Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Stratejiya Tirkiyeyê tenê ji holê rakirina kurdan e’

Navenda Nûçeyan |

Di 2’yê îlonê de serokkomarê Fransa Emmanuel Macron serdana Iraqê kir û bi rayedarên Iraqê re civiya. Macron bi serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya. Piştî wê Nêçîrvan Barzanî bi lez û bez serdana Tirkiyeyê kir û bi serokkomarê tirk Recep Tayyîp re civiya. Li ser vê mijarê nivîskar û çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq axivî.

Mesud Ebdulxaliq diyar kir ku kurd ne xwediyê piştevaniyek rast e rastin, wek sedem jî Xalib got ku ji ber ku rêveberên Herêma Kurdistanê wê piştevaniya navnetewî bi piştevaniya sixte ya dewleta tirk a dagirker guhertine.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq di dewam axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tirkiye êrîşî hizbek diyar dike. Ev jî demek e ji liv û tevgera Tirkiyeyê bi aşkera diyar e û tê zanîn ji bo çi hatiye başûrê Kurdistanê. Tirkiye li ser lihevkiriên berê hatine, ew jî Lozan, wîlayeta Musil û Mîsaqî Milî ye. Dewleta tirk niha bi welatên Rojava û yewnan re rastî pirsgirêkan hatiye. Ji wê zêdetir Tirkiye, ji bo ji holê rakirina hizbekê hatine başûrê Kurdistanê. Siyaseta Tirkiye, tenê ji holê rakirina kurdan e. Lê di rastiyê de Tirkiye her tim hewl dide Kerkûk bike bajarek Iraqê.”

Her wiha Mesud Ebdulxaliq ev tişt anî ziman: “Min fam nekir, rêveberên kurd niyeta dewleta tirk nizanin an jî ji bê stratejiyê piştgiriyê didinTirkiyeyê. Di demek de ku Fransa welatek bi hêz e, nabe ku piştevaniya Fransa bi ya Tirkiyeyê were guhertin. Her kesê ku vê bike, divê dîplometan nezanîn û feqiriyê werbigre. Pêşmerge parêzvanên vê herêmê ne. Bûdçeya ji Amerika û Iraqê tê, ji bo parastina sînorên Herêma Kurdistanê ye.  Ger pêşmergeyan kêmek jî dijberiya êrîşên Tirkiyeyê bikira, wê nerazibûna cîhanê hemberî êrîşên dewleta tirk çêbûba.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar