Çavkaniyên taybet ragihand ku dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê 14 welatiyên ji gundên Ehres û Amiriyê yên li başûrê rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî û rojavayê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê, revandine.
Heman çavkaniyan da zanîn ku bûyerên revandinê beriya 5 rojan û li gorî tawanbariyên bêbingeh, pêk hatine.
Hat ragihandin ku 14 kesên hatine revandin, birine cihekî nediyar û çarenûsa wan nayê zanîn.
Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê di cotmeha 2019`an de, dewleta tirk yaca dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê gelek sûc û binpêkirin kirine.