Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Sûriye wê venegere beriya 2011’an’

“Sûriye wê venegere wek beriya 2011’an”. Ev gelek caran hatiye gotin û rasteyeke li ser erdê. Desthilata Şamê û dagirkeriya li bakurê Sûriyeyê ku ji Enqereyê ve tê birêvebirin, ger hîne berovajî vê xeyal dikin, xwe dixapînin. Rêjîma li Şamê di destê wê de ne hêz û jî serwerî û aborî maye û desthilata tirk a dagirker jî hêdî hêdî tengav dibe û lewma rija dike ku bi Esed re hevdîtinê bike û qala beriya 2011’an dikin ku wekî berê vegerin. Ger dewleta tirk û rejîm bixwazin wekî berê ziyareta hev bikin jî, wê li erdê tiştek wekî berê venegere. Li vê erdnîgariyê bi sedhezaran mirov bûne qurban, koçber bûne, ketine zindanan û li ser sînoran jiyana xwe ji dest dane wê kî hesabê vê bide ku vegere wekî berê?

Dewleta tirk bi taybet dema qala rewşa Sûriyeyê dike, berî her tiştî kuştina kurdan bi lêv dike. Me dît dema bi Rûsyayê re di 2018’an de li hev kir, armanca sereke ew bû ku li Efrînê kurdan qir bike û li hember wê hemû komên çete yên Heleb û Şamê veguhestandin gel xwe. Dema niha careke din bang dike ku bi rejîma Şamê re li hev bike, dîsa tîne ziman ku divê ew bi hev re li dijî kurdan bin û ev şertê wan ê hatina cem hev e û ger pêk neyê, li hevkirin nabe. Piştî demekê ji daxuyaniyên li ser hevdîtinên di nava Şamê û Enqereyê de, hin aliyên rejîma Şamê li Dêrazorê bi navê zarokên eşîran êrîşî herêma Dêrazorê ku HSD’ê parastina wê dike kirin. Ev jî wekî peyama ji dewleta tirk re be ku bibêjin em dilê we nahêlin ji bo ji navbirina projeya Rêveberiya Xweser. Dewleta tirk jî weke di bin simbêla re bikene û bibêje; erê em ê wan tune bikin, tevgeriya û li Minbicê dest bi êrîşan kir. Ji xwe li Efrînê jî ev demeke bêserûber zeviyên kurdan dişewitînin û kurdên hewl didin agir vemrînin jî digirin. Li gorî agahiyan, di 12 vê mehê de 2 kurdên ku agir vedimirandin girtin da kes newêre agir bitefîne.

Lê piştî ku êrişî li Dêrazorê bi ser neket û dewleta tirk dît rejîm nikare armancên wan pêk bîne, Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler derket û got heta Sûriye venegere wekî berê, ew ji Sûriyeyê venakişin. Ev yek aşkere dike ev alî peyamên veşartî bi tevgerên li ser erdê didin hev lê ji ber negihîştin encamê, şertên xwe li hember hev girantir dikin.

Lê di vê mijarê de yên dibin êzingê berjiwendiyên van rejîmên dîktator, gelê Sûriyeyê ye. Ev sîxur û zilamên ku xwe wekî mezinê eşîrê bi nav dikin, bereyan ji aliyan distînin û malên welatiyan li Dêrazorê topbaran dikin û xelkê dikujin. Ji wan be ew ê bi vî awayî xizmeta seyîdên xwe bikin û ew ê ji wan re bibêjin eferim. Erê, çend qurûş pere distînin lê ji bilî kuştina xelkê çi dikin?

HSD’ê rêgezên wê ji bo hemû aliyan xuya û aşkere ne. HSD’ê dibêje em dixwazin diyalog hebe û aştî pêk were û vê yekê dike ne ji ber lewaziyê, lê ji ber bi hêz e dibêje. Lê aliyên di nava rejîma Şamê de hîne ev mesele fêm nekirine û naxwazin fêm bikin û ji wan be ger çend çek dane destê çend sêwlekan û berê wan dan herêmê, ew ê karibin HSD’ê zeîf bikin û tiştan lê ferz bikin.

Îro roj Rêveberiya Xweser li Heseke û Qamişlê dor li rejîmê girtiye û cara dawiyê de jêre dibêje; bi aqil rûnê, ger hûn bixwazin ewlehiya xelkê herêmê ji niha û şûnde têk bikin, em ê karibin we di vir de pûç bikin. Sûriye ne ya berê ye û wê venegere beriya aloziyê. Berê Rêveberiya Xweser û hêza parastinê HSD nebûn, lê îro li ser erdê bi hêz in û temenê wê ji 2011’an û bi vir de ye.

Nûçeyên Têkildar