Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Sûcdarên Komkujiya Parîsê tên parastin’

 

PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî her sê jinên şoreşger bi bîr anîm û diyar kir ku Komkujiya Parîsê bi plankirî û piştgiriya hin dewletên Ewropayê pêk hatiye û bi kuştina kujer Omer Guney berpirsên esasî hatine parastin.  PKK’ê da zanîn ku ew bi partî û gelê xwe re di çarçoveya pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de xwedî li biranînên şehîdên xwe derdikevin

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 6’emîn a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û da zanîn ku qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez êrîşeke plankirî bûye ku ji aliyê rêveberiya Recep Tayyîp Erdogan û MÎT’ê ya bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hatiye kirin.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de her sê jinên şoreşger ên ku dib9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin bi mminetdarî bîr anîn û wiha got: “Em dibêjin; di sala heftan a vê komkujiya namerdî de, em ê bi partî û gelê xwe re di çarçoveya pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de xwedî li bîranînên şehîdên xwe yên hêja derkevin.”

Berpirsyar Fransa û dewletên Ewropayê ne

Di berdewamê de PKK’ê bal kişand ser komkujiya plankirî û diyar kir ku ne pêkan bû ku êrîşeke bi vî rengî bêyî piştgiriya Fransa û hin hêzên li Ewropayê bihata kirin û wiha domand: “Lewra ji komkujiyê rêveberiya Fransa û hin dewletên Ewropayê berpirsyar in. Kujer Omer Guney hate girtin, di encama lêpirsînê de ku çar salan dewam kir de derket holê ku komkujî bi plankirî bi fermana hikûmeta AKP’ê ya wê demê û ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin.”

PKK’ê bi bîr xist ku kujer Omer Guney mehek beriya destpêkirina dadgehê li girtîgehê hatiye kuştin û bi vî awayî pêşî li destpêkirina dadgehê û darizandina komkujiyê hatiye girtin û ev nirxandin kir: “Bi vî awayî sûcdarên esasî; Tayyîp Erdogan, Mehmet Alî Şahîn, Huseyîn Çelîk û Hakan Fîdan hatin parastin. Tê zanîn ku komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê di demeke wisa de pêk hat ku li Îmraliyê pêvajoyeke nû ya diyalogê dest pê kiribû. Bi vî rengî hate xwestin, diyalogên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bên sabotekirin. Êrîşek ji bo pêşîgirtina li çareseriya pirsgirêka kurd bû.”

Hewldanên nûkirina komployê

Di daxuyaniya xwe de Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku hewldana nûkirina komploya navneteweyî bi Komkujiya Parîsê re dest pê kiriye îro jî bi êrîşên heman rengî dewam dike û ragihand ku bi hedefgirtina rêveberiya partiya wan re dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin û wiha pê de çû: “Lê belê, partiya me û gelê me, jin û ciwanên kurd ên dan ser şopa hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi têkoşîna xwe ya şeş salên derbasbûyî êrîşên komplogeran şikandin, planên tunekirin û tasfiyeyê ji hev xistin û daxwaza kujerên komploger di ber wan de hiştin.”

Têkoşîna tolhildanê bi pêşengiya Guven didome

Her wiha PKK’ê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê daye destpêkirin û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Têkoşîna tolhildanê niha bi pêşengiya Leyla Guven li ser bingeha berxwedaneke nû ya 14’ê Tîrmehê bi pêngava serkeftinê ya bi navê ‘Em tecrîdê bikişînin û faşîzmê hilweşînin’ dewam dike. Pêngava me ya serkeftinê ku armanca wê, jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan e, li her qadê belav dibe û xeta çalakiyê nîşan dide. Têkoşîna me ya şoreşger ku ji Sara heta Leyla li ser bingeha azadiya jinê xurt dibe, bi pêngava ‘Em tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin’ li ser xeta azadiyê bi pêş ve diçe. Sala 2019’an dê bi vê pêngavê re bibe sala serkeftinê û şehîdên me yên Parîsê dê di vê serkeftinê de her hebin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe bi taybetî jin û ciwanan û her wiha li dostên xwe dikin ku li her deverê bi çalakiyên xurt pêngavê bi hêz bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar