Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Suryanî daxwaza mal û milkên xwe dikin

Suryanî dixwazin milk û gorên dêr û keşîşxaneyên wan ên ji aliyê dewleta tirk ve hatine desteserkirin li wan bên vegerandin

Asûrî-Suryanî desteserkirina mal û milkên wan weke dewama qirkirina Seyfo ya sala 1915’an dibînin. Lewma bang li dewleta kirk dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya înkar û qirkirinê bîne, malên wan li wan vegerîne û qirkirinê nas bike.

Suryaniyên li dîasporayê ne, serî li partiyên siyasî û hikumetên welatên lê ne didin ku li dijî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê derkevin û ji bo mal û milkên wan li wan bên vegerandin zextê li hikumeta tirk bikin.

Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê Robert Halef, çend roj berê milkên Keşîşxaneya Mor Gariel ên hatin desteserkirin careke din xist rojeva parlamentoyê.

Halef di pêşnûmeya xwe de ku pêşkêşî parlamentê kir, ragihand ku Mor Gabriel a 397 salan hate avakirin yek ji keşîşxaneya herî kevn a dinyayê ye, malên wê sala 2008’an ji aliyê dewleta tirk ve hatin desteserkirin û di encama têkoşîna suryaniyan û nerazîbûna derve de hikumeta AKP’ê neçar ma beşek ji milkên keşîşxaneyê vegerîne.

Halef bi bîr xist, ji 30 milkên keşîşxaneyê yên hatin desteserkirin 12 hatin vegerandin, lê dewleta tirk hîn jî 18 ji wan venegerandiye û got, “Ev yek ji bo paşeroja suryaniyên li herêmê cihê fikaran e. Suryaniyên li her devera dinyayê der barê paşeroj û hebûna keşîşxaneyê de bi fikar in. Keşîşxane ji bo gelê Suryanî semboleke olî û dîrokî ye.”

Parlamenterê HDP’ê Tûma Çelîk û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Asûrî-Suryaniyan ên li Swêdê li ser mijarê axivîn û diyar kir ku ji bo vegerandina milkên wan ew bi biryar in.

Tûma Çelîk diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê salên 2008 û 2014’an dest danî ser milkên Mor Gabriel û Suryaniyan û got ku ji bo vegerandina mal û milkên desteserkirî ji sala 2008’an ve ji aliyê hiqûqî ve ew têdikoşin.

Çelîk anî ziman ku di encama zext û nerazîbûnan de ji milkên Mor Gabriel ên hatin desteserkirin 12 ji wan hatin vegerandin û got, hikumeta AKP’ê sala 2014’an dest danî ser 110 milkên Suryaniyan ku dêr, keşîşxane û gor jî di nava wan de hene.

Çelîk diyar kir ku bi qanûneke ku beriya hilbijartinên giştî yên sala 2018’an hate derxistin, 54 ji milkên hatin desteserkirin hatin vegerandin, lê 56 nehatin vegerandin û wiha got: “Ji bo em karibin keşîşxane, dêr û gorên xwe werbigirin, hewldanên me didomin.”

Serokê Yekitiya Dêrên Suryanî yên li Skandînavyayê Aydin Zette Chelma diyar kir ku AKP’ê piştî ku qeyûm li şaredariyên bi rêveberiya kurdan tayîn kir, dest danî ser mal û milkên dêr û keşîşxaneyan.

Chelma nerazîbûn nîşanî venegerandina mal û milkên suryaniyan da û got, “Ji wan heye ku eger malên suryaniyan bên dayin wê ermenî jî heman daxwazê bikin. Sedema bingehîn a desteserkirina malên me ew e ku dixwazin nehêlin kes li ser qirkirina Seyfo ya li dijî Suryaniyan hatiye kirin biaxive. Dewlet dixwaze bêje; eger hûn qirkirinê bixin rojevê em ê jî dest deynin ser malên we.”

Chelma destnîşan kir ku armanc ji desteserkirina mal û milkên wan bêdengkirina suryaniyan e û got, wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Qirkirin didome

Nûnerê Swêdê yê Yekitiya Suryaniyên li Ewropayê Yakop Nuhomo jî diyar kir ku bi desteserkirina xaka suryaniyan re dewlet dixwaze bêje, “Qirkirin û komkujiya berê hatiye kirin ji bîr bikin, dengê xwe dernexînin.”

Nuhomo destnîşan kir ku dewleta ku berê bi qirkirinê suryanî bêdeng kir, niha jî bi desteserkirina malên wan dixwaze suryaniyan ji herêmê ji holê rake. Nuhomo diyar kir ku ev yek domandina feraseta qirkirinê ye û wiha got: “Dewleta ku berê ermen û suryanî qir kir, niha jî heman tiştî li kurdan dike. Qirkirin niha bi rêbazên cuda, bi polîtîkayên şerê taybet didome. Lê belê suryanî êdî ne yên berê ne. Haya wan ji mafên wan heye. Mijarê dixin rojeva dinyayê. Li mafên xwe digerin.”

Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Mezopotamyayê Suleyman Boyaci diyar kir ku hikumeta AKP’ê beşek ji xaka wan daye, lê piranî nedaye û nerazîbûn nîşan da.

Seroka Federasyona Jinên Asûrî Nûrsel Awrohûm jî got, “Dixwazin me ji xaka me qut bikin. Lê belê heta ku milkên xwe werbigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” STOCKHOLM

Çavkanî: Mûrat Kûseyrî / ANF

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar