Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Sûriye, Tirkiye û Rûsya hewl didin rola kurdan tune bikin’

Polîtîkaya guherandina demografyayê ya dewleta tirk a li rojavayê Kurdistanê bênavber didome. Di vê çarçoveyê de çend roj berê 150 wesayîtên ku ji çete û malbatên wan pêk dihat, ji Cerablusê veguhestin Girê Spî. Her wiha rejîma Sûriyeyê jî bi dewleta tirk re koordîneyî, lez da polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê. Di vê çarçoveyê de bi hezaran roman û qereç li herêmên Til Hasil û Til Eranê ku gelemperiya niştecihên wê kurd in bi cih kirin.

Têkildarî mijarê endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif ji MA’yê bi Nazim Daştan re axivî. Yûsûf da zanîn ku Til Hasil û Til Eran ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve armanca rastî êrîşan tê û wiha got: “Xelkê herêmê bi komkujiyên komên selefî û tundrew re rûbirû ma. Gelek jê hatin sirgûnkirin û hemkûmî mirinê hatin kirin. Sepanên li dijî miroviyaê diqewimin. Ev rewş heta ku ev herêm ketine destê rejîmê jî berdewam kir.”

Polîtîkaya du alî ya rejîmê

Di berdewamê de jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Rejîm li dijî niştecihên van herêman polîtîkayên cuda birêve dibe. Weke ku ev der qet nebûn, tevgeriyan û pêşketinek lê nekir. Gelê me sûcdar dîtin û niha di dorpêçekê de ne. Rejîmê li ser van herêman polîtîkaya guherandina demografyayê xist dewrê. Roman û qereçan li vir bi cih dikin. Ev polîtîkayek taybet û du alî ye. Hem dixwazin demografayê biguherînin û hem jî vîrûsê li nava gelê me belav bikin.”

Rejîm hewl dide tevdîran vala derxîne

Bi domdarî jî Yûsif ev tişt destnîşan kir: “Rejîm li dijî vîrûsê bêtevdîr tevdigere, alîkariyê nade Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li dijî van herêmên navborî jî polîtîkayeke taybet dimeşîne. Li dijî vîrûsa koronayê, Rêveberiya Xweser di nava liv û tevgerê de ye. Di vê çarçoveyê de tevdîr girtin û digire. Lê rejîm hewl dide van xebat û tevdîran pûç bike. Ev rewş ji bo Şehba, Heleb û herêmên di bin destê rejîmê de ne jî derbasdar e. Qereçên birine Til Hasil û Til Eranê jî di nav vê de ye. Ev siyaset nayê qebûlkirin.”

Vîrûs weke firsend tê bikaranîn

Yûsif wiha domand: “Sûriye hêj di nava şer de ye û rojane mirov dimirin. Li gelek deveran demografya tê guherandin. Rejîm hewl dide vîrûsê weke firsend bi kar bîne û cihên winda kiriye bi vî awayî kontrol bike. Heke rejîm li çareseriyê bigere, yek ji hêza herî xurt a welat kurd in û neçare kurdan li ber çavan bigire. Pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareseriya van pirsgirêkan siyaseta rê û rêbazê pêşkêş dike.”

‘Hewl didin rola kurdan tune bikin’

Hediye Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rejîma Sûriyeyê çavên xwe li dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê, polîtîkaya wê ya guherandina demografyayê û sepanên wê digire. Bi destê Tirkiyeyê gefan li herêmê dixwe. Polîtîkayên Sûriye û Tirkiyeyê yên bi hevkariya Rûsyayê li herêmê tên sepandin jî girêdayî vê polîtîkayê ne. Hewl didin herêmê bêhêz bikin û rola kurdan tune bikin. Ev polîtîkaya înkarê û xwedûrxistina ji çareseriya demokratîk e. Em li dijî vê polîtîkayê ne. Projeyeke me ya demokratîk ku yekbûna Sûriyeyê diparêze heye. Ji bo ku kurd di Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigirin û weke gelek bê dîtin me ev proje pêş xist. Em naxwazin bi rejîma Sûriyeyê re têkiliyeke li ser tundiyê pêş bixin. Em dixwazin pirsgirêka heyî bi rêyên demokratîk çareser bikin. Bi vî awayî em dikarin Sûriyeyeke nenavendî ava bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar