Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Tangên tirkan û DAIŞ’ê li nava Dihokê ne!

Dema qale Kurdistanê tê kirin, çar parçeyên vî welatê wêranbûyî tên ziman û dema qale parçebûnê dikin, dewletên ku kurdistan dagir kirine tên bilêvkirin. Dewlata tirk, Îran, Iraq û Sûriye. Ev dewletên ku bi dabeşkirina Kurdistanê digihêjin hev ku kurdan di rêjeya rekem de ji xwe re dijmin dibînin û bi her awayî dixwazin bitepisînin, bifetisînin û qir bikin. Ev dewlet û kesên ku xwe beşek ji sîstema wê dibînin, bi her awayî dijminatiya Kurdan û vê erdîngariyê kirine û dikin. Li van parçeyên Kurdistanê jî her li dijî vî dijminî serî hatiye rakirin û Serhildan çêbûne. Ji şoreşa Agirî, Sêx Seîd, Seyîd Riza bigre heta Qazî Mihemed li bakur û rojhilat, raperên xelkê Başûr heta bi şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava ji bo parastina axa vî miletî bedel hatine dayîn. Li hemberî dagirkeran her berxwedan hebûye lê îro çi diqewime ku dagirker destê xwe li ba dikin û derbasî Dihoka başûrê Kurdistanê dibin?!

Berî demeke ne zêde dûr, dengê Amerîka raporek belav kir ku vaye dewleta tirk bi sedan tang û leşkeran derbasî nava axa başûrê Kurdistanê Dihokê bûye û li ser riyan bendên kotrolê danîne û nasnameyên kurdistaniyan kontrol dikin. Piştî çend rojan ji van agahiyan û dîmenên ku li her deverê belav bûn ku gelek gund ji ber tevgera dewleta tirk vala dibin, berdevkên wezareta Hundirîn ên hikumeta Hewlêrê û Bexdadê derketin û daxuyaniya çapemeniyê dan. Erê, lê ev daxuyanî ne ji bo ketina dewleta tirk a Dihokê bûn lê belê şanoyekî ku amade kiribûn pêşkeş kirin. Sê kesên ku bi rengekî sosret çavên wan girêdabûn û bi çongan xistibûn erdê hebûn û bi wê re jî gotinên hîn sosret kirin! Berî her tiştî dema min ew dîmen dîtin, yekser rêbazê DAIŞ’ê yê girtina êsîran ket bala min. Her wiha sedemên vê derketinê û sînaryo jî piştî ku daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn zelal bûn. Ji bo xelk li hemberî dagirkeriya tirk û hevkariya Hewlêrê bi wan re bertekan nîşan nedin, şewatên ku li bazarên başûr çêdibûn xistin istûyê YNK’ê û PKK’ê û gotin ev ên girtî jî tewanbarin. Lê tevî ku komên ser bi dewleta Tirk ve ev şewat girtibûn ser xwe ku wan kiriye, Hewlêrê ev daxuyanî xwend. Ya rast ev daxuyanî bi wan hat xwendin.

Her wiha piştî du rojan ji vê daxuyaniyê, vê carê Serokê ” Herêma Kurdistanê” Ku hemû teslîmî dewleta tirk kirin û niha jî Dihok, derket pêşiya çapemeniyê û vê carê got ku ne YNK’ê li PKK li pişt şewatên bazarên li Hewlêr, Dihok û Kerkukê ye lê bi yek gotinê jî qale ketina dewleta tirk a Dihokê nekir ku çima û çawa û li ser çi bi wan re li hev kirine.

Ez dixwazim vê yekê jî bi bîr bixim ku beriya 2019’an bazara kevin a Hewlêrê wekî Bazarên niha dişewitin hat şewtandin û paşê nehat eşkerekirin ev şewat çawa derketiye û kî li pêye. Piştî demekê ji Bûyerê ez li Hewlêrê bûm û min pirsa vê Bazarê kir. Yên li wir ku rewşê dişopînin gotin ku ev şewat ji aliyê Mafiya û bazirganên ser bi PDK’ê û Tirkiyeyê ve hat kirin da dikanên firoşkaran ji wan desteser bikin û li şûna wan mol û markêtên mezin ava bikin. Yanî, ew bi destê dewleta tirk û Mafiya erdan hatibû kirin û ya niha jî bi heman rengî bi armanca feqîrkirina milet û koçberkirina wan tê kirin.

Ya niha tê kirin ew e ku Dihok radestî dewleta tirk tê kirin û ew bi destê PDK’ê tê kirin û ji xwe kurdistan ne di xema wê de ye. Dema pir erd li wan teng bibe, ew ê yên xwe serkêş dibînin xwe û zarokên xwe rakin û berê xwe bidin Amerîka yan jî Ewrûpa ku berê mal û milkê wan û pereyên wan di Bankên van welatan de hene. Wekî çawa di dema DAIŞ’ê êrîş kir de, ew ê kurdistaniyên li nava gund û zeviyan bê çare di destê wan dagirkeran de bên hîştin. Ji xwe YNK’ê jî ragihand ku dewleta tirk çeteyên DAIŞ jî bi xwe re anîne Dihokê. Berî ku rê li ber rewşeke wiha vebe, pêwîste di sêrî de ragihandin bi zimanekî xurt û bi awayekî hîn zêde balê bikşîne ser vê meselê. Her wiha bi her awayî û her kes di riya xwe re vê dagirkeriyê rezîl bike. Mesele ne tenê dagirkirina bajarekî Kurdistanê ye, lê mesele çarenûsa miletekî û parçeyekî welatê me ye.

Nûçeyên Têkildar