Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Stratejiya têkçûna AKP’ê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk hat û bi encam bû. Li gorî propagandayên hatin kirin ji hilbijirtinên rêveberiyên herêmî wêdetir wekî ku hilbijartinên giştî bû.

Wekî ku li Tirkiye naçe ser sindoqan wekî ku diçe şer propaganda dihat kirin. Di navenda propagandaya AKP/MHP’ê de neyartiya kurdan hebû, di qadên mîtîngan de û di çapemeniya hikûmetê de hemû nirxên exlaqî û mirovî hatin binpêkirin. Tu heqaretek nema li kurdan nekin û wek gurên har daketin qadan, êrîşî kurdan kirin. Bêguman gelê kurd dê hesabê vê bêexlaqiya tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê were bipirsin. Heta kurd hebin tu caran vê neyartiyê û bêexlaqiyê ji bîr nakin.

Tifaqa AKP û MHP’ê xwestin bi propagandaya ‘welat ji dest diçe’ bi ser bikevin lê di encamê de têk çûn. Mirov pir bi rihetî dikare bibêje ku stratejiya HDP’ê li bajarên Tirkiyeyê tifaqa faşîst û li bajarên Kurdistanê jî polîtîkayên tayînkirina qeyûman têk bir. Bloka faşîst û nemaze jî AKP li bajarên Tirkiyeyê têk çû. Şaredariyên Stenbol û Enqereyê 25 sal in di destê AKP’ê de bûn û cara yekem ji destê wan derket. Ev nîşane û destpêka têkçûna serdestiya AKP’ê ye û dê roj bi roj bihelin. Di rewşa heyî de aboriya Tirkiyeyê berjêr diçe û êdî nikarin pêşî bigirin. Li aliyên di polîtîkayên derveyî welat de di navbera DYA û Rûsyayê de bûne amûra şantajê. Di polîtîkayên derve de demên krîtîk li pêşiya Tirkiyeyê ne.

Pêwîst e neyê jibîrkirin ku hilbijartin di zemîneke demokratîk de pêk nehatin. Nemaze jî li Kurdistanê leşker, polîs, walî, qaymeqam, cerdevan ji bo serkeftina AKP’ê seferber bûn. Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê hejmara leşker, polîs û cerdevanan hejmara gel zêdetir e. Roja hilbijartinê bi konvoyên leşkerî û wesayîtên zirxî çûn ser sindoqan. Ev dîmen dê hafizaya gelê kurd de hatiye qeydkirin.

Li dijî evqas êrîş û neheqiyan encamên ku ji aliyê HDP’ê ve hatine bi desxistin girîng û watedar in. Li bakurê Kurdistanê gelek şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn dagirkirin careke din bi destê gel hatin rizgarkirin. Hinek navçe û bajarên li ser sînor ku bi lîstikên qirêj ketin destê AKP’ê. Divê HDP têkildarî encamên hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî analîzên hûr û kûr bike. Pêwîst e navçe, bajar û herêm yek bi yek bên destgirtin û nirxandin.

Serkeftina HDP’ê ya li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Îdir û Qersê girîng e. Ez dixwazim balê bikişînim ser serkeftinên li Qers û Îdirê. Li gorî min bi destxistina her du bajaran pir girîng e. Tevgera Azadiyê cara yekem li Qersê şaredarî bi destxist û ev serkeftineke mezin e. Li Îdirê bi awayekî vekirî hemû partî bûn yek û li hemberî wan hemûyan HDP bi ser ket. Ev ozeta hilbijartinên 31’ê adarê ye. Li gelek bajaran li aliyekî HDP hebû û li aliyê din dewleta tirk hebû. Piştî hilbijartinê hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar