Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şûr û mertalan hesan bidin!

Gelê Kurd pêvajoyek nû li ber e. Elbet ev pêvajo wê mîna pêvajoyên berê ku tim qala wê tê kirin nebe. Ji hemû aliyê xwe ve, xwedî serketin û windahiyên mezin e. Ji ber ku ev qonax encama têkoşîna 50’î salî li xwe digire.

50’î salên tije têkoşîn û êşên giran ên ji bo gihandina serketinê li xwe girtiye. Hema bêje roj bi roj, kêlî bi kêlî kêfxweşî, şan û êş, serketin û windahiyên mezin da. Gelê Kurd di vê têkoşîna gihandina hebûn û nasnameya xwe li cîhanê dayî qebûlkirin ewladên xwe yên herî bi qedir û qîmet feda kir. War û cihên wan ên herî dîrokî û xweşik hatin talankirin û qirkirin. Hema bêje mal neba ku agirê berxwedanê lê hilnebû û şerbeta şehadetê jê nevexwar. Bi deh hezaran jin, ciwan di temenê xwe yê herî kêrhatî û serketî li pişt şibaka û hucreyên tarî emir derbas kir. Laşê herî nazik û delal di wan hucreyên zingarî hatin rizandin. Tevî ewqas êşkence, lêdan û zordariyê wan bedenan li ber xweda, hiş û bîrdoziya gelê Kurd gihandin vê qonaxê.

Bi hezarana gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd li çiya, tevî bombeyên atom, gazên jehrî û kîmyewî di tunelan de dîrokek nû ya azadiyê nivîsandin. Kêlî bi kêlî li ber xwe dan û wisa kirin ku dijmin bi qasî wê teknîka zêde xwe ji çiyan vekişînin.

A herî girîng Rêber Apo bû efsaneyek nû û li cîhanê. Bi berxwedana û raman xwe ya heqîqetê û avakirina jiyanek nû ya ji hemû qirêjiyên serdest û sîstemê xwe pak kirî pêşkêşî mirovahiyê kir. Îro bi saya berxwedana gerîla û gelê Kurd Rêber Apo bûye semboleke ya serketin û hêviya mirovahiyê.

Lewra di Newroza 2023’an de li hemû qadan dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate qîrkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin. Ev yek nîşan dide ku têkoşîna tê kirin, berxwedana tê kirin; hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ev civak ji mirinê xilas kirî.

Di pêvajoyeke wiha ya berxwedan ji her alî ve geş bû, erdhejek li Bakurê Kurdistanê bigire heta Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rû da, bû sedema qurbanîdaneke pir zêde ya xelkê Kurdistanê. Di rewşeke wiha de ku her kes bi hewara mexdûran diçû, desthilatê rêgirî dikir û mirov terkî mirinê kirin. Hema piştî erdhejê Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê weke erkekî mirovî û exlaqî, wijdanî ragihand ku ew şerê li dijî dagirkeriyê ji ber mexdûrên erdhejê didin sekinandin û bang li hemû hêzên xwe kir ku li kû dibin bila bibin heta dijmin êrîş nekin ew ê çalakiyan nekin. Hema bêje çend rojên din wê erdhej bikeve 2 mehan. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe çi li bajar û çi jî li çiyan dawî nekir. Her roj êrîşên bi bombeyên kîmyewî û gazên jehrî êrîşên xwe domandin. Heman tişt li Rojava jî kir.

Herî dawî Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya Newroza ji bo Qendîlê vekirî îşaret  bi biryara çalakiya xwe anî û got: “Berî ku em vê biryarê bigirin gelek aliyan ji me xwestin ku şer rawestînin, piştî ku me ev biryar girt xwedî li vê biryarê derneketin. Niha jî desthilata AKP-MHP’ê berî hilbijartina 14’ê Gulanê bê kirin, xwe ji şereke nû re amade dike.”

Ev yek vekirî dide nîşandan ku dibe, rojên bê şereke mezin bê destpêkirin. Desthilata Erdogan-Bahçelî ji bo vê yekê vegerînin serketina hilbijartin û raya nîjatperestî xor bike, wê serî li vê rêyê bide. Ji xwe dema em li dema borî dinêrin, ev yek zêdetir piştras dike.

Li aliyê din ji xwe peyamên Newrozê û herikîna gel a qadên Newrozê vê yekê vekirî nîşan da ku ti astengî û rêgirî wê wan ji rêya azadiyê venegerîne. Bi taybet herikîna ciwanan a qadên Newrozê, zêdetir hêvî dide civakê.

Ji bo wê ye ku divê di serî de ciwan û jin  vê pêvajoyê baş bibîne û ji bo wê amade be. Êdî şer ne li çiya, li her derê ye. Şer bi çek tenê nayê kirin. Şer bi ziman, çand, îdeolojî û fikrê tê kirin. Şer bi hebûn û nasnamê tê kirin. Pêvajoya li ber me jî pêvajoyeke wilo hesas e ku pir alî şer tê kirin.

Elbet bi hilweşandina vê faşîzma AKP-MHP’ê wê temamî her tişt hel nebe, wê deriyê demokratîkbûna Tirkiye û pêşvebirina çareserkirina pirsa Kurd bixe qonaxeke nû ku bikare di nava xwe de rê li ber gotubêj û pêvajoyeke nû ya çareseriyê veke. Wê pêvajoyek giran û hêdî bimeşe, li gorî şert û mercên heyî, li gorî xurtbûna bereya demokratîk û îtifaqên demokratîk be. Ji bo wê çiqasî bere û îtifaq xurt be ewqasî rêya serketinê jî xurt be. Ji bo wê ye ku di vê hilbijartinê de divê em bereya xwe û îtifaqa xwe pir xurt bikin.

Hema bêjin ji her tiştî re amade bin. Ji şer û ji aştiyê re. Ji şer re jî amade ji aştiyê re. Hemû hucreyên laşê xwe di vê çarçoveyê de adepte bike û wisa bixe nava tevgerê. Hemû pêvajoyên borî mîna şerîteke sînemayê li ber hiş û çavê xwe re biborîne û wisa bikeve nava liv û tevgerê. Kuştin, qirkirin, mêtingerî û talanê bînin bîra xwe û wisa biryar bidin. Bê xizmetî, qeyûm û bê nasnametiyê bînin ber çavê xwe û wisa bikevin nava tevgerê. Şewitandina bedenên ciwanan û cenazeyê dayîna Teybet bînin hişê xwe û wisa biçin ser sindoqan.

Van tevan bîne ber çavê xwe û wisa xwe ji bo pêvajoya giran a li ber amade bin.

Awyer Botan

23-03-2023

Nûçeyên Têkildar