Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di salvegera Raperînê de wiha axivî: “Heta ku em her çar parçeyên Kurdistanê nekin yek dê nekarîn xeyalên şehîdan pêk bînin.”

Bi boneya salvegera Raperîna başûrê Kurdistanê, li Ranyayê merasîm hat lidarxistin. Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî di merasîmê de axivî û got ku gelê Kurdistanê 32 sal berê rejîma herî xedar a li Kurdistanê têk bir û ev serhildan ji bo gelê kurd û azadiya Kurdistanê bû destpêkek.

Bafil Talabanî diyar kir ku bi qasî tê xwestin rêz ji xwîna hatiye rijandin re nehatiye girtin û wiha got: “Lê bi qasî tê xwestin rêz ji xwîna me rijandibû re nehate girtin. Ev bû 2 sal ku YNK hewl dide valahiya ku hikûmeta çêkiriye tije bike. Em, tevahiya hewldanên me ji bo parastina yekitiya Kurdistanê ne. Heta em nebin yek û çar parçeyên Kurdistanê bikin yek, dê nekarîn xeyalên şehîdan pêk bînin.”

Bang li PDK’ê kir

Bi domdarî Talabanî wiha bang li partiyên siyasî yên kurd kir: “Em vê rojê weke firsendekî bi kar bînin û destê aştiyê dirêjî hev bikin. Em naxwazin Herêma Kurdistanê bibe du parçe. Gelê me ji bo vê herêmê xwîna xwe rijand, me jî ava kir. Em daxwaza edaletê dikin. Ji bo ku em bikarin xizmetê ji gelê me yê li her çar parçeyan bikin, em bang li her kesî dikin.”

Herî dawî jî Talabanî ev bang li PDK’ê kir: “Heke daxwaza we jî ev be, wê demê em amade ne. Lê heke daxwazeke we ya bi vî rengî nebe, wê demê hûn dê zirarê bibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar