PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

TAJÊ encamnameya kongreya xwe ya yekemîn aşkera kir

Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) encamnameya kongreya xwe ya yekemîn ku di 10’ê îlonê de li Xanesorê pêk hatibû, aşkera kir

Di 10’ê îlona 2019’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê(TAJÊ) yekemîn Kongra xwe li bajaroka  Xanesor a Şengalê bi dirûşma ‘Jina êzidî nasnameya resen û cewherî ya  jina kurd e’ lidar xist. Biryar hatibû stendin ku li hemberî hemû êrîşên faşîzane ya hişmendiya desthilatdar a zilam têkoşîna jinê bi pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser pêyan’ were bilindkirin.

TAJÊ encamnameya yekemîn kongreya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Encamnameya TAJÊ’yê wiha ye: “Di yekemîn Kongreya TAJÊ’yê de 350 delege ji Kantonên Rojava yê Cîzîrê, Efrînê û Kobanê, Ewropa, başûrê Kurdistanê û Şengalê beşdar bûn. Jinên êzidî kongreyê diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin, silav û hezkirinê xwe pêşkêş kirin. Tecrîda girankirî ku kesayetê Rêber Abdullah Ocalan li dijî vîna bi rêxistinkirî ya jinên azad tê meşandin wek tecrîtek li dijî tevahî jinên êzidî hate destgirtin û biryara xurtkirina têkoşînê li ser hîmê mezinkirina rêxistina xwe ya xweser hate dayîn.

Di rojeva kongreyê de rewşa siyasî û bi taybetî êrîşên li dijî jinê û dayikên laçikspî ku faşîzm hewl dide feraseta xwe yê qirker bi encam bike bi tundî hatin şermezarkirin û rê û rêbazên berxwedanê bi berfirehî hatin gotubêjkirin. Di heman demê de berxwedaniya destanî ya jin û dayikan li Bakur û Tirkiyeyê, li Maxmûr û Başûr, li Efrînê û Rojava û bi taybetî li Şengalê hatin silavkirin. Di kongreyê de peyamên endama rêveberiya konseya KCK Sozdar Avesta û ya KJK hatin peşkeşkirin. Di peyaman de xurtkirina mîsyona TAJÊ, xebat û tekoşîna jinên ezidî ku wek hêviya ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanî hate pênasekirin, derketin pêş. Di kongreyê de di şexsê Mam Zekî de tevahî cangoriyên fermana 73’yan û azadiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn û soza xwedîderketinê hat dayîn.

Kongre bi rojevek berfireh di warê civakî, rêxistinî, birdozî, siyasî û borî de bal kişand ser rewşa jinên êzidî. Hate nirxandin ku di encama xebatên 5 salên piştî fermanê jina êzidî tevî zor û zehmetiyên mezin kedek û hewldanek bêhempa li ser esasa parastina cewherî, zanebûna cewherî û rêxistinbûyîn bû xwedî vîn. TAJÊ ya ku xwe li ser hîmê avakirina meclisan û komînan, di heman demê de di hemû beşên jiyanê xwe bi rêxistin dike bû nasnameya jina êzidî. Bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê bû hêza bawerî û bi armanca avakirina tifaqa navxweyî û navnetewî hemû jinên êzidî hembêz dike. TAJÊ di demên cûda de 2 konferansên xwe lidar xist û bi yekemîn kongreya xwe biryarên girîng stendin. Di encama nirxandina rewşa rêxistinî û pirsgirêkên civakî ku di kesayeta jinê de hemû tundiyan tên ceribandin û ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilamê serdest rewa tê dîtin, biryar hate stendin ku divê tu jinên êzidî bê rêxistinî û bê parastin nemîne ji lewra jî li dijî pirjinî, zewicandina di temenê biçûk de, qelend, kuştin û xwekuştin û hwd. dê têkoşîna jinên êzidî were xurtkirin. Hate tespîtkirin ku pirsgirêkên civakê li kîjan qadê dibe bila bibe wekhev in. Ji bo hêza çareseriyê xurttir bê afirandin biryara guhertin û veguhertinên radîkal di warê bîrdozî, civakî, rêxistinî û siyasî bi rêbazên wek semîner, konferansan, komxebatan, akademiyan hate dayîn. Her wekî din biryarên girîng di derbarê dîplomasiya jinên êzidî hatin stendin. Hate gotûbêjkirin ku divê jina êzidî di qada dîplomasiya navxweyî û navnetewî hemû polîtîkayên qirêj ku li ser hebûna wê tên meşandin deşîfre bike û li gorî vê bi hêza xwe yê cewherî li ser hîmê xwebûna xwe nûnertiya xwe bike. Bi tenê bi jina êzidî ya rêxistinkirî dê xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe. Di berdewama kongreyê de bal hate kişandin ku wê jinên êzidî di bin sîwana TAJÊ’yê de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di çarçovêya pêkanîna dadgehek navnetewî de, xebatên xwe di warê hiqûqî û dîplomasiyê bimeşîne û li ser hîmê tolrakirina fermanê hesabê bixwaze. Di dawiya kongreyê de hevpeymana TAJÊ û biryarên girîng bi guhertina amblema TAJÊ’yê hatin stendin û meclisek navendî ji hemû qadan a ji 31 jinan pêk tê, hate avakirin. Kongre bi çoşek mezin bi diruşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi serkeftî bi dawî bû.”

Biryarên hatin girtin

Biryarên ku di çarçovêya pêngava ‘Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser pêyan’ hatin stendin wiha ne:

  • Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatên cûr bi cûr ên akademî, rêxistinî, civakî, aborî, parastinê, siyasî werin berfirehkirin û ji bo şikandina tecrîdê tekoşîna radîkal were pêş xistin.
  • Da ku civaka êzidî bi pêşengtiya jinan bibe civakek exlaq û polîtîk û xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe, mezinkirina rêxistina TAJÊ’yê li ser hîmê avakirina meclisan û komînan were esasgirtin.
  • Ji bo rizgarkirina Şengalê ji her çar parçêyê Kurdistanê hevalên ku hatin, têkoşîn kirin û şehît ketin di şexsê heval Armanç Merdîn, Gulçîn Rojhilat û Evîn Dêrîk wek sembola bi ruhê fedaîtî li çanda koka xweyî kevnar xwedî derketin bê qebûlkirin.
  • Li hember fermana ku li ser jin û civaka êzidî pêk hat di şexsê hevalên Bêrîvan, Arîn, Nazê, Lava de wek sembola berxwedêrên jinên êzidî bên qebûlkirin.
  • Li dijî tundiya li ser jinan ên wek pirjinî, zewicandina di temenê biçûk de, qelend, kuştin, xwekuştin guhertina hişmendiya desthilatdariya zilam a serdest bi bilindkirina têkoşînê were avakirin.
  • Xebatên dîplomasiyê li ser hîmê avakirina eniya hevbeş a berxwedanê bi jinên Rojhilata Navîn û kêmnetewan mîna ereb, şîa, xiristiyan, asûrî, kakaî, zerdeştî, yarisan û hwd.werin xurtkirin
  • Ji bo fermana 73’an fermî wek qirkirina jinê were qebûlkirin û 3’yê Tebaxê bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinan xebatên heyî di warê dîplomasiyê û hûqûqî de werin xurttirkirin.
  • Doza ku li hemberî hikûmetan mîna yê Almanyayê ji ber bêdengiya li hemberî hemwelatiyên wan ên çeteyên DAIŞ’ê hatin vekirin xurttir werin şopandin û meşandin. Girêdayî vê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di çarçovêya dadgehek navnetewî bên darizandin bi mîsyona pêşengtî xebatên wê xurttir bên meşandin û hesabên fermanan were pirsîn.
  • Li dijî siyaseta penabertî xurtkirina xebatên vegera welat bi ruhê sefeberiyê derbasî meriyetê bibe.
  • Da ku jinên êzidî xwe bigihînin nasnameya xwe ya aborîzana heqîqetê ji bo pêşxistina aboriya komînal xebatên mîna kooperatîfan hwd.werin pêş xistin.
  • Ji bo rizgarkirina tevahî jinên û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo pêşaroja wan a azad li axa pîroz mîsoger bibe Navendên Tedawîkirina Trawmayê bên avakirin û xurttirkirin.
  • Xebatên zanist û ronakbirî di derbarê jinên pêşeng mîna Zarîfe Ose, Dayê Zêro, Meyan Xatun, Sîtya Nîsra, Stîya Ez, Stîya Neqşa û her wekî din werin destpêkirin û di beşên çand û hûner, ragihandin, civîn û perwerde de bên rojevkirin. Berhemên wê wek pirtûk werin çap kirin.
  • Li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinên ciwan ên êzidî bi taybetî li qadên Ewropayê li tevahî kampên penaberan ên mîna li başûrê Kurdistanê tên meşandin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên êzidî were avêtin. Da ku jinên ciwan ên êzidî li ser hîmê nirxên xwe yên olî û çandî, bi nasnameya xwe ya jinê û ciwanî bibe xwedî vîna azad xebatên di aliyê siyasî, civakî, parastinê, perwerde, çand û hûner, werzîşî xebat bên xurttirkirin. ŞENGAL
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar