Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Suîqastan MÎT-Parastin-Hîzbullah pêk tînin’

Rojnameger Azîz Koylûoglû diyar kir ku suîqastên li başûrê Kurdistanê ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve tên kirin û got: "Niha desthilatdarên wê herêmê û desthilatdariya PDK'ê tenê weke waliyê Tirkiyeyê rola xwe dilîzin."

Li başûrê Kurdistanê, hedefgirtin û qetilkirina siyasetmedarên kurd dewam dike. Di saleke dawî de li Silêmaniyê tenê 5 kes bi suîqestan jiyana xwe ji dest dan. Di 4’ê cotmeha 2022’yan de edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Di 28’ê tebaxa heman salê de endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) hat qetilkirin. Di 17’ê gulana heman salê de li Taxa Bextiyarî welatparêz Kurdistanê Zekî Çelebî bi giranî birîndar bû û di 18’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Di 17’ê îlona 2021’ê de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Di 16’ê îlona 2021’ê de ji welatiyên Bakur Ferhad Bariş Kondû li Silêmaniyeyê bi giranî birîndar bû. Îsal jî welatparêzê kurd Huseyîn Turelî li Dihokê di êrîşeke sûîqestê de hat qetilkirin. Hat zanîn ku Turelî beriya niha jî rastî êrîşekê hatibû û bi birîndarî jê xelas bûbû.

Rojnamager Azîz Koyluoglû ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, der barê suîqastên li dijî rojnameger, akademîsyen û siyasetmedarên kurd ên li Başûr pêk tên  ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.

Sê komên çete MÎT-Parastin-Hîzbullah

Rojnameger Azîz Koyluoglû da zanîn ku suîqast ji aliyê sê komên çete ve tê kirin û wiha axivî: “Li herêmê suîqastên ku faîlên wan diyar, lê nayên dîtin çêdibin. Ev suîqast demeke dirêje li herêmê çêdibin. Ev suîqast bi taybetî di sala 2021’ê de li dijî welatparêzên ku ji bakurê Kurdistanê tên herêmê pêk tên. Yek ji wan jî qetilkirina welatparêzê bi navê mamoste Şemal ê li Kifriyê bû. Helbet ev hemû bûyer, bûyerên sîstematîk in. Sê hêzên ku van suîqestan pêk tînin hene. Ji aliyekî ve MÎT heye, ji aliyekî ve jî îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastinê û ji aliyekî din ve jî Hîzbullah heye. Hîzbullahê di salên 1990’î de li Bakur suîqest pêk anîn. Niha jî wek HUDA Par siyasetê dike. Lê bêguman ev ne partiyeke siyasî ye, çete ye. HUDA Par, di sala 2012’an de weke partiyeke siyasî hatiye avakirin û piştî avakirina wê li başûrê Kurdistanê jî nûnertiya xwe vekiriye. Ji wê demê ve têkiliyên wan bi PDKê re pir baş in. Bi taybetî PDK li ser van têkiliyan heye. Li herêmê gelek endamên HUDA Parê bi awayekî aktîf dixebitin. Helbet wek Hîzbullah xwe didin nasîn. Hizbullah a Bakur, niha li başûrê Kurdistanê xwe çalak dike. Yên ku van suîqestan pêk tînin jî, îtîfaqa MÎT-Parastin-Hîzbullahê ye. Bi giştî jî kujer bi piranî ji endamên Hizbullahê tên hilbijartin. Îstixbarat, lojîstîk, çek û tiştên bi vî rengî jî ji aliyê Parastin û MÎT’ê ve tên dayîn. Lê kujerên van bûyeran pîranî jî endamên Hizbullahê ne ku ji kurdên Bakur hatine hilbijartin. Van kesan di encama lihevkirinekî de tînin herêmê û êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Mirov nizane ku bi awayekî çawa xwe bi rêxistin kirine, lê belê piştî ku êrîşên sûîqastê pêk tînin, ji herêmê derdikevin.”

‘Divê bi zelalî bê ditin ku li pişt vê êrîşê peyameke cidî heye’

Koyluoglû diyar kir ku bi van êrîşan tê xwestin ku di şexsê siyasetmedarên kurd de peyameke bidin gelê kurd û wiha pêde çû: “Çima niha li Dihokê bûyereke bi vî rengî pêk hat? Helbet ev tiştekî balkêş e. Huseyîn Turelî ew demeke dirêj bû ku li Dihokê dijî. Hem esnaf bû û hem jî yek ji cihên herî qelebalix e li Duhokê, dikana wî hebû û her kes dizanibû ku ew li wir e. Sala borî jî Turelî rastî êrîşa çekdarî hat, lê bi birîndarî ji wê êrîşê rizgar bû. Îsal jî ew kuştin. Ew li navendeke danûstendinê ya bi navê Family Mall û her cure yekîneyên ewlehiyê di hundurê wê de heye hat gulebarankirin. Eger bixwestana dikaribûn Huseyîn Turelî bigirtana û radestî Tirkiyeyê bikirana. Ji ber ku Dihok, bi taybetî Hewlêr cihekî di bin kontrola PDK’ê de ye û MÎT bi awayekî aktîf lê dixebite. Lê wan li şûna girtinê, kuştina wî tercîh kir.”

Koylûoglû axaftina xwe wiha domand: “Divê bi zelalî bê ditin ku li pişt vê êrîşê peyameke cidî heye. Dixwazin bibêjin ku hem li cihekî ewle û hem jî li cihekî weke Dihokê em dikarin her kesî bikujin. Ev komkujî bi taybetî ji bo tirsandina kurdên welatparêz wek polîtîkayekê tê meşandin. Armanca wan diyar e. Armanca wan li ku derê kurdayetiya resen hebe bikin hedefa xwe de.Hewl didin başûrê Kurdistanê ji bo kurdan weke cihekî ne ewle nîşan bidin. Li gorî wan kurd herin ku derê, şert û merc çi dibin bila bibin, dibêjin ger welatparêz bin, heta bi têkoşîna kurdan re sempatiyê bikin hedefa me ew in. Hewl didin ku başûrê Kurdistanê ji bo kurdan weke cihekî ne bi ewle nîşan bidin. Dibêjin kurd herin ku derê, şert û merc çi dibin bila bibin, heger welatparêz be heta ku bi têkoşîna kurdan re sempatiyê bikin hedefa me de ye.”

‘Lîstokên PDK ya xayîn li dijî kurdên bi şeref naqede’

Koyluoglû da zanîn nûxûmandina van bûyeran zemîna êrîşa li ser welatparêzên kurd vedike û got: “Mînak di êrîşa berê ya li dijî Huseyîn Turelî de, me weke xebatkarên çapemeniya herêmî ev rewş anî rojevê. Dema me ev yek anî rojevê Turelî, malbata wî û derdora wî xwest ku nûçeyên me belav kirine paşve bikêşin. Ji me re gotin, ‘Me bi wan re li hev kiriye, nûçeyê belav nekin, êdî tiştekî nakin, nûçeyên xwe rakin.’ Bi veşartina van tiştan, veşartina van gefan, veşartina şantajan bingehê êrîşa li ser welatparêzên kurd vedike. Lê divê malbat û gelê kurd di her şert û mercan de di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bidin. Tenê wiha dikarin pêşiya van êrîşan bigirin. Gelo ev herêm bi ewle ye? Ez bawer nakim tu cihek ji bo  kurdê ku ji welatê xwe hez dike ewle be. Ne tenê Kurdistanê, tu cihê cihanê ne ewle ye. Ji ber ku kurd miletekî di bin jenosîdê de ye. Geleke ku jenosîdê de derbas dibe ne pêkaneyeke ku ciheke ewle bibîne. Mixabin gelê kurd bi terikandina welatê xwe  nikare ji qirkirinê xwe xelas bike.Tu deverên cihanê de rewşeke wiha nîne. Di vî warî de herêm ne bi ewle ye.”

‘PDK tenê weke waliyê Tirkiyeyê rola xwe dilîzin’

Koyluoglû diyar kir ku divê li qada navneteweyî polîtîkayên suîqastê yên li herêmê pêk tên bên ronîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi rastî li tu derê cihanê nehatiye dîtin ku rêveberiya herêmê ji MÎT-Hîzbullahê re qadeke wiha vekiriye. Ev cihê fikariyê ye. Herêm bi temamî di bin kontrola MÎT’ê de ye. Niha desthilatdarên wê herêmê û desthilatdariya PDK’ê tenê weke waliyê Tirkiyeyê rola xwe dilîzin. Li dijî van êrîşan bertekên YNK’ê jî  hene, nerazîbûna wan jî PDK’ê re heye, lê ev bertek ne bi zêde xurtin. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî naxwaze mudexele navxweyî bike. Nêrazîbûnên wan jî piranî daxuyanî ne.Divê ku ev êrîşên MÎT’a tirk ên terorîstî di qada navneteweyî de jî bên teşhîr kirin. Encax bi vî awayî dikarin bisekinin. Heke wisa nebe, xuya ye ku êrîşên bi vî rengî di demên pêş de jî berdewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar