Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Statuya başûrê Kurdistanê jî di xeterê de ye

Li başûrê Kurdistanê hemû têkîlî bi nav hev ketine. Partiyên kurd li gel hev yek nînin. Pirsgirêkên navxweyî her diçe mezin dibin. Partiyên kurd hem li hember hukumeta navendî, hem jî li hember Îran û Tirkiyeyê bi yekdengî tevnagerin. Neyarên kurda ji nakokiya navbera partiyên kurd îstîfade dikin û wan ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Wekî mînak, eger hevkariya PDK’ê nebe dewleta tirk li başûrê Kurdistanê nikare yek leşkerê xwe rabigre. Belê, dikare bi balafiran şerê xwe yê başûrê Kurdistanê bidomîne. Lê nikare bandor li şervanên kurda bike; nikare bandor li civaka Kurdistanê bike. Di vî warî de helwesta PDK’ê ji bo dewleta tirk derfetek mezin e. Ev derfet jî ji kurda re mirin û talan e.

Sala çûnê Yasîn Bulut, îsal jî Mehmet Zekî Çelebî li navenda Silêmanî hatin şehîtkirin. Heta niha çendîn car bi rêya SÎHA’yan li Şengal, Mexmûr, Duhok, Hewlêr û Silêmanî kurd hatin qetilkirin. Ev kiryarên qirêj ne tiştên ji rêzê ne. Rast e, ew teknîka dewleta tirk heye. Dikare van kiryaran pêkbîne. Lê li hember van kiryaran hema bêjin yek partiyeke desthilatdar ya başûrê Kurdistanê bertek nîşan nedan. Baş e, ew hêza wan tune ye ku pêşî li êrîşan bigrin. Ma nikarin bertek jî nîşan bidin? Diyar e hin sedemên ku nikarin bertekan nîşan bidin hene.

Partiyên kurd ne tenê li hember kiryarên dewleta tirk, her weha li hember kiryarên Îranê jî bê deng in. Ne bi qasî dewleta tirk be jî, Îran jî carina sûîkastan pêktîne, bi top û balafiran êrîşên hêzên kurd dike. Îran jî her wekî dewleta tirk tedaxûlî karên navxweyî ya herêma Kurdistan û Iraqê dike. Lê partiyên me yên başûrî vana qet nabînin, heta dixwazin kiryarên wan ji ber çavan veşêrin.

Ev helwesta partiyên me yên başûrî herî zêde ji bo başûrê Kurdistanê xeter e. Belê, îro statuyeke wan heye. Dinya hemû wan wekî herêmeke federal nas dike. Dema li gel welatên din hevdîtînên fermî dikin, bi tevî du alan derdikevin hemberî rayedarên dewletên din. Tenê ev du salên dawî  ne, Erdogan wan re bi gor rê û rêbazên dîplomatîk nahewîne. Mixabin, ew jî vê yekê qebûl dikin. Lê ji bilî Erdogan, herkes ji statuyên wan re bi şeklî be jî hurmet digrin. Mecbûr in, hurmet bigrin.

Lê niha ev statuya Başûrê Kurdistanê jî ketiye xeterê. Ne ku ez vê dibêjim. Berpirsa Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis vê dibêje. Dema min van hevokan dinivîsand, li ser banga Neteweyên Yekbûyî partiyên başûrî di hevdîtînek girtî de bûn. Jeanine Hennis beriya hevdîtînê bang li partiyên kurda kiribû ku di civînek girtî de ew û partiyên başûrî werin ba hev. Lê tê gotin ku Jeanine Hennis partiyên kurda bi tundî hişyar jî kiriye. Gotiye, “Eger hûn perçebûna xwe bidomînin, ew ê statuya we jî bikeve xeterê. Rojên we yên pêş ew ê ji îro baştir nebe.”

Niha di serî de PDK, hemû partiyên desthilatdar ya başûrê Kurdistanê ku ji dagirkeran re bêdeng in, piranî PKK’ê dikine hedef. PKK wekî sedema hemû nakokiyan nîşan didin. Belê, dibe ku PKK di hin waran de ji desthilatdariya hukumeta federal ya Kurdistanê re asteng e. Lê heta ku 80-90 baregahên leşkerî ya dewleta tirk li başûrê Kurdistanê bin û her roj bi sedan êrîş ser kurda werin kirin, çi maneyên rexneyên bi vî rengî ya li ser PKK’ê tune ne. Huqûka navnetewî û destûra Iraqê rê dide ku rayedarên başûrê Kurdistanê bertek li dagirkeran nîşan bidin. Eger nakokiyên xwe çareser bikin û li gel Iraqa federal pêywendiyên xwe xurt bikin, dikarin zêdetir bandor li Tirkiyê û Îranê bikin. Lê ew vê nakin, her diçe nakokiyên xwe kurttir dikin.

Ev cûre siyaset siyaseta ne tu siyaset e û berjewendîparêz e. Siyaseta teng e û çi destkeftiyan bi xwe re nayne. Nikare destkeftiyan jî biparêze. Divê partiyên başûrê Kurdistanê, bi taybet jî partiyên desthilatdar, demildest ji van şaşiyan paşvegerin, pêywendiyên xwe bi gorî berjewendiyên gelê kurd û gelên herêmê ji nûve saz bikin. Heke na, xeter bi rastî başûrê kurdistanê jî tê de ji bo hemû kurdan mezin e.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar