Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Takor Zerdeşt: Ji bo azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek

Takor Zerdeşt diyar kir ku ger ji bo azadiya Rêber Apo hêza xwe nekin yek, wê ev rewş sibe bibe şermezariyek mezin ji bo her kesî û wiha got: “Divê ji beriya her tiştî pêngavên xwe ji bo azadiya Rêber Apo yek bixin.”

Rêber Apo bi komployeke navdewletî radestî dewleta tirk a dagirker hat kirin, 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Rêber Apo zêdetirî 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dewleta tirk a dagirker di kesayeta Rêber Apo mirovahiyê tecrîd dike. Ji bona wê gelê kurd bi berdewam dibêje ku azadiya Rêber Ocalan, fikrên wî û pirsgirêka kurd bi he ve girêdayîne û ji hev nayên qutkirin.

Çalakvanê siyasî Takor Zerdeşt derbarê girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan a ji bo çareseriya doza gelê kurd de nerînê xwe anî ziman. Takor Zerdeşt behsa xiyanet û êrişên dagirkeriya dewleta tirk a li ser gelê Kurd kir û got: “Newroza îsal di rewşek hestiyar de derbas bû. Dijmin bi hemû hêza xwe gihiştiye asta hovîtiyê. Xeta xiyanetê jî bûye hevkarê dijmin. Sîstem û partî di lûtkeyê de xiyanetê dikin, bêy ku şerm ji dîroka kurdan bikin.”

Di dewamê Takor Zerdeşt anî ziman ku Rêber Apo 25 sal in di jêr tecrîdê de ye û wiha axivî: “Ger em hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo nekin yek, wê ev rewş sibe bibe şermezariyek mezin ji bo her kes û hemû kurdan. Divê ji beriya her tiştî pêngavên xwe ji bo azadiya Rêber Apo yek bixin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Takor Zerdeşt diyarkir: “Azadiya Rêber Apo, pirsa çareseriya doza gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi he ve girêdaye  û her tişt di kesayeta Rêber Apo de hatiye zindanîkirin. Ji ber wê bi azadiya Rêber Apo wê gelên Rojhilata Navîn jî azad bibin.”

Takor Zerdeşt di dawiyê de jî got: “Rêber Apo 30 hezar laperên dîroka nenivîsandî nivîsiye. Fikrên Rêber Apo ji bo azadiya gelan û baweriyek demokrat bi xwe vê rastiyê nîşan dide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar