikin. Kurd wê careke din li hemberî yekperestiya ku li gelan tê ferzkirin, ji Amedê heta Mahabadê, ji Hewlêrê heta Kobanê bi gelên cîran re biqêre ku wekhevî, azadî û pirdengî ne bê îmkan e.

Em îsal jî di bin siya şer, xizanî û bêçareseriyê de Newrozê pîroz dikin. Bi ruhê Newroza ku li hemberî zilma dîrokî û redkirina newekheviyê vejiyaye, îro jî li dijî şer, bêedaletî û polîtîkayên înkarkirinê gotina me heye.

Di Newroza ku wê bi milyonan kes dakevin qadan de;

Em ê nîşan bidin ku daxwazên siyasî yên gelê kurd ne mijara bazariyê ya hêzên şer e. Ji bo avakirina jiyana di nava aştiyeke bi rûmet, wekhev û azad em dê hemû qadên jiyanê bi rêxistin bikin. Em ê jiyana axatî û koletiyê ya ku li ser me tê ferzkirin teqez qebûl nekin. Bi vê munasebetê em ê banga piştevaniyê li tevahî raya giştî ya navneteweyî û dostên xwe bikin.

Ji bo aşitiya Rojhilata Navîn em ê bang li tevahî gelên cîhanê bikin ku li hemberî şerên hegomon ên tê kûrkirin dengê xwe bilind bikin.

Em ê ji bo neheqî û bêhiqûqiyên li hemberî girtiyên dîl hatine girtin, birêz Abdullah Ocalan ê ku 21 sale di bin tecrîda giran de ye, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî azadiyê biqêrin.

Em ê jin, ciwan û kalepîr ji bo daxwazên jinan ên azadî û jiyana hevpar ku bi berxwedana xwe hêz dane me û berxwedanê nîşanî me dane biqêrin.

Li hemberî sermeyedarkirina av, çem, daristan û bajarên xwe, em ê li dijî hilweşandina dorhêl û texrîbatên li xwezaya ku ji qadên me yên jiyanê pêk tên bêjin raweste.

Em ê daxwaza xwe ya cîhana ku tê de mirov ji birçîna întixar nakin, ji bo hûnandina jiyana wekhev û mirovî ku tê de mêtingerî tunebe biqêrin.

Em ê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyeke wekhev, azad û adilane biqîrin.

Wê Newroza 2020’an bibe platforma ku gelê kurd tê de bi coş û kelecanek mezin daxwazên xwe yên siyasî biqêre. Em di serî de gelê xwe, hemû dostên xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û dorhêlparêzan dawetî pîrozbahiya Newroza 2020’an dikin.

Ji hemû deman bêhtir em nêzî azadiyê ne!

Û bawerî, biryarbûn û hêviya me ji ya hemû deman bi hêztir e!

Bi ruhê yekitiya neteweyî û ber bi aştiyeke bi rûmet ve

Em ê bi serkevin, teqez em ê bi serkevin…

JI BO AZADÎ, YEKRÊZÎ, YEKITÎ, EDALET Û DEMOKRASIYÊ WERIN NEWROZÊ”

Piştî xwendina metna hevpar, nûnerên partî û tevgeran derbarê wate û girîngiya Newrozê de diaxivin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar