Li Başûr û Rojava, her çendî di asta navneteweyî de fermî nehatibin pejirandin jî, di kiryarî de meriyet, mîna statuyên federasyon an xweserî heye.
Li Başûr, federasyon di makezagona Iraqê de jî cih girtiye.
Li Rojava, hîn negihiştiye ku bikeve makezagona Sûriyeyê lê gav bi gav ber bi statuyek wisa re diçe. Jixwe di pratîkê de, nêzî deh sal in weke jiyanek xweser û bi navê Xweseriya Demokratî, gelê Rojava xwe bi rê ve dibe.
Ev sîstema ku hatiye damezrandin li Rojava, ji aliyê piraniya dewletan ve, ne fermî lê bi kiryarî tê naskirin. Mirov heta astekê di nava van dewletan de DYA û Rûsyayê jî bibîne.
Ji bilî dewletên dagirker; di serî de dewleta tirk, hema tu dewletên din yekser li dijî vê rêveberiya xweser a Rojava ranewestiyane. Jixwe bi giranî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve, bi erênî tê dîtin, ji pir aliyan jî weke sîstemek model a hemdemî ya nûjen tê binavkirin. Aliyê herî pesindariya wê tê kirin, di rêveberiyê de; bi giştî karanîna aliyê demokratîk e û bi taybetî jî di rêveberiyê de rola jinan e.
Lê niha êdî hinek dengê naskirina vê rêveberiyê û statuya kurd û Kurdistanê, ji nava hinek rayêdarên dewletên dagirker jî tê bihîstin. Beşar Esed, ji bo Sûriyeyê bi giştî, bêgûman armanc bi taybetî Rojava ye, sîstema nenavendî xiste rojevê. Ev gotin tê wateya pejirandina federasyon, xweserî û hwd. rêveberiyên herêmî ye.
Her wiha Serokwezirê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davudoglu, di roportajekê de bi berfirehî mijara gelê kurd xistiye rojeva xwe. Hem ji bo kurd û Kurdistanê hemû, hem jî bi taybetî ji bo Rojava û Başûr axiviye. Jixwe Federasyona Başûr ji berê ve nas dike û her pesindariyê wê dike. Lê ya balkêş ji bo Rojava jî, xweseriyê dipejirîne û dibêje ‘divê Tirkiye ji vê re rêzê bigire.’ Her wiha bi taybetî parastina Efrînê dike û bi giştî ji bo kurdan, perwerdeya bi zimanê kurdî diparêze û hwd.!
Li aliyê din hinek payebilindên DYA’yê derbasî Rojava bûne û bi payebilindên Rêveberiya Xweser re rûniştine. Li gorî saloxan, ji bo xurtkirina alikariya xwe bi Rojava re, sozên xwe nûjen kirine. Mînak, ji bo di asta navneteweyî de were naskirin û ji bo pêşiyê li êrîşên ser wan bigire û hwd.
Her wiha tê gotin ku ji aliyê DYA’yê ve, heyetek girîng bi navê Rêveberiya Xweser hatiye vexwendin û ev heyet, piştî gera Washingtonê ew ê derbasî Moskovê jî bibe. Di heman demê de, ji aliyê Britanya û Fransayê ve heyetên mezin ên Başûr jî hatinin vexwendin.
Hilbet li gel nûçe û agahiyên erênî yên neyînî jî hene. Li aliyekî têkiliyên dewletên dagirker ên Îranê û Tirkiyeyê ber bi xerabûnê ve diçe, lê li aliyê din jî paralelî hevdû, Îran jî êrîşî berpirsiyar û peşmergeyên PDK-Î’ê yên li Başûr dikin û gelek kes jî şehîd xistine.
Mustafa Kazimî, ji nişkave vexwendî Tehranê bû. Li gorî çapemeniyê, peywendî û peymanên navbera xwe xurtir kirine. Mînak, vîze ji navbera xwe rakirine, rêya dirêj a trênê çêdikin, asta bazirganiyê û aboriyê bilindtir dikin û hwd.!
Her wiha nûçeya hevdîtina li Bexdayê ya Serokê MÎT’a tirkan Hakan Fîdan û Serokê Muxabarata Sûriyeyê Elî Memlûk, bi hemû germaya xwe di rojeva raya giştî de ye. Bêgûman van hewldanên dagirkeran, ne ji xêra kurd û Kurdistanê re ye.
Di vê navberê de, piştî 6 salan Putin, Beşar Esed vexwendî cem xwe Moskovê û pêşewaziyek germ nîşan da. Dibe ku ev vexwendina bi giranî ji bo siyaseta giştî û Rojhilata Navîn be. Hilbet ew ê bi taybetî li ser siyaseta nû ya li Suriyeyê û nexasim rewşa Rojava jî rawestin. Aliyê wê yê dijberî Tirkiyeyê jî hene. Mînak, gotine; Bila hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin!
Li Iraqê di 10’ê cotmeha 2021’an de hilbijartinên giştî hene û yekser bandora xwe li ser Rêveberiya Başûr û bi taybetî li ser Statuya Şingalê dike. Hilbet ji bo di hilbijartînê de destkeftiyek hêja were standin hewldanên xurt divê.
Bandora van nûçe û agahiyan, li ser doza kurdan, bi taybetî jî li ser statuya kurd û Kurdistanê gelek heye.
Ne Ahmet Davudoglu tenê hemû partiyên din jî ketine nava hewldaneke lezgîn, ji bo kurdan bikişînin partiyên xwe. Erê dibe ku ji bo hilbijartinan be lê gûman heye weke ku ji hinek aliyên ‘jor’ ve, li ser mijara kurdan hinek agahî/ferman bihîstibin.
Bi gotinek din, hewldanên wan ji bo careke din kurdan bixapînin. Lê diyar e êdî kurd nema tên xapandin, rêya xwe ya rast baştir nas kirine û îradeya xwe jî xurtir kirine. Bêgûman hişyarî û amadekarî divê, ji bo bidestxisitana statuya fermî ya navnetewayî!