Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tahîr Elçî dê bi rêzeçalakiyan were bibîranîn

Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî dê bi rêzeçalakiyan di qetilkirina salvegera 4’emîn a Tahîr Elçî de wî bi bîr bînin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê ji bo rûxandina minareyê daxuyanî dida hatibû kuştin. Hempîşeyên Tahîr Elçî di qetilkirina salvegera 4’emîn de dê wî bi rêzeçalakiyan bibîr bînin.

Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî rêzeçalakiyên bîranînê li dar dixin.

Bîranîna Elçî dê di 28’ê Mijdarê de bi meşek ji ber Dadgeha Amedê heta Minaraye Çar Ling bê lidarxistin, dest pê bike. Meş dê saet di 10.15’an de dest pê bike û li ber Mînareya Çar Ling piştî daxuyaniyê bi dawî bibe. Tê payîn gelek hiqûqnas û siyasetmedar jî beşdarî meşê bibin.

Di heman rojê de Elçî dê saet di 13.00’an de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê were bibîranîna.

Nobeta edaletê

Roja 29’ê mijdarê jî Nobeta Edaletê ya her mehê carek li bajarekî tê lidarxistin dê ji bo bîranîna Elçî li ber Dadgeha Amedê bê lidarxistin. Mijara Nobeta Edaletê jî ‘Tahîr Elçî û Faîlên Nediyar’ e.

Heman rojê dê saet di 15.00’an de li Xan Hesen Paşa ya Sûrê ji bo bîranîna Tahîr Elçî bi temaya ‘Aştî û Azadî’ pêşengeha wêneyan were vekirin. Saet di 17.00’an de li Sînemeya Bajêr a Diyar Galeria jî fîlmê ‘Gorulmuştur (Hatiye dîtin)’ were nîşandan.

Baro her kesî vexwend bîranînê

Roja 30’ê mijdarê jî dê saet di 10.00’an de li Eywana Konferansê ya Baroya Amedê bi sermijara ‘Tevgera Gelê Kurd û Parêzer Tahîr Elçî’ panel were lidarxistin. Heman rojê saet di 17.00’an de jî li Sînemaya Bajêr a Diyar Galeria fîlmê ‘Zer’ were nîşandan.

Baroya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî parêzer û welatiyan vexwend bernameyên bîranînê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar