Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

TAJÊ: Biryara qedexeya hevdîtinê dewama komployê ye

Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku herî dawî qedexeya 6 mehan a hevdîtinê danê, daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) wiha ye:

“Di demekî ku êrîşên dewleta tirk ê dagirker li ser Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe dewam dike, roj bi roj gef, êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser gelê kurd û êzidî, sazî, dezgeh, îradeya siyasî û tevgera azadî zêdetir dibe. Bê guman berxwedanî û şerê gelê şoreşgerî di şexsê tevgera azadî, gel û gerîlayê Kurdistanê de di asta herî jor de dewam dike. Ev berxwedanî dê bi dawî kirine faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re bigihêje serkeftinê.

Hêza çareseriya pirsgirêkê ku di roja îro de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li cîhanê diqewimin Rêber Apo ye.  Bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dewleta faşîst a tirk û hevkarê wê dixwazin dagirkeriya xwe bidomînin, pirsgirêkan kurtir bikin. Ji ber vê sedemê jî her ku diçe tecrîdê girantir dikin û hevdîtinê bi parêzer û malbatê re qedexe dikin. Herî dawî bi biryara 2’yemîn dadgeriya înfazê ya Bûrsayê ku 6 meh qedexaye hevdîtinê danîne ser parêzerê Rêber Apo û 3 girtiyên li Îmraliyê, bi vê biryarê dixwazin ku di şexsê Rêbertî de têkoşîna azadiyê ya lewaz û bê encam bikin. Bi taybet têkoşîna jin ku li seranserî cîhanê bûye mînakê berxwedanê. Di heman demê de ev biryar berdewamiya komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê ye. Çawa ku hêzên komploger ên navnetewî li 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê dest bi komployek bê mirovî kirin û di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Rêber Apo bi encam kirin, ji wê demê heya niha komplo bi rengê tecrîd, dagirkerî û êrîşan didin dewamkirin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê, her wiha di vê demê gef, êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi taybet ên li ser Rojava û Şengal û herêmên başûr û bakurê Kurdistanê ne teseduf in.

Em di demekî hesas re derbas dibin, ji ber vê yekê em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang dikin ku li dijî vê biryarê pêwîst e tevahî gelê azadîxwaz, di serî de gelê Kurdistanê û miletê êzidî, sazî û rêxistinê jinan ên li Kurdistan û navnetewî têkoşîna xwe xurt bikin û pêngava ku KCK’ê daye destpêkirin bi hevre bi ser bixin. Bi taybetî jin û ciwan pêwîste ji bo azadiya xwe li seranserî Kurdistan û cîhanê çalakiyên xwe xurtir bikin. Faşîzm, dagirkerî û tecrîdê bi dawî bikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar