Di vê demên dawî de ku taybet hinek rayedarên PDK’ê yên di nava hikûmetê de bi her awayî têkiliya wan gel welatên cîran bi taybet Tirkiyeyê pêk ketin de, bal kişandin qanûn û hikmên li wan welatan li başûrê Kurdistanê li ser welatparêz, çalakvan û rojnamevanên li pey rastiyê de tên birîn.
Ev yek salên dawî pir zêdetir bala min kişand û kir ku ez lê bikolim. Bi taybet piştî êrîşên dewleta tirk a bi hinceta PKK’ê êrîşên dagirkeriyê ya li ser xaka başûrê Kurdisanê di serî de li Heftanîn, Xantûr, Qendîl, herêmên sînor bi awayekî giştî li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, kir ku bala welatiyên Başûr jî bikişîne ev hewldan ne ji bo PKK’ê ye. Tenê PKK weke hincet tê nîşandan.
Jixwe piştî qetilkirina 4 ciwanên sivîl ên li Şêladizê kir ku bibe nuqteya dawî ya tehmûla li ber dagirkerî û bêdengiya hikûmetê. Di raperîna Şêladizê ya 26’ê Çileya 2019’an de gel bi yek dengî rabûn ser pêyan û avêtin ser navenda leşkerî ya li Şêladizê û baregeh da ber agir û gel raperiya.
Ev raperîn piştî raperîna salên 90’î ya li dijî rejîma Baasê, yek ji raperînên herî bibandor û bihêz a gel a li dijî dagirkeriyê bû. Piştî vê yekê hêzên ser bi PDK’ê ku taybet li ser herêmê serwer in, ji bo ev rastî dernekeve û dîsa ji desthilatê neyên xwarê dest bi pêla binçavkirin û girtinê kirin. Bi sedan ciwan û çalakvanên siyasî bê sûc binçav kirin û gelek ji wan heta roja îro jî tu agahiyek ji aqûbeta wan nîne.
Ev yek bû yek ji gava yekem ku bûyerên îro diqewimin bên avêtin. Ji wê rojê û pêve taybet li herêma Behdînanê, minteqa Zêbariyan, Amêdiyê, Dihok, Zaxo û heta tê Hewlêrê gelek mamoste û çalakvanên siyasî bê sedem ji aliyê hêzên girêdayî PDK’ê û taybet asayîşê ve hatin binçavkirin. Yek ji mijara ku deng veda girtina rojnameger Şêrwan Şêrwanî ku ji aliyê hêzên asayîşê yê rûpoş avêtin ser malê û birina wî bû.
Gelo sûcê van kesan çi ye? Gelo ma li dij dagirkeriya li hember axa xwe rabûn sûc e? Li kîjan welat û deverê li dijî dagirkeriya xaka xwe û qetilkirina ciwanên welatê xwe rabûna ser pêyan sûc e ku îro li başûrê Kurdisanê xwepêşandan sûc be? Daxwaza nanê xwe kirin heta niha li kîjan warî bûye sûc ku îro li Başûr sûc be? Îro li başûrê Kurdistanê her kesê bêje; ‘em dagirkeran naxwazin, bila dagirker derkevin’ tên sûcdarkirin.
Dadgeha Hewlêrê 16’ê sibatê bi biryareke sosret ji bo her yek ji Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerîm, Şivan Seîd, Harîwan Îsa û Guhdar Zêbarî da û 6 sal cezayê girtîgehê li wan birî. Ev jî çi anî bîra mirov. Dadgehên tirk ên ku cezayê girtîgehê li siyasetmedar, rojnamegerên ku polîtîkayên qirêj ên dewlet û rayedaran kifş dikin, tên cezakirin tîne bîra mirov.
Polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê ku li Tirkiye serkêşiya wê dikin, di serî de li hember gelê kurd, dîsa pêşengên wê, rojnameger û siyasetmedaran di bin navê ‘terorê’ de cezayê girtîgehê li wan dibin. Kesên daxwaza maf û edaletê dikin, alîgirên demokrasî û rojnamegerên ku kiryarên dewletê yên qirêj ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin, çawa tên cezakirin û hedefkirin. Niha heman tişt li Başûr jî derdikeve pêşiya me.
Balkêş e, mijarên li Bakur diqewimin, niha hêdî hêdî li başûrê Kurdistanê jî xwe didin der. Kesên li Bakur daxwaza nan dikin û edaletê dikin. Dîsa li dijî êrîşên dagirkeriyê derdikevin çawa tên girtin, li başûrê Kurdisanê jî bi heman rengî tên cezakirin.
Gelo çima ev yek nû derket, dema mirov li têkilî û nêzîkatiya rayedarên PDK’ê dinêre piştî hevalbendiya bazirganî û heta îstixbaratî li gel Tirkiyeyê kir û şûnde ev kiryarên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Bakur dike, niha li Başûr jî dikevin meriyetê. Diyar e ku Başûr jî vê polîtîkaya rejîma tirk li Başûr hewl dide pêk bîne. Ev jî nîşan dide ku ev ne aqilê hikûmetê ye aqilê dewleta faşîst a tirk e. Dîsa li ser daxwazên Tirkiyeyê gelek welatparêz û kurdên ji Bakur ji ber metirsiya girtin û kuştinê revîne Başûr radestî Tirkiyeyê tên kirin. Nîşana ku lihevkirinek ne tenê aborî heta di gelek waran de hatiye kirin.
Yek ji mijara din a balkêş hema girêdayî vê yekê ew e ku çawa li bakurê Kurdistanê rejîma AKP-MHP’ê guh nade bangên NY, DMME û dîsa saziyên civaka sivîl ên parêzvanên mafê mirovan ên di serî de ji bo siyasetmedar û hilbijêrên kurd, niha jî li Başûr jî rêveberiya hikûmetê guh nadin bangê alî û saziyên mafê mirovan ên ji bo azadkirina û ji nû ve dadgehkirina çalakvanên siyasî, rojnameger û aktîvîstan.
Dema mirov li eyneya giştî lê dinêre, dibîne ku çiqasî serveçûyîneke ya bi rejîma tirk taybet Erdogan ê dîktator heye. Hêvîdar im ku guh bê dayîna dengên saziyên parêzvanên mafê mirovan û demildest kesên daxwaza derxistina dagirkeran dike, bên azadkirin.