Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sûcdarê fermanê divê bên darizandin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bang li dewleta Elman kir ku biryara jenosîta li ser Êzidiyan bi pratîkî pêk bîne û wiha tê gotin: “Divê kesên bûne sedema Fermana 3’yê tebaxa 2014’an bên darizandin.”

Li ser biryara naskirina komkujiya Êzidiyan a sala 2014’an a ji aliyê Elmanyayê ve Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek nivîskî weşand. MXDŞ’ê diyar kir ku tenê bi gotinê nabe divê welatên ev komkujî wek jenosît naskirine di aliyê pratîkî de kar û xebatên xwe bidin meşandin û wiha tê gotin: “Divê ew bendên di çarçoveya jenosîtê ne li gor berjewendiyên Êzdiyan in bên gurhertin.”

Her wiha Meclisê bang li welatên navneteweyî kir ku kesên bûna sedema fermanê bên darizanidin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye: “Di serî de em spasiya  dewleta Elman û hemû perlemanterên  perlemantoya wî welatî dikin ku di biryara jenosît naskirina komkujiya Êzdiyan de destek dane. Ev biryar ji bo civaka Êzidî giringe û lazime hemû welatên din jî vê komkujiyê wek jenosît nas bikin.

Di bendên biryarê de qebûlkirina wan zarokên ji çeteyên DAIŞ’ê çêbûne, pêwîste li birçav bê derbaskirin, ji ber ku di nava civaka me de nayê qebûlkirin. Erka li ser Meclisa Ruhanî ya Êzdiyane li ser vê mijarê bisekine.

Ferman û qirkina Êzdiyan heta niha bi dawî nebûye, PDK ku sedema fermanê ye li ser gelê me yê koçber siyetê dike. Wan  ji berjewendiyên xwe yê hizbî re bikartîne û dike dijminê koka wan.  Peymana 9’ê cotmeha 2020’an jî heman plana tunekirina Êzdiyane, ev peyman me ji berê de wek fermana dibin navê qanûnê de bi nav kir. Em bang li hemû welatên ku dixwazin komkujiya Êzidiyan wek jenostî nas bikin, dikin ku peymana 9’ê cotmehê bê betalkirin

Jenosît girînge, lê ji wê girîngtir pêşîgirtina li fermana gel e. Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermana neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka Êzidî pêwîste were pejirandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar