Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Sûcên li dijî zarokan zêde dibin’

Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin li ser navê Çepên Kesk û HDP'ê li parlamentoyê der barê sûcên li dijî zarokan tên kirin civînek li dar xist û got: “Sêpanên ku rê li ber destdirêjî û tacizê vedike nayê qebûlkirin.”

Parlamenterên jin ên Partiya Çepên Kesk û Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Meclisê têkildarî sûcên li dijî zarokan tên kirin civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di civînê de daxuyanî xwend.

Daxuyaniya ku Guneş xwend wiha ye:

“Di dema desthilatdariya AKP û MHP’ê de hejmara zewicandina zarokan zêdetir bû û ev tişt di daneyên TUÎK’ê de hene. Ev daneyên ku heyî çi nîşanê me dide. Ev tişt tê wateya afirandina polîtîkayên dijminatiya jinan. Rê li ber îhlalkirina mafên zarokan vedike.

Zarokên ku di bin 18 saliyê de ne ducanî dibin û bi rêya qanûnê rê li ber îstîsmara zarokan tê vekirin. Li vî welatî zarok di nava malbatê de, li qadên cemaweriyê, di nava ciranan û xizman de bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Sêpanên ku rê li ber destdirêjî û tacizê vedike nayê qebûlkirin.

Bi gotina ‘daxwaza zarokê heye’ tecawizkar tên berdan. Bi biryarên wisa bûyerên destdirêjiyê zêde dibin. Em baş dizanin ku ev tişt ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pêk tê.

Çend roj beriya niha Wezîrê Perwerdeya Mîllî daxuyaniyek da û got ji bo zarokên keç hewce bike dê ‘dibistanên keçikan’ vekin. Bi vî rengî çareser dikin. Gelo hûn ji polîtîkayên ku dijminatiya jin û zarokan dike û her wiha siyaseta ku li ser zarokan tê kirin şerm nakin.

Desthilatdariya AKP’ê gav bi gav îstîsmara zarokan meşrû kir. Di sala 2013’an de di dema perwerdeya navîn de rê li ber zewicandina zarokan hat vekirin. Zarokên ku hatî zewicandin jî neçar man ku ji derve perwerdeya xwe ya lîsê berdewam bikin. Zarokên ku bi rêya zewicandinê tên îstîsmarkirin sûcê herî mezin e. Dewlet divê mafê zarokan biparêze û divê li gorî wê qanûnên xwe carek din di ber çavan re derbas bike.

* Divê dev ji polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike bê berdan, Peymana Stenbolê carek din bê qebûlkirin.

* Divê dev ji dûrkirina jinan a ji qadên kar û cemaweriyê bê berdan. Ji bo aboriyeke serbixwe ya jinê divê şert û merc bên amadekirin.

* Qanûnên ku rê li ber destdirêjiya zarokan a bi rêya zewacê hatî amadekirin bê guhertin û ji bo parastina mafê zarokan jî qanûn bên amadekirin.

* Li dijî destdirêjiyê divê polîtîka bên afirandin û mekanîzmayên ku wan polîtîkayên heyî pratîze bike bên avakirin.

* Mekanîzmayên ku zarok demildest xwe bigihîne û gilî bike bên avakirin. Der barê mekanîzamayan de jî divê zarok bên agahdarkirin.

* Di bûyerên destdirêjiyê de divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin û pêvajoya cezagirtina tecawizkaran zûtirin bê şixûlandin.

* Ji bo zarokên ku bûne mexdûrên destdirêjiyê divê piştevaniya derûniyê bê kirin û tedbîrên tenduristiyê bên girtin.

Wek Partiya Çepên Kesk û Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jin û zarokan û destdirêjiya li zarokan a bi navê zewacê tê kirin, têbikoşin. Em ê bibin dengê zarokan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar