Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Taburek pêşmergeyan tevli YBŞ’ê bû!

Taburek (Sirya) Pêşmergeyên ji Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê, tevli nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû. Di nava tabûrê de fermandar Îsmaîl Nemir jî heye

Di 5’emîn salvegera fermana Şengalê ku 3’yê Tebaxa sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatibû de, Tabûrek pêşmergeyan tevli refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê bû. Tabûra ku tevli YBŞ’ê bû, girêdayî Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê ya girêdayî PDK’ê ye û piştî rizgarkirina Şengalê, heta ku navçe di 18’ê Cotmeha sala 2017’an de ket bin kontrola Heşdî Şehbî, li herêmê mabû.

Di nava pêşmergeyên ku tevli YBŞ’ê bûne de fermandarê tabûrê Îsmaîl Nemir jî heye. Îsmaîl Nemir, têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî . Nemir da zanîn ku ji dema fermanê ve di nava PDK’ê de mafê wan dihat xwarin, lewre wan jî biryar daye ku beşdarî nava refên YBŞ’ê bibin. Îsmaîl Nemir destnîşan kir ku ji destpêkê de ew li çiyayê Şengalê bûn û şerê DAIŞ’ê dikir û wiha pê de çû: “Bi hemî derfetên xwe me texsîrî nekir û me xwest em bi duristî kar ji bo gelê xwe bikin lê sozên ji me re hatin dayîn, pêk nehatin. Ji ber wê jî min  biryar da ku beşdarî nava refên şervanên Şengalê  YBŞ’ê bibim û em bi hevra bibin alîkar. Di dema fermanê de van şervanan ji bo civaka me texsîr nekir û rê ji bo gelê me vekir heta ku gelê me xilas kirin. Ez jî soz didim ku bi hemû derfetên xwe û bi malbata xwe re bikevim xizmeta Şengalê û karê xwe bi duristî bikim.”ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar