Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Sudanî: Em tu destwerdanên welatên cîran yên li ser Iraqê qebûl nakin

Serokwezîrê Iraqê Sudanî diyar kir ku ew hemû destwerdanên ji aliyê Îran û Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê red dikin.

Di 18’ê îlonê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel şandeya Iraqê ji bo beşdarbûna 78’emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çû Amerîkayê.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di hevpeyvînek li gel qenalê CNN ya Amerîkayê li New York’ê de ragihand ku niha pêwîstiya Iraqê bi hêzek şerker a biyanî nîne ev çi hêzên Amerîka yan jî welatên hevpeyman yên navneteweyî be, niha hêza emnî ya Iraqê di hemû waran de di astek pêşketî deye.

Sudanî di derbarê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê de jî tekezî kir ku her destwerdana li ser sînorê Iraqê red dikin, çi ji aliyê Tirkiyeyê yan jî Îranê ve bê kirin û wiha got: “Em pabendin ku rê nadin tu komek çekdar ji nav xaka Iraqê êrîşî welatên cîran bike. Her wiha hewla pêkanîna Lijneyek Emnî li gel welatên cîran ji bo çareserkiya pirsgirêkan didin.”

Serokwezîrê Iraqê di dewamê de diyar kir ku li gel Tirkiyeyê di nava guftugoyan dene û wiha anî ziman: “Her êrîşa li ser saziyên emnî bên kirin red dikin. Di derketina her nêrîn-têbîniyekê de pêwîste bi rêya lijneya hevbeş diyalog li ser bê kirin û çareserkirin. Biryarên me yên li ser esasê berjewendiyên netewa me hene, em teslîmî xwestekên hinek din nabin û ji serweriya Iraqê tawîzê nadin.”

Mihemed Şiya Sudanî di nava axaftinên xwe de balkişand li ser bandorên guherînên avhewayê û wiha pê de çû: “Guherîna avhewayê li ser Iraqê bûye metirsiyeke rasteqîn. Ji bo rûbirûbûna qirêjiya jîngehê li ser esasê destnîşankirina çawaniya rûbirûbûna bandoran stratejiyeke niştimanî hatiye diyarkirin ku dê heta sala 2035’yan bidome, yek ji wan jî rêgirîkirina vala xerçkirina gaza bîrên neftê ye. Di warê têkoşîna li dijî bandorên guherîna avhewayê, pêwîstiya me bi pişgiriya Cıvata Navneteweyî heye. Her wiha kêmavî bandorek mezin li ser horikên Iraqê dike. Asta avê ya her du çemên mezin ên Dîcle û Firatê kêm bûye. Bang dikin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî ji bo rubirubûna bandorên guherîna avhewayê lijneyek navneteweyî ji welatên herêmê were pêkanîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar