Wezîrê Karên Hundir ê tirk Suleyman Soylû duh li ser medya dîjîtal heqaret li Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û parlamenterê Hatayê Bariş Atay kir. Piştî heqareta Soylû, komeke faşîst êrîşî Atay kir.
Komeke ji 5 kesan li Kadikoyê ya Stenbolê bi gotina ‘xayînê welêt’ êrîş birin ser Atay. Atay li Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşayê hate dermankirin.
Di daxuyaniya TÎP’ê de wiha hat gotin: “Alîkarê Serokê Giştî yê partiya me Bariş Atay, piştî ku di nava rojê de ji aliyê Suleyman Soylû ve hedef hate nîşandan, îşev bû hedefa êrîşa komeke ‘nediyar’.” STENBOL