Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Stratejiya HDP’ê serkeftina demokrasiyê ye

Ev demek e hemû derdorên siyasî helwesta HDP’ê dinirxînin û nîqaş dikin. HDP bi hemleyeke stratejîk cardin lîstika hemû derdoran xira kir.

Piştî hilbijartina 7’ê hezîranê, ji ber serkeftina demokrasiyê hikûmeta AKP’ê bi rik û hêrseke mezin êrîşî HDP’ê kir. Armanca AKP’ê ew bû ku di demeke kurt de HDP’ê û dînamîkên demokratîk têk bibe. Ji bo vê armanca xwe jî hemû rêbazên şerên taybet xiste dewrê û ji desteserkirina şarederiyan heya darbeya li hemberî parlamenterên kurd her cure êriş pêk anî. Lê niha cardin derkete holê ku HDP wekî hêzeke sereke li ser pêya ye û bi hebûna xwe bandorek diyarker li ser siyaseta Tirkiyeyê dike. Lewma neçar in ku bê HDP’iyan hêza HDP’ê nîqaş bikin.

Ji ber ku têkiliya HDP û demokrasiyê têkiliyek ji texmînan nêziktir û mezintir e. Heya ku dînamîkên demokratîk hebin dê HDP wekî hêzeke sereke hebûna xwe bidomîne. Heya ku HDP hebe dê demokrasî li vî welatî bijî. Ev têkilî têkiliyek bi vî rengî ye.

Di vî warî de mirov dikare bêje heya ku ev têkilî neyê fêmkirin stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê jî nayê fêmkirin. Stratejiya HDP’ê teqez li ser serkeftinê ye. Ev serkeftin serkeftina gel û demokrasiyê ye. HDP di vî warî de neçar e rola xwe ya pêşengiya demokrasiyê bilîze û bi cih bîne. Ji bo ku têkçûna qeyûman mayînde bibe divê li rojavayê Tirkiyeyê demokrasî bi pêş bikeve. Lewma divê kes helwesta HDP’ê wekî piştgirîdayîna filan partiyê, bêvan derdorê bi nav neke. Ev piştgiriya demokrasiyê ye. Derdê HDP’ê serkeftin an jî têkçûna tu partiyê nîne. Derdê HDP’ê bêguman serdestiya demokrasiyê ye. Di vî warî de helwesta HDP’ê partiyên din ên muxalif jî diguherîne. Hin namzetên demokratîk ku li rojavayê Tirkiyeyê ji aliyê partiyên muxalif ve hatine nîşandan serkeftina HDP’ê ye.

Di vî warî de rexneyên ku li hemberî partiyên muxalif ên wek CHP’ê tên kirin watedar in, di cih de ne. Tevgera kurd ji destpêkê heya roja îro rol û mîsyona siyaseta kemalîst a der barê pirgsirêka kurd de weke rastiyeke dîrokî diyar kiriye û aniye ziman. Helwesta HDP’ê nayê wateya parastina tu partiyên pergalê. Têkiliya ku di çarçoveya vê stratejiyê de tê lidarxistin têkiliyek demkî ye. Niha herkes ji ber vê hêza faşîst a AKP-MHP’ê bêzar e û lewma her partiyek siyasî ya muxalîf divê vê yekê ji xwe re bike mesele.

Ev mesele jî ji bo partiyeke wekî HDP’ê meseleyeke sereke ye. HDP nikare bêje pirsgirêka demokrasiyê min eleqeder nake. Ger ku demokrasî hebûya, parlamenterên me nedihatin girtin, evqas însanên me îro di girtîgehan de nedibûn, şarederiyên me nedihatin desteserkirin, bajarên kurdan nedihatin wêrankirin. Parastina nirxên gelê me jî girêdayî serkeftina demokrasiyê ye.

Niha her derdor vê rola HDP’ê kêm zêde dizane. AKP dema ku bixwaze peyama demokratikbûnê bide civakê, xwe bi HDP û tevgera kurd re di nav têkiliyê de dide nîşan. Mesela di demên dawî de mîna ku têkiliya wan bi HDP’ê re hebe didin nişan. Çima? Ji ber ku dixwazin hêviya demokrasiyê bidin civakê. Dizanin ku vê yekê jî tenê dikarin bi rêya HDP’ê û bi têkiliya bi birêz Ocalan re bidin. Di heman demê de CHP û HDP’ê jî lînç dikin. Çima? Dizanin ku hêza bi HDP’ê re di nav têkiliyê de dê biguhere, demokrat bibe û dê bi vê yekê jî demokrasî bi pêş bikeve. Lewma ji vê yekê evqas ditirsin. Lê bila bitirsin. Dema wan a têkçûnê hatiye û dê çûyîna wan ji destê siyaseta demokratîk be. Dê di nav demeke kurd de bê dîtin ku Tirkiye bi saya serê vê stratejiya HDP’ê ji vê faşîzmê rizgar bibe. Dê demokrasî bi ser bikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar