Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

TAJÊ: Êrîşên dewleta tirk berdewamiya fermanê ne

Jinên êzidî li ser rewşa dawî ya Şengalê û êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê ji Iraq û saziyên navneteweyî re name şand û ev tişt parve kir: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê berdewamiya fermanê ne. Bêdengî û bêhelwestiya hûkmeta Iraqê li hemberî êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li ser Şengalê tê wateya rewakirina van êrîşan.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê name ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Awropayê re şandin. Di nameyê de êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin û hat zanîn ku parastin mafekî rewa ye û ev êrîş berdewamiya fermanê ne.

Nameya jinên êzîdî wiha ye:

“Civaka êzidî xwedî çand, bawerî û dîroka kevnar a hezaran salan e, civakek demokratîk û aştîxwaz e. Cîhan dizane di dîrokê de heya niha civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye, bi dehan ferman ji aliyê Osmaniyan ve li ser civaka me pêk hatine. Fermana herî dawî di 3’yê tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Wekî tê zanîn di vê fermanê de bi deh hezaran mirovên êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin, zarok mirovên êzidî dîl ketin destên çeteyên DAIŞ ê û heya niha çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha bi sed hezaran koçber bûn, bi hezaran kes di gorên komî de hatin veşartin. Bêguman ji bo civaka êzidî xwe ji fermanan biparêze sîstema xwe ya Rêveberiya Xweser ava kir, hêzên xwe yên parastinê YBŞ’ê, YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxan, sazî û dezgehên xwe ava kirin.

Ji ber ku 74 ferman li serê me rabûn, baweriya civaka me bi tu hêzên derve nayê. Em dizanin ku ew ê nikaribin parastina hebûna me bikin. Ji bo her gelekî ku metirsiya ferman û komkujiyan li ser heye, xweparastin dibe mafekî rewa. Em dixwazin balê bikşînin ser vê xalê ku sîstema Rêveberiya Xweser bi destûra Iraqê re bi nakok nîn e û ne li dijî destûra Iraqê ye. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li serê civaka êzidî hat rakirin, heya roja îro dewleta tirk bi sedan caran bi balafirên şer û dironan Şengalê bombebaran kiriye û sûcên şer kiriye. Mirovên sivîl di nav de jin û zarok hatine hedefgirtin. Hêzên me yên parastinê YBŞ’ê, YJŞ’ê ku ji keç û xortên civaka Şengalê êzidî û ereban pêk tên, 10 sal in axa xwe û civaka Şengalê ji fermanan diparêzin. Her wiha cihên me yên pîroz bûne hedefa dewleta tirk.

Di dema dawî de ku em nêzî salvegera rizgarkirina Şengalê dibin, di rojên 24 û 25’ê cotmehê de dewleta tirk bi tundî êrişî Şengalê kir. Encama êrîşên dawî yên dewleta tirk li ser Şengalê wiha ne: Bi Balafirên şer û yên bê mirov 16 cih, 20 caran hatine bombabarankirin. 6 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in ji hêzên parastinê YBŞ ê, 2 birîndarên sivîl jin û zarokek, 2 malên gel hatin bombebarankirin, 2 cihên pîroz ên êzidiyan hatine hedefgirtin, 2 tankên avê û şahînek şaredariyê ku xizmeta gel dikirin hatin hedefgirtin. Van êrîşên dewleta tirk bandorên neyînî li ser civaka me dikin û nahêlin birînên civaka êzidî yên fermana 2014 an bên pêçan. Her wiha êrîşên dewleta tirk ên li ser civaka êzidî li Şengalê li dijî mafên mirovan in. Di heman demê de ev êriş qirkirin e û berdewamiya fermana 2014’an e. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) van êrîşên dewleta tirk ên hovane bi tundî red dikin, ji ber aramiya herêmê xirab dibe û em van êrîşan metirsiyek cidî li ser civaka Şengalê dibînin di heman demê de metirsî li ser tevahî Iraqê ye.”

Em bi bîr dixin ku Şengal parçeyek ji Iraqê ye û em hemwelatiyên Iraqê ne, erk û berpirsyariyên hikûmeta Iraqê li hemberî civaka êzidî û civaka Şengal heye. Bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Iraqê li hemberî êriş û kiryarên dewleta tirk ên li ser Şengalê tê wateya rewakirina van êrîşan. 10 sal di ser trajediya fermanê re derbas bûn civaka êzidî li bendê ye ku hikûmeta Iraqê jenosîdê û Rêveberiya Xweser bi fermî nas bike. Lewre em dibêjin 74 fermanên ku li serê civaka êzidî hatine rakirin ne kêm in, bila careke din civaka êzidî û civaka Şengalê nebin qurbanê berjewendî û şerên deshilatdariya dewletan. Di dawî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û zagonî li hemberî civaka êzidî û civaka Şengalê pêk bîne. Demildest qada ezmanî ji balafirên dewleta tirk a li ser Şengal re bê girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar