Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Stratejiya HDP’ê ya dema nû: Tifaqa Demokratîk a Xurt

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 23’yê sibatê de 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar bixe. Beriya kongreya giştî, di asta herêmî û navendî de HDP’ê konferansên xwe li dar xistin û gelek biryara hatin dayîn. Di encama nîqaşan de derket holê ku rojeva sereke ya HDP’ê dê bibe ‘Tifaqa Demokrasiyê ya Xurt’ be.

Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de HDP’ê mijarên polîtîk temam kirin û tê payîn ku lîsteyên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM) yên serdema nû amade bike. Bi vê boneyê jî HDP’ê dest bi wergirtina serlêdanên namzetên MYK û PM’ê kir. HDP dê rêziknameya dema 2’yemîn pêk bîne. Her wiha dê Komîsyona Mutabaqetê ji bo hevserokên giştî jî bixebite. Têkildarî mijarê serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç ji komeke rojnamegeran re axivî.

Serdema demokrasiyê

Oluç da zanîn ku desthilatdariya heyî êdî nikare welat bi rê ve bibe û wiha got: “Dem dema guhertinê ye. Em vê dema pêş weke weke dema demokrasiyê pênase dikin. Weke HDP’ê em parçeyek girîng ê pêvajoyê ne. Heta em dikarin bibêjin ku em aktorên sereke ne. Bi vê îdiayê jî em ê ji bo demên pêş polîtîkayên xwe pêş bixin. Desthilatdarî dixwaze HDP’ê weke partiyeke di asta herêmî de bihêle. Ev yek di konferansan de jî hate nirxandin û daxwaza partiyeke tirkiyeyî derket holê. Em ê xwe li temamiya Tirkiyeyê birêxistin bikin û bibin rêya çareseriyê. Ji ber vê jî me biryara tifaqa demokrasiyê da.”

Ji her deverekê cîhanê re vexwendname şandin

Herî dawî jî Oluç ev tişt destnîşan kir: “Tevlêbûna kongreyê li gorî salên berê dê xurtir be. Bi vê boneyê jî me ji Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê heta Misir, Filistîn, Lubnan, Îran û hemû welatên Rojhilata Navîn re vexwendname şand. Me xwest ku hemû rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li kongreyê bibin. Me Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û gelek partî û saziyên Ewropayê jî vexwendin kongreya xwe. Em ê ji girtiyên siyasî yên li girtîgehên Sîncan, Edîrne û Kandirayê jî nêrîn bigirin. Ne tenê ji bo hevserokên giştî, ji bo lîsteya endamên PM’ê jî nêrînên wan bigirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar