Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Çareseriya Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser e

Li Sûriyeyê di Adara 2011’an dest serhildanê dest pê kirin. Bi destwerdana hêzên navneteweyî ev çalakiyên bi daxwaza azadiya gelan û demokrasiyê veguherîn çalakiyên...

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Çareseriya Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser e

Li Sûriyeyê di Adara 2011’an dest serhildanê dest pê kirin. Bi destwerdana hêzên navneteweyî ev çalakiyên bi daxwaza azadiya gelan û demokrasiyê veguherîn çalakiyên...
Perşembe - 12 Aralık 2024

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Çareseriya Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser e

Li Sûriyeyê di Adara 2011’an dest serhildanê dest pê kirin. Bi destwerdana hêzên navneteweyî ev çalakiyên bi daxwaza azadiya gelan û demokrasiyê veguherîn çalakiyên...

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê. Mînak, ji bo ku mirov li welatekî guhertinên bingehîn pêk bîne yan jî di rêveberiyekî de guhertinên sîstematîk bike, divê ku gelên wî welatî qeyraneke kûr-tûj bijîn. Di serdema modernîteya kapîtalîst de, bi taybet jî di 50-sed salê dawî de ev “qeyran” bi şêwazên şer, şerên navxweyî yan jî bi êrîşên sansasyonel pêk tên. Mînak êrîşên 11’ê Îlonê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li Tirkiyê derbeya 12’ê Îlonê, li Rojhilata Navîn Şerê Kendavê yê Yekemîn û Duyemîn û hwd…

Sîstema modernîteya kapîtalîst, jixwe sîstemeke qeyrana di nav qeyranê de ye. Bingeha hebûna kapîtalîzmê, hebûna qeyrana civakî, exlaqî û polîtîk e. Ger ku civakên cîhanê dûrketina ji nirxên bingehîn ên civakî ne jiya, wê vê sîstema dijmirovî nekariya evqasî bijiya. Dizî, zor, zilm, neheqî, dirûtî, desthilatdariya çors û zirav, talan û texrîba xwezayê, komkujî, tundî, çanda tecawuzê, nexweşiyên tên derxistin, pirsgirêkên birçîbûnê, zêdebûna nifûsê û hwd. Ev hemû êrîşên li ser aqil, exlaq û nirxên pîroz ên mirovî ne. Lê mixabin tên jiyîn, bi me didin jiyîn. Ger ku bi tevahî mirov ji mirovbûnê derneketibin, hê jî hinek nirx û pîrozeweriyên me mabin, ev jî bi saya serê mirovên bi nirxên civakê yên qedîm û pîroz li ber xwe didin e.

Di cewherê xwe de ev têkoşîna du hêzan e ku ji destpêka mirovbûnê û bi taybet jî piştî ku zîhniyet û siyaseta desthilatdar û dewletparêz derketî ve berdewam dike ye. Em dikarin hêzên navborî weke hêzên ronî û tarîtiyê bi nav bikin. Ev her du hêz yek bi yek di nava mirovan de jî têne hemberî hev, li qada cengê bi navê gel, welat, rêxistin û dewlet jî. Mînak niha li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ev hêz li ser dika dîrokê ne. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û qirker, di bin navê “mûxalîf” de tên serwîskirin. Lê ev xapandin e. Hêza li erdê şer dike, li jor wan diparêze; av, nan û cebilxane dide, hedef û rê nîşan dide, dewleta Tirk e. Jixwe li ser hin çeteyên hatî kuştin cilûberg û amûrên leşkerî yên li ser “tugaya komando” ya filan cihî, dinivîse. Yanî ew çete jî, leşkerê fermî jî, hemû endamên artêşa dagirker, qirker in. Niha vê hêza tevlîhev û tarî, HTŞ jî girtiye cem xwe; aqil, siyaset, armanc û piştgiriya DYA, NATO, Îsraîl û Îngilistanê jî bi des xistiye û dimeşe. Piştî êrîşan û şûnde bi taybet ragihandina navneteweyî Colanî “keşf kirin”. Her roj daxuyanî, hevpeyvîneke wî heye. Wî “diberiqînin”.

Tê gotin ku Komara Tirk (KT) xwestiye weke ku DAIŞ’ê kirî, HTŞ jî berê xwe bide ser Kurdan, lê HTŞ’ê ji DAIŞ’ê ders derxistiye û berê xwe daye Şamê. Bi zimanê fûtbolê, “deqe yek, gol yek!” HTŞ: 1, KT: 0. Piştî ku HTŞ gihîşte sînorê jêre hatî diyarkirin, li Şam û deverên din serweriya xwe rûnenê, bi dibêtiyeke mezin wê xulamên KT’ê jî ji holê rake.

Wê KT bikaribe HTŞ’ê araste bike, bi rê ve bibe? Zehmet e! Heta gelek şîrovekar dibêjin “na!” Wê demê yê çi bibe? Yê KT ji xulamên xwe bêpar bimîne. Xwediyê herdu aliyan jî destûr bidin, wê KT bi HTŞ’ê re şer bike. Ji ber ku Tirkiye ji HTŞ’ê re bûbû riya seyrangehê, mumkin e ku her kêlî li cihekî bombeyek biteqe. Cihên ku li Sûriyeyê û Rojava dagirkirî, yê çawa di destê xwe de bihêle? Piştî demekî ku rêveberiya demkî/derbasdar hate ser kar, wê bi kîjan hincetê dagirkeriyê berdewam bike? Kartê koçberan jî pê re namîne. Koçber di şert û mercên koletiyê de dişixûlandin, wê ew jî nemîne. Ev ê jî fatûreyeke siyasî, civakî û aborî jî derxê holê.

Niha çeteyên KT’ê xwedîkirî, HTŞ û leşkerê Tirk bi hev re tevdigerin. Derveyî çend bûyerên piçûk, pirsgirêk naxuyên (HTŞ’ê çeteyê ala Tirk bi keleha Helebê ve daliqandî girt. Çend çeteyên dizî û talan jî kirî girtine). KT jî xwe weke “serkeftî” ya vî şerî dide nîşandan. Gelo wisa ye? Koordîneya vî şerî, ne KT ye. KT, tevî çeteyên xwe û HTŞ’ê jî amûrên aqlê NATO’yê ne. Di encamê de siyaseta emperyalistan bi ser bikeve, wê gelê Tirk, Kurd û Ereb zirarê bibînin. Ji bo wê jî Tirkiye serkeftî ye yan jî ketiye teqna Sûriyeyê? Hê nediyar e!..

Bi xetên stûr siyaseta hêzên herêmî û navneteweyî diyar bû. Weke li Erdogan kirin, wê “gomlekê” Colanî jî biguherin. Çeteyên “zêde tûj” hêdî hêdî tine bikin. Bixwazin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi “rojhilatê Firatê” re sînordar bihêlin. Sîstemeke sê-çar herêmî ya federal ava bikin. Destpêkê di fîîliyatê de, dûvre jî fermî Sûriyeyê perçe bikin. Weke Iraqê. Plan û lîstik ev e. Pêkanîn û pêkneanîn, girêdayî encama têkoşîna hêzên bi rêxistinkirî ye.

Li rawestgeha pêş jî Îran heye!

Nûçeyên Têkildar