Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TAJÊ berxwedana Kobanê û Rojava silav kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera 5’emîn Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedana Kobanê û Rojava li hemû cîhanê pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 5’emîn salvegera roja cîhanî ya ji bo piştgiriya Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniya xwe de berxwedan Kobanê û Rojava li hemû azadîxwazan pîroz kir û diyar kir ku dê hêzên kapîtalîst têk biçin û gelên azadîxwaz bi ser bikevin.

Berfirehiya daxuyaniya TAJÊ’yê wiha ye: “Em pêncemîn salvegera serketina berxwedana rûmetê ya Kobanê li HSD, YPG û YPJ’ê, li hemû Hêzên Enternasyonal ên ku cihê xwe di berxwedana şoreşê de girtin, li tevahî gelên bindest û azadîxwaz û gelê kurdistanî pîroz dikin. Ev çend roj in ku serçeteyê DAIŞ’ ê Ebu Bekir Al Bexdadî bi fîzîkî ji aliyê HSD’ê ve hatiye kuştin, lê belê ji aliyê îdeolojî ve bi pêşengiya sekna heval Rêvan û bi meşa Heval Arîn têk çûbû. Tevlibûna bi sedan kesên enternasyonal di berxwedana şoreşê û şehadeta wan a li ser axa rojavayê Kurdistanê careke din nîşan dida ku Rojhilata Navîn dergûşa mirovahî û cîhanê ye û her kesekî azadî û aşîtîxwaz, azadiya xwe di azadiya axa Rojhilata Navîn de dibîne. Di serî hêza jin, ruh ê mirovahî û hevaltiya taybet û li kêleka wê berxwedêrên gelên kurdistanî, xeta xîyanetkaran û pergala Osmaniya nû şikandin û vala derxistin. Kobanê bi statuyekî pir cuda wisa cihê xwe di dîrokê digirt û vê statuyê bi meşandina konfederalîzma demokratîk diparast. Îro ev ruhê berxwedanê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi bangên ji tevahî cîhanê ji bo  azadiya Rojava dubare tê jiyîn.

Duyemîn serçeteyê DAIŞ’ê Recep Tayyîp Erdogan ew ê tev li xeta xwe li hemberî ruhê mirovahiyê, gelê ku rastiya dîrokê diparêzin û şoreşa jin ê dubare were şikandin û têk biçe. Em weke jinên êzidi ji vê bawer in ku pergala Konfederalîzma Demokratîk ne tenê li herêma Rojava, di hûndirê her mirovekî azadîxwaz de bi cîh bûye û weke behrekî bê dawî, li ser axa Rojhilata Navîn bi xwîna şehîdên azadiya gelan, ev bi hezaran sal in diherike. Biqasî ku xwîna pîroz a şehîdan hatiye rijandin, Recep Tayyîp Erdoxan tevî hemû çete û leşkerên xwe li hezar salan avê venexwê. Rêvebirên sîstema kapîtalîst ev bi salan e ku teknikê pêş dixînin û ji bo berjewendiyên xwe li dijî gelên bindest û şoreşan bikar tînin, lê belê ji aliyê wijdanî û ehlaqî ve ne xwe pêş dixînin, ne jî xwe diguherînin. Ev rastî ji bo Recep Tayyîp Erdoxan jî derbasdar e.

Çawa tevahî cîhan berê digot, her dever Kobanê ye, her dever berxwedan, îro jî dibêje, her dever Rojava, her dever berxwedan e. Wek jinên êzidi diyar dikin ku gelê me dê bi ruhê Rêvana û Arînan careke din bi hêza jinê desthilatdariyê têk bibin û bi ser bikevin. Mafê xwe yê mirovahî bistînin, rastîya dîrokê biherikînin. Weke jinên êzidî û hemû civaka li Şengalê em şehîdên şoreşa Kobanê bi hûrmet bi bîr tînin û berxwedana li Rojava dubare silav û pêşwazî dikin. Em soza xwe ya ji bo tevahî gelên bindest û kurdistanî û şehîdan careke din nûjen dikin û soza pêkanîna xeyalên wan didin. Em bang li her deverên cîhanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li hemû hêzen sosyalîst û komunîst -sosyalîst dikin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin û nirxên mirovahiyê biparêzen. Divê azadiya Rojava ji azadiya Rojhilata Navîn cuda, ango qut neyê nirxandin. Jiyan li vir destpê kir û liv ir bi dawî bibe. Şerê cîhanê yê sêyemîn li vir destpê dike û tenê li vir dikare werê sekinandin û bidawî kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar