Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tahir: Rêbertî di dil û mêjiyê me de ye

Hesen Tahir ê ku 30 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naskiriye û bîranînên wî hê jî zindî ne wiha got: “Fikra Rêbertî di mêjiyê me û dilê me de ye, jê dernakeve.”

Hesen Tahir (64) ê li Qamişlo sala 1994`an li Şamê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyaye behsa rasthatina wî bîranînên xwe parve kir. Tahir destnîşan kir ku ew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji pirtûkên wî nas dikir, dema ew dît û lê guhdar kir, ruhê welatparêziyê li cem wî bi hêztir bû. Hesen Tahir wiha got: “Ji me re got `ez ne wekî serokatiyekê li xwe dinêrim, ez wek rewşenbîrekê li xwe dinêrim.` Ez li gotina wî şaş mam, min balkêş dît.”

Tahir got Abdullah Ocalan li ser taybetmendiyên pêşengan jî gotiye: “Ew ê ku xwe hesab dike serokê miletekî ye, heke bi sedan serokan li dû xwe dernexe, mirov nikare navê serokatiyê lê bike. Ez bawer im piştî mirina min jî ev şoreş dê dewam bike, ez dizanim bê ka min çi li dû xwe hiştiye.”

Hesen Tahir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dateyên di civatê de û wiha got: “Rêbertî pir bi hûrgilî tev digeriya, di civatê de hema li me meyze dikir û ji mîmîkên wî hişyarî diyar bû. 3 tişt bi hev re dikirin, hem xwarin dixwar, hem li radyoyê guhdar dikir û hem jî nameyek ku jê re hatibû, dixwend. Li kêleka van tiştan jî rûniştina me dişopand.”

Di nava axaftinên xwe de Hesen Tahir ev tişt got: “Rêbertî bi fizîkî girtî ye, bi fikr û ramanên xwe di nava me de ye. Em ji pirtûkên wî dixwînin û sûd digirin, daxwaza me ya azadiya fizîkî heye, divê gel lê xwedî derkeve û wî baş fêm bike. Gotineke min heye, ez her demê dibêjim, heke keseke tenê bi PKK re li dunyayê bimîne, ez ê yê duyemîn bim. PKK û Rêber Apo ketine mejiyê me de û nema jê derdikevin. Me soz daye dest ji rêya şehîdên xwe bernadin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar