PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Stratejiya esasî ya dewleta tirk Mîsakî-Mîllî ye’

BEHDÎNAN |

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bû mêvanê ‘Bernameya Taybet a Stêrk TV’yê. Karayilan bersiv da pirsên rojnameger Arjîn Ferat û li ser şehadeta Kasim Engîn, êrîşa dewleta tirk a li Heftanînê, girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdan û çalakiyên gerîla ev nirxandin kir:

“Beriya her tiştî di şexsê şehîdên hêja hevrê Kasim Engîn û Zîn Cîzre de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim û soza ku me dane wan dubare dikim. Hezîran meha fedayiyan e. Ew meh e ku Şehîd Zîlan, Şehîd Sema çalakî kirine. Bi vê wesîleyê fedayiyên mezin hevrê Zîlan, Sema û Gulan bi bîr tînim. Em her roj şehîdan didin, di nava şer de ne. Duh di Berxwedana Cenga Heftanînê de du hevrêyên me bi navê Mazlûm û Egîd li Girê Dûpişkê bi berxwedaneke dîrokî gihîştin şehadetê. Di şexsê van hevrêyan de şehîdên Cenga Heftanînê bi bîr tînim, soza ku me dane şehîdan dubare dikin.

Ewladekî gelê kurd bû ku xwe baş gihandibû

Ez hîn ji Ewropayê hevrê Kasim Engîn nas dikim. 31 salan me hev nas dikir. Ji nêz ve me hevrêtiya çekê jî kir. Di rojên xweş de, di rojên zehmet de me gelek tişt bi hev re parve kir. Gelek hevalên me li ser hevalê Kasim axivîn, daxuyanî dan. Ya rast hevalê Kasim bi daxuyaniyên xwe yên li çapemeniyê, bi helbestên xwe, bi têgihiştina xwe ya xurt a dîrokê û bi karên xwe yên ku raya giştî jî didît dihate nas kirin. Hevrê Kasim fermandarek bû, nivîskarek bû, dîroknasek bû. Yekî gelekî jîr û jêhatî bû. Di daxuyaniyekê de ji bo wî digotin ‘fîlozofê çiyê’. Wisa bû. Hevalekî mîna fîlozofekî bû. Ewladekî gelê kurd bû ku baş têgihiştî bû.

Dijmin bi êrîşên sûîqestê yên li dijî hevalên me yên li rêveberiyê, bi êrîşên li ser hêzên me yên HPG’ê dixwaze encamekê bi dest bixe. Bi vî rengî nikare encamê bi dest bixe, ev ji bo wan xeyal e. Kasim Engînek şehîd dikeve, lê belê bi dehan Kasim Engîn li şûna wî têdigihêjin.

PKK dema ku şehîdan dide lawaz nabe, berevajî hîn bêhtir xurt dibe. Ji ber vê yekê dijmin tu carî negihîştiye armanca xwe. Hevrêyên me şehîd dibin. Her hevrêyekî me ku şehîd dibe li pey xwe rêveberiyekê, rêbazekê dihêle. Berxwedana me li ser bingeha vê rêbazê xurt dibe û bi vî rengî têkoşîna me gihîştiye vê astê.

Xiyaneta noker û êrîşeke namerdî

Di vê şehadetê de ya ku mirovan diêşîne ew e ku lehengekî mezin fîlozofekî mezin ê kurdan bi destê kesên xayîn û noker hatiye şehîdxistin.

Apoyiyekî mezin ku dikarîbû xizmetên mezintir li gelê Kurdistanê re bikira, bi êrîşeke tirsonekî, namerdî ya dijmin hate şehîdxistin.

Em şoreşger in, sibe dusib dikarin şehîd bibin. Ev pêkan e. Ez jî di nav de ev yek ji bo her kesî derbas dibe, lê belê em baş zanin ku ev doza me li gel her tiştî wê bi ser bikeve. Doza me ya mafdar bi şehadeta hin hevrêyan lawaz nabe, berevajî wê xurt bibe û bi ser bikeve. Em jî bi vî rengî xwedî li bîranîna şehîdan derdikevin.

Çavûşoglû mîna serseriyekî ye

Dewleta tirk a dagirker naxwaze ku yekitiya neteweyî ya kurdan ava bibe, ji ber ku gelekî ji vê ditirse. Jixwe her welatpazekî kurd dema ku bala xwe bide ser daxuyaniyên dawî yên Mevlut Çavûşoglû wê bibîne ku dewleta tirk a dagirker çi ye, wê rast fêhm bike. Daxuyaniya Çavûşoglû ecêb e, mîna serseriyekî gefê dixwe. Hem gef li YNK’ê xwar hem jî li ENKS’ê. Lê belê esasî gef li PDK’ê xwar.

Di yekitiya neteweyî de divê em israr bikin

Ji bo li ser başûrê Kurdistanê xeta nokeriyê bidome, tevî zextê; zexta siyasî û leşkerî bi rengekî aşkera gefan jî dixwe. Dibêje ‘Ger hûn bibin yek, ger hûn bi vî rengî tevbigerin ez ê we bikim hedef’. Vê yekê bi rengekî aşkera dibêje. Baş e dema ku dijmin tiştekî wiha got, divê li pêşberî vê yekê gavê bi paş ve biavêjin? Na! Madem dijmin wiha dibêje, wê demê di vir de xêr heye û divê li ser vê yekê mirov israr bike. Bêyî ku li ber xwe bikeve, bêyî ku ji xwe fedî bike bi rêya çapemeniyê van gefan dixwe. Normal têkiliya xwe bi hêzên navborî re jî heye. Kes nizane ku bi rêya têkiliyên xwe gefên bi çi rengî li wan dixwin. Li ser çapemeniyê bi rengekî aşkera dibêje ‘hin dewlet jî bi wan re dilîzin, ev yek lîstik e’. Herhal mebesta xwe Amerîka û Fransa ye. Ji ber ku ew dewlet di navbera ENKS û PYD’ê de navbeynkariyê dikin qala wan dike.

Peyama êrîşa Heftanînê

Di vê mijarê de nuqteyeke cuda heye ku balkêş e. Mesela têkildarî operasyona li dijî Heftanînê şîrovekarên wan hin şîroveyan dikin. Ev şîrovekar yek ji aqilmendê dewletê ye, dibêje ‘Divê operasyona Heftanînê tenê weke operasyona dagirkirina Heftanînê neyê dîtin’. Peyama ku dide girîng e. Dibêje, ‘Dixwazin bakurê Iraqê û bakurê Sûriyeyê bikin yek. Herduyan li hev kom dikin û didin rûniştandin. Ev operasyon peyamek û destwerdanek li vê yekê ye’. Yanî bi aşkera dibêjin ’em operasyonê li dijî siyaseta kurd dikin, dest li siyaseta kurd werdidin, divê kurd nebin yek’.

Li dijî Şêladizê bi hêrs in

Dijmin bombe li derdora Şêladizê barandiye. Bombekirina Şêladizê jî heman tişt e. Yanî bi vî rengî dixwaze gefan bixwe. Çima bi taybetî Şêladizê? Ji ber ku di destpêka sala derbasbûyî de li Şêladizê raperîneke gelekî şoreşger çêbû, baregeheke leşkerî ya dijmin hate şewitandin û helwesta gelê başûrê Kurdistanê nîşan da. Ji ber vê yekê li dijî Şêladizê bi kîn in, ev êrîş kirin. Mixabin 5 welatiyên me şehîd bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê başûrê Kurdistanê re dixwazim. Ew şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne û ew ê di mezinbûna vê têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin.

Divê her kes serdema nû baş û rast fêm bike

Em ketine serdemeke nû. Di vê serdemê de hem rojhilat, hem bakur, hem başûr û hem jî rojavayê Kurdistanê vê serdemê baş û rast fêhm bikin. Doza azadiyê ya kurd îro ketiye serdemeke nû. Dewleta tirk li dijî doza mafdar a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî statuya gelê kurd dest bi êrîşê kiriye. Ev êrîş gelekî berfireh e. Ew stratejî ye ku dewleta tirk ji xwe re kiriye esas. Armanca xwe qirkirina gel û civaka kurd e. Dixwaze statûya gelê kurd a li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê, destketiyên kurdan ên li her deverê ji holê rakin. Naxwaze gelê kurd bibe xwedî nasname. Armanca bingehîn a stratjiya wan wiha ye. Bêguman astên taktîkî yên vê stratejiyê jî hene. Niha bi vî rengî tê meşandin. Ev yek jî nîşan dide ku em bi rewşeke nû re rû bi rû ne.

Stratejiya wan a veşartî ‘Mîsakî-Mîllî ye’

Dewleta tirk dibêje ku operasyona li dijî Heftanînê yek ji mezintirîn operasyonên salên dawî ye. Hin armancên xwe aşkera kirin, lê hemû aşkera nekirin. Ev yek stratejiyeke veşartî ye. Em timî dibêjin, mirovên din jî dibêjin. Stratejiya wan a veşartî dagirkirina ‘Mîsakî-Mîllî’ ye. Asta vê ya taktîkî aşkera dikin. Ya ku aşkera bûye çi ye? Bi zexta li ser siyaseta başûrê Kurdistanê dixwaze li pêşiya avabûna yekitiya neteweyî ya kurdan bibin asteng. Dixwaze hêzên kurdan li dijî hev bi kar bîne. Dixwaze Rojava û Başûr, Başûr û Bakur li ber hev rake, nehêle yekitiya xwe çêbikin. Yek ji armancên wan ên aşkera bûye ev e.

Bi rêya herêma tampon dixwazin dagir bikin

Armanceke xwe ya din ku aşkera bûye çi ye? Dixwazin li başûrê Kurdistanê herêmeke tampon; bi gotina wan herêmeke tampon a bi firehiya 35-40 kîlometreyî ava bikin. Ev yek bi aşkerayî gotin, lê belê stratejiya xwe bi temamî negotin. Bi vê operasyonê dixwazin Heftanînê dagir bikin. Operasyona Heftanînê destpêka vê ye. Par dagirkirina Lêlîkanê amadekariya vê bû. Niha jî dixwazin aliyê din ê başûrê Kurdistanê yanî Heftanînê bigirin. Aliyê din yanî Lêlîkan a li Xakurkê girtin. Piştre jî dixwazin van her du aliyan bigihînin hev. Wê çawa bikin? Ji Derkarê heta Batûfayê û Bamernê, Kanîmasî ji xwe di nav de dimîne, piştre jî Amediyê, Dêrelok, Şêladizê û Sîdekanê dixwazin werbigirin. Armanca wan ev e û bi rengekî aşkera jî dibêjin. Dixwazin vê herêmê dagir bikin. Her wiha nabêjin ku ew vê dagirkeriyê bi demkî dikin. Jixwe li devera ku dagir dikin rê çêdikin, sîstema xwe ava dikin û mayînde dikin.

Helwesta Başûr tê meraqkirin

Di vir de ya girîng ew e ku hêzên derdorê wê xwedî helwesteke çawa be. Kêm jî be Iraqê nerazîbûn nîşan da. Hem bang li sefîrê tirk kir hem jî daxuyanî da. Xuya ye li Neteweyên Yekbûyî jî giliyê Tirkiyeyê kiriye. Erebistana Siûdî, Misir, Yekitiya Ereban daxuyanî dan, lê belê hêzên navneteweyî yên li herêmê serdest in di vê mijarê de hîn nêrîna wan nayê zanîn. Gelo yên ku vê dikin bêyî agahiya wan dikin, bi taybetî Amerîka wê di vê mijarê de çi bêje, hîn nediyar e. TC dikare bêyî agahiya wan vê bike? Ev mijareke girîng e. Ne tenê ew, her kes fikrê hikûmeta li başûrê Kurdistanê meraq dike. Li dijî plana Tirkiyeyê ya ji bo avakirina herêma tampon û dagirkirina beşek ji başûrê Kurdistanê gelo helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya Federal çi ye?

Yekser gef li YNK’ê xwarin

Çima gef li YNK’ê xwarin? Ji ber ku beriya du rojan Koma YNK’ê ya li Parlamentoy Iraqê li dijî êrîşên dewleta tirk daxuyanî da. Çavûşoglû yekser gef li wan xwar. Got, ‘PKK li wir serdest e’. Çi eleqeya xwe heye? Gel bi xwe nikare li wir bimeşe. Lê belê dewleta tirk a faşîst ji xwe re hincetan diafirîne. Ji bo wan afirandina hincetan ne karekî zehmet e. Ji xwe siyaseteke ku xwe dispêre înkar û derewan dimeşîne. Yekser derew kir û got ‘PKK li herêmê serdest e’.

Armanca wan a bingehîn ew e ku bi zextê teslîm bigirin. Mesele ev e. Gelo wê siyaseta başûrê Kurdistanê li pêşberî vê çi bike? Gelo wê xwe vegire? Wê teslîm bibe yan jî piştgiriya wê bike? Ger niha li ber ranebe wê dewleta tirk herêma tampon ava bike. Ger li pêşberî vê yekê bêdeng bimînin hingî ev yek tê wê wateyê ku wan ev dever firotin e. Her kes wê bi vî rengî fêhm bike. Em dibêjin, ger ne bi vî rengî be wê demê helwestê nîşan bidin.

Dema hevkariyê û siyaseta nerm bi dawî bû

Dema hevkariya bi Tirkiyeyê re û siyaseta nerm qediya ye, ji ber ku dewleta tirk êrîşan li ser hev dike. Hem zimandirêjiyê dike hem jî ji aliyê leşkerî ve êrîş dike. Bila kes bi hinceta wan nexape ku PKK’ê dikin hincet. Par dema ku êrîş li ser Serêkaniyê bû Nêçirvan Barzanî got, ‘Pirsgirêka dewleta tirk bi kurdan re nîne, pirsgirêka xwe bi PKK’ê re heye’. Ez jî niha ji birêz Nêçirvan Barzanî re dibêjim, ‘fermo biçe li Serêkaniyê binêre, binêre Kurd di çi halî de ne. Binêre li kurd maye yan na? Mal û milkê wan hatiye talankirin yan na? Dest avêtine namûsa wan an na? Ji Xûtayê nizanim ji ku derê çeteyên xwe anîne bi cihkirine yan na? Gelo rewşa kurdên li Efrînê çi ye? Li wir qirkirin heye, kurd hemû hatin derxistin. Mal û milkê kurdan hemû hatin talankirin, dest danîn ser her tiştê wan. Heman tişt li Serêkaniyê jî kirin.

Bila kes parêzeriyê ji dewleta tirk re neke. Bila rastiya faşîzma AKP-MHP’ê bibînin. Ew dixwazin siyaseta qirkirinê li dijî gelê me bimeşînin.

Berxwedan dîrokî ya li Heftanînê

Ji girê li ser gundê Heftanînê re em Girê Sîpan dibêjin. Li wir şer diqewime. Dijmin dixwaze li wir ber bi pêş ve bê. Ger bi pêş ve bê wê xwe bigihîne Keşanê. Dijmin ji xwe dibêje ku divê xwe bigihîne Batûfayê. Xuya ye li wir hêzên wan hene, dixwaze xwe bigihîne wir. Li Girê Sîpan şer heye, hevalên me dest ji wir bernedaye. Dijmin gelek caran hewl da, lê belê li wir berxwedaneke dîrokî heye. Ger cihê ku em jê re Girê Şehîd Bêrîvan dibêjin ku li ser Banikê ye, Girê Dûpişkê girtin hingî wê Heftanînê bikin du parçe. Bi parçekirinê re dixwazin hevalên me yên li Xantûr û Geliyê Pisaxayê dorpêç bikin. Taktîka wan a niha wiha ye. Jixwe duh li Girê Perex-Qesrokê dest bi êrîşekê kirin, dixwazin ji wir jî bi pêş ve biçin. Niha li sê cihî şer diqewime.

Bi lehengiyeke mezin şer tê kirin

Dijmin got ku beriya destpêkirina operasyonê wan bi destê ajan hevkarên xwe li Heftanînê çar hevrêyên me şehîd xistiye. Ne weke ku dijmin dibêje çar heval, lê sê heval şehîd bûn. Hevrêyên me Şahîn, Çiya û Tolhildan li cihekî nêzî gundê Keşanê piştî ku ajanan devera ku lê bûn îxbar kirin, şehîd bûn. Ev yek beriya operasyonê bû. Wê şevê ji xwe êrîşeke berfireh a hewayî çêbû. Heta niha du hevrêyên me di nava operasyonê de şehîd bûn. Navê wan jî berê hate ragihandin ku hevalên Mazlûm û Egîd bûn. Eleqeya xwe bi çar hevalan re nîne. Lê belê li çend deveran şer diqewime. Em ji niha ve nizanin ku encamên wê wê çi be. Bi kurtasî berxwedana ku heta niha li Heftanînê hate nîşandan, aşkera dike ku Berxwedana Cenga Heftanînê wê dîrokî be. Li wir bi lehengiyeke mezin şer tê kirin.

Em ê heta dawiyê şer bikin

Di serî de gelê me yê li başûrê Kurdistanê bila tevahiya gelê Kurdistanê zanibe ku li dijî siyaseta dewleta tirk a ji bo avakirina herêma tampon a li başûrê Kurdistanê em ê heta dawiyê şer bikin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê dest ji Heftanînê bernedin. Di destê dijmin de teknîk heye, dibe ku hin deveran jî bigirin, lê belê nikare her deverê bigirin. Fatûreya devera ku girtin jî wê hebe, wê berdêla wê bidin. Li her devera ku girtin wê her tim bên kuştin. Em wê li wir û li her cihî li ber xwe bidin. Ji bo ev siyaseta tampon têk biçe em ê bi rengekî dîrokî li ber xwe bidin. Hevalên me hemû bi vê biryardariyê ne.

Me soz dane ku bi rengekî fedayî parastinê bikin

Bila gelê me bi taybetî jî gelê me yê li herêma Behdînanê di vê berxwedanê de ji me re bibe alîkar. Qet nebe bila helwestê li dijî ajanan nîşan bidin. Bila li pêşiya ajanan bibin asteng ku nikaribin êrîşê bibin ser hevalên me. Em vî şerî ne ji bo xwe, ji bo her kesî dikin. Bi navê fedayiyên Apoyî me soz dane ku her parçeyên Kurdistanê bi rengekî fedayî biparêzin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li ser vê soza xwe bin. Di vê oxirê de dibe ku em şehîd jî bikevin, lê belê li pêşberî dijmin em ê qet paş ve gavê neavêjin, em ê serî netewînin. Em dikarin manewrayên leşkerî bikin. Dikarin hin deveran bigirin, dikarin xwe ji hin deveran vekişînin yan jî em dikarin bikevin hin deveran, lê belê em ê timî li herêmê bin. Ew bigirin jî em ê timî li wir bin. Bi rêbazên afirîner, bi rêbazên şerê gerîla yê serdema nû em ê li xaka Kurdistanê bin. Em ê xaka azad a Kurdistanê ji dijmin re nehêlin. Em ê nehêlin ku ew bi hêsanî xaka me dagir bikin. Bi navê PKK’ê em ê li dijî vê şer bikin.

Banga me li gelê me ew e ku piştgiriya me bike. Em heman bangê li hêzên siyasî jî dikin, lê belê banga me destpêkê ji bo gelê me ye.

Li Mexmûrê hêzeke biçûk a xweparastinê heye

Rast e li Mexmûrê hejmareke biçûk a xweparastinê heye. Ji bo gelê Mexmûrê ji êrîşên DAIŞ’ê biparêze li wir e. Beriya mehekê jî DAIŞ’ê êrîş kir, 2 çete hatin kuştin. Endamekî hêzên xweparastinê şehîd bû. Ji bo parastina wê derê hêzeke biçûk a xweparastinê heye. Ne hêzeke welê ye ku karibe gefe li hinekan bixwe, yan jî bi balafiran bê bombekirin.

Li Şengalê gerîla nîne, YBŞ/YJŞ hene

Li Şengalê hêzeke me nîne. Em ne li Şengalê ne. Li Şengalê YBŞ heye. Hinek hewl didin YBŞ’ê weke PKK’ê nîşan bidin. Ne welê ye. Beriya wê dixwazim vê bêjim; mîna ku pêşmerge ji aliyê PKK’ê ve ji Şengalê hate derxistin nîşan didin. Tiştekî wiha nîne. Bi vî rengî nêzîk dibin û mîna ku li wir PKK’ê dikin hedef tevdigerin. Di vir de nêzîkatiyeke gelekî şaş heye. Ger ne ji destwerdana me ya fedayî ya li Şengalê bûya, wê çi bibûya? Herî kêm wê sed hezar gelê me yê êzidî li wir bihata qetilkirin, wê koka Êzidiyan tune kiribûna. Em vê yekê tînin ziman ne ku ji bo minetekê. Gelê me ye, me gelê xwe parast. Her wiha di pêkanîna vê yekê de em dereng man, me rexnedayina xwe dan. Hinek bi taybetî hinekên êzidî bi nankorî tevdigerin û hîn jî dijberiyê li PKK’ê dikin. Em nebûna wê kes li wir nehiştibûna. Me 150 hezar kes ji wir werigrt, korîdor vekir û derbasî Rojava kir. Gelo bi vê yekê re me guneh kir? ‘Divê mirov mafê Sezar bide Sezar’, gotineke wiha heye. Wê demê divê hûn heqê me radestî me bikin.

Pêşmerge bi çi rengî ji Şengalê vekişiyan?

Piştî ku me dest li Şengalê werdan, me rê ji pêşmergeyan re jî vekir û ew gihand gel xwe. Piştre sala 2017’an referandûm çêbû, artêşa Iraqê bi teşwîqa Tirkiyeyê li Kerkûkê, li Şengalê kete nava liv û tevgerê. Wê demê fermandariya pêşmerge ya li Şengalê hat gel hevalên me û gotin, ‘Em ê dest ji bajêr bernedin, em ê bên gel we’. Hevalên me jî wê demê çiya diparastin, ev rewş ji me re ragihandin. Me jî got ‘baş e’, bila bi hev re bikevin çeperan, dema ku artêşa Iraqê hat bila jê re bêjin, ’em naxwazin li dijî we şer bikin, em li vir in’ û li rewşê binêrin. Yanî me ji wan re got ku dikarin bimînin. Ji bo ku li gel hevalên me bikevin çeperê hatin, lê belê piştî du saetan nîvê şevê agahî dan me gotin ku fermandarê pêşmergeyan gotiye ’em spasiya eleqe û alîkariya we dikin, lê belê ferman hatiye em ê xwe vekişînin’. Her wiha gotin, ‘Artêşa Iraqê xeta Rebîa girtiye, gelo mîna dema DAIŞ’ê em careke din dikarin di ser Rojava re vekişin?’ Me jî got, baş e bila bibe sibe, bi hevalên YPG’î re biaxivin, dibe. Piştî ku demek di ser re derbas bû artêşa Iraqê rê ji wan re vekir û gotin ku dikarin ji wir biçin. Pêşmerge bi vî rengî ji Şengalê vekişiyan.

Piştî salekî gerîla vekişiya

Em li Şengalê man. Dema ku Iraq hat dît ku em di çeperan de ne, me jî ji wan re got, ‘Em li vir in, em naxwazin li dijî we şer bikin, lê belê em ê dest ji çeperên xwe bernedin’. Piştre hevdîtin çêbûn, diyalog çêbû û şer neqewimî. Me kes ji wir dernexist. Ev bûyer di Cotmeha 2017’an de qewimî. Nîsana 2018’an jî bêyî ku kes ji me bixwaze me biryar dan ku xwe ji Şengalê vekişînin. Me dît ku li wir êdî pêwîstî bi me nîne, Iraq hatiye, YBŞ heye, ew têra xwe dikin, me jî biryar dan ku bi navê HPG’ê ji Şengalê vekişin. Niha li wir kes ji me nîne.

Gelo êzidiyatî, kurdîtî wiha ye?

Dema ku li dijî fermandarê hêja yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, birayê wî Cîlo û hevalên wî Ezdîn û Hemîd bi balafirên TC’ê êrîş hate kirin, ev ewladên hêja yên Şengalê şehîd bûn. Saetekê piştî wê êrîşê kesekî bi navê Heyder Şeşo derket li TV’yê got, ‘Rast e êrîşek bûye, êrîş li dijî biryargeha PKK’ê bûye’. Ka wijdan? Gelo ew ciwan ne êzidî bûn, tu çima wan dikî PKK’î û dikî hedef? Gelo êzidiyatî wiha ye, kurdîtî wiha ye? Aşkera ye yên ku ew kirin hedef ew in. Ciwanên xwe bi navê YBŞ’ê bi rêxistin kirine weke PKK’î nîşan didin û bi vî rengî dikin hedef. Di vir de ne wijdan heye, ne rûmet heye, ne heysiyet heye. Wekî din kesekî ku berê qeymeqamtî kiriye heye. Her gavê radibe dibêje ‘Li vir PKK heye, ji ber wê aramî nîne’. Vê yekê pêşniyar dikim; bila heyeteke bêalî biçe li wir binêre bê ji PKK’ê kes heye yan na?

Her wiha divê gelê me yê êzidî yê li Şengalê xwe biparêze, xwe bi xwe bi rê ve bibe û xweser be. Di vê çarçoveyê de em heta dawiyê bi gelê xwe yê êzidî re ne, li pişta Şengalê ne. Ji ber ku 73 caran ferman li êzidiyan rabûye, li ku dibin bila bibin em piştgiriya wan dikin. Ev yek ji bo me meseleyeke ferasetê ye û li gorî baweriya me ye. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku ew hemû ji partiya me ne.

Bi zanebûn YBŞ’ê dikin hedef

Niha bi deh hezaran, bi sedhezaran ereb jî fikrê Rêber Apo qebûl dikin. Em zanin ku li Bexdayê, li Basrayê gelek Apoyiyên ku ji me bêhtir bi biryar in hene. Dibe ku hîn xwe bi rêxistin nekirine, lê belê hene. Her wiha li Arjantînê Apoyî hene, em dibihîzin ku tevgerên ciwanan ên Apoyî hewl didin xwe bi rêxistin bikin. Li Pakistanê hene. Rêber Apo paradîgmayek, alternatîfek pêşkêşî mirovahiyê kir, sîstemeke xwe ya fikrî heye. Mirov dikarin tev li vê bibin. Her kesên tev li vê fikrê dibe ne PKK’î ne. Yên ku YBŞ’ê weke PKK’ê nîşan didin, dixwazin ciwanên êzidî yên li wê derê yekser bikin hedef. Naxwazin ku gelê êzidî xwe biparêze, xwe bi rê ve bibe. Niha bi perspektîfa neteweya demokratîk têkiliyeke dostanî bi gelê ereb re afirandine, bi rengekî bi mînak gelek şoreşgerên hêja yên ji gelê ereb tev li YBŞ’ê bûne û YBŞ mezintir bûye, xurtir bûye. Ji vê yekê aciz in û ji ber vê yekê dikin hedef.

Ya balkêş ew e; Şengal û Mexmûr ên ku DAIŞ’ê xwest li wir qirkirinê bike, niha bûne hedefa balafirên dewleta tirk. Armanc weke hev e. Di vir de jî aşkera dibe ku dewleta tirk berê xwest li Şengal û Mexmûrê û tevahiya başûrê Kurdistanê sîstema federasyonê tasfiye bike. Lê belê DAIŞ têk çû, nekarî vê bike, ji ber vê yekê niha bi xwe dike. Rastî wiha ye.

Şer wê bêhtir dijwartir bibe

Me got ku doza azadiyê ya Kurdistanê ketiye serdemeke nû. Me ev yek ne tenê di çarçoveya destwerdana dijmin a li başûrê Kurdistanê anîn ziman. Bi giştî rewş wiha ye. Bi taybetî şerê di navbera me û dewleta TC a dagirker de îsal dikeve serdemeke nû. Me hin guhertin û nûbûn di nava xwe de çêkir. Xuya ye îsal wê şer bêhtir dijwartir bibe.

Çalakiyên xweparastinê divê zêdetir bibin

Li bakurê Kurdistanê jî çalakî dibin. Hem çalakiyên gerîla hem jî çalakiyên xweparastinê dibin. Ev baş e. Ev yek nîşan dide ku îdîayên dewleta tirk rast nînin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê şerekî berfireh ê psîkolojîk dimeşîne. Çalakiyên xweparastinê yên li Kuridstanê û metropolan ên li dijî ajan, nokar û aboriya dijmin tên kirin nexerab in, lê belê têrê nakin. Divê bêhtir bin. Pêwîstî bi vê yekê heye.

Bila kes neyê Tirkiyeyê ku qada şer e

Di navbera me û dewleta tirk a qirker de şerekî berfireh dimeşe. TC a dagirker terora dewletê li gelê me dike, hovîtiyê dike. Em ji gelê Ewropayê, gelê Rûsyayê dixwazin ku siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a li ser gelê Kurdistanê bibînin û weke tûrîst neyên Tirkiyeyê. Dema ku hatin Tirkiyeyê her dolarekî ku xerc dikin dibin fîşek û li gelê kurd dikeve. Ji ber vê yekê divê neyên Tirkiyeyê. Ger bên Tirkiyeyê û zirarê bibînin em ê ji vê nebepirsyar bin. Ez nabêjim ku em ê wan bikin hedef, lê belê şerek diqewime, ger bên qada şer û zirarê bibînin hingî em ê ji vê yekê neberpirsyar bin. Ji ber vê yekê divê neyên. Jixwe vîrûsa koronayê heye, kes nayê, lê dema ku rewş asayî bû jî divê kes neyê. Ev dewlet hovîtiyê li gelê me dike. Em jî li dijî vê yekê şerekî rewa ya berxwedanê dimeşînin.

Doza me pîroz û rewa ye

Em dozeke gelekî mafdar û rewa dimeşînin. Kî di şûna me de bûya dibe ku ji vê bêhtir dijwar bimeşandibûya. Em xwedî li mirovahiya xwe, li ziman û rastiya xwe derdikevin, em teslîm nabin û li ber xwe didin. Ji ber vê yekê doza me pîroz e, rewa ye. Divê her kes vê bibîne.

Ciwanên kurd, ciwanên sosyalîst, demokrat ên Tirkiyeyê li dijî vê rejîma faşîst qirker divê bêhtir têbikoşin. Em zanin ku niha gelek ciwan hene dixwazin tev li nava refên gerîla bibin, lê rê nabînin. Ji hevalên hatine em bi vê yekê hesiyan. A rast ger bi rengekî afirîner tevbigerin dikarin xwe bigihînin gerîla. Yên ku karibûn bên bila tev lİ gerîla bibin, yên nikarin jî dikarin bibin YPS’î. Li wir bimînin û bibin hêza xweparastinê.

Ne dema axaftinê ye, dema çalakiyê ye

Banga me li her ciwanekî kurd, li her welatparêz û demokratên li Kurdistan û Tirkiyeyê wiha ye; li dijî vê rejîma faşîst çalakiyan bikin. Dem ne dema axaftinê ye, dema çalakiyê ye. Dem demeke wiha ye. Divê her kes di vê dema dîrokî de xwedî li wezîfeyên xwe derkevin. Ji bo vê jî bila kes li benda talîmatê nemîne.

Her kes dikare xwe bike milîtanek. Bi xwendinê, bi hînbûnê, bi xwe birêxistkirinê her kes dikare bi rola xwe tevbigere. Dema ku bi vî rengî bû em ê teqez bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar