Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TAJÊ: ‘Xelasî bi saya hêza fikrê Rêber Ocalan pêkane’

TAJÊ konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ ku bi beşdarbûna 350 delegeyan li dar xist. Jinên beşdarî konferansê bibûn gotin: "Rola Rêber Apo ya di ruxandina zilma li ser jinan de teqez e, lewra têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê bilindtir bikin."

Doh li  Şengalê Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên êzidî û ereb hate lidarxistin. Jinên êzidî ku xwe ji nav pençeyên DAIŞ’ê xilaskirine, dîwarê zilmê hilweşandine û ji bo tevahiya jinên Iraqê bûne mînak. Jinên êzidî ne tenê ji bo parastina xwe, ji bo belkû ji bo Şengalek xweser û azad her wiha ji bo Iraqek demokrat, têkoşîn û pêşengtiyê dikin.

Di konferansa doh de jinên êzidî ji gelek bajar û bajarokên Iraq, başûrê Kurdistanê û derveyî welat, jinan li derdora fikrê Rêber Abdullah Ocalan kom kirin. Çalakvan û endamên rêxistinên jinan derbarê hêza jinên êzidî de ji Rojnews’ê re axivîn û diyarkirin ku azadî mafê herî bingehîn yê jinên êzidî ye û pêwîste hikûmeta Iraqê piştevaniya jinên êzidî bike.

‘Em bi têkoşîna jinên êzidî keyfxweş dibin’

Çalakvana jin Wişa Egêlî ku ji parêzgeha Mîsan a Iraqê beşdarî konferasnê bûye, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser têkoşîna jinên êzidî ya ji bo azadiya xwe û wiha got: “Ev cara duyemîne em têne Şengalê. Em dibînin jinên êzidî xwe dibin navê TAJÊ’yê de rêxistinkirine û ji bo azadiya jinê têkoşîn dikin. Ya ku jinên êzidî dixwazin ne tiştekê zehmete, ev mafê wan ê bingehîne. Em bi wê keyfxweş dibin, dema jinên êzidî ji bo yekgirtina Iraqê kar dikin.”

‘Divê Iraq piştevaniyek xurt li jinên êzidî bike’

Wişa Egêlî da zanîn ku dema ji derve li ser ragihandinê rewşa Şengalê dişopandin û piştî hatin ji nêzve jinên êzidî û rêxistina wan naskirin, pir pê serbilind bûn ku jinên ji destê DAIŞ’ê rizgarbûne ji bo azadiyê têkoşîn dikin.

Wişa Egêlî herî dawî bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi hemû hêza xwe piştevaniya civaka êzidî, bi taybet jinên êzidî bike.

‘Fikrên Rêber Apo azadiya jinan mîsoger kir’

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê Bano Helebceyî jî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku ev konferans ji bo civaka êzidî bi taybet ji bo jinên êzidî ku li ser fikrê Rêber Apo xwe rêxistinkirine û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîqaş dikin, gelek giring û bi nirxe. Bano Helebceyî got: “Bi dirêjiya 5 hezar salane jin rastî zilmê tên, lê ger ku em niha dikarin konferansek wiha li ser fikrê Rêber Apo li darbixin, ev pêngavek mezin û dîrokî ye. Ji ber ê bikare azadiya jinan mîsoger bike Rêber Apo ye. Jin di niha de bûye xwedî şoreş, bi pêşengtiya jinan dijmin têk diçe û di hemû aliyên jiyanê de pêşengtiyê dike.”

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

Bano Helebceyî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku fikrê Rêber Apo kariye li hemberî sîstema sermayedar a ku niha tevahiya cihanê dagirkiriye, derbikeve û wiha domand: “Ev fikrê Rêber Apo ku li hemberî vê sîstemê derketî, hemû netew dikarin vî fikrî ji xwe re esas bigirin û xwe rêxistin bikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye, divê ji her kesî zêdetir jin têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku bi rojbûna Rêber Apo re jin ji nû ve dayikbûn, jinan xwe ji zilmê xilaskirin û ber bi azadiya xwe ve meşiyan. Li vir kombûna hejmarek zêde ya çalakvan û rêxistinên jinan ji tevahiya Iraqê û derveyî welat, peyama hêza fikrê Rêber Apo dide her kesê ku jinên êzidî karîne xwe bi vî fikrî rêxistin bikin û ji her derê jinan derdora xwe kom bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar