Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Taşçier: Li qadan yekitî ava bûye êdî dora siyasetê ye

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier diyar kir ku ji ber guherînên li Rojhilata Navîn, hewldana avakirina yekitiya neteweyî ya di sala 2013’an de pêk nehat. Taşçier da zanîn ku niha hemû cîhan banga yekitiyê li kurdan dikin û wiha got; ‘Li qadan ruhê yekitiya kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekitiyek pêş bikeve.’

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) di 5’ê kanûnê de bi rojeva ‘Yekitiya neteweyî’ li Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê civiya bûn. Têkildarî xebatên yekitiya neteweyî û girîngiya yekitiya neteweyî parlamenterê HDP’ê yê Amedê  Îmam Taşcier axivî.

Îmam Taşçier anî ziman ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya kurdan bi hevpeymana Sykes Picot hate parçekirin û wiha got: “Ji dîrokê ve herdemê tê gotin, ger kurd yek bûna, ev bûyerên diqewîmin ne dihatin serê kurdan. Ev rastî di dîrokê de derdikeve pêşberî me. Ger ku dema Şerê 1’emîn ê Cîhanê de kurdan yekitiya xwe ava bikira, îro nedibûn çar perçe. Ji wê demê heta niha jî kurdan her demê xwe parçe parçe dît. Dijminên gelê Kurdistanê ev yek li ser kurdan da ferzkirin. Lê belê kurdan ev parçekirin tu carê di dil û mejiyê xwe de qebûl nekir. Bi tirk, ereb û farisan xwestin çand û hebûna kurdan bidin guherandin. Lê belê tu carê ev polîtîkaya serdesta bi serneket. Ji dîrokê heta niha herdemê yekitiya neteweyî daxwaza gelên Kurdistanê ye.”

‘Yekitiya kurdan li qadan ava bûye êdî dor dora yekitiya siyasetê ye’

Di berdewamê de jî Taşçier diyar kir ku kurdan li qadan yekitiya xwe ava kiriye û wiha pê de çû: “Li qadan ruhê yekitiya kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekitiyek pêş bikeve. Kurdan yekem car yekitiya xwe li Kobanê ava kir. Dîsa li Başûr piştî êrîşên li ser Kerkûk û êrîşên li ser daxwaz serxwebûna Başûr jî kurdan yekitiya xwe çêkir. Îro dîsa êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin û gelê kurd li qadan bûye yek. Îro mejî û dilê hemû kurdan li Rojava bi hevre lê dide. Li cihekê dema kurd bi ser bikevin ev keyfxweşiya tevahiya kurdan e. Dema ku kurd li cihekê jî binbikevin tevahiya kurdan bindikevin. Ev yekitî di nava gel de hatiye avakirin. Li çar perçeyên Kurdistanê gel bûye yek. Divê em vê yekitiya gelan bi mekanîzmayê ve girê bidin. Divê em ji cihê ku Kongreya Neteweya Kurd lê mabû berdewam bikin. Divê em êdî yekitiya neteweyî ava bikin. Em Yekitiya Neteweya Kurd ava bikin em dikarin van êrîşên li ser xwe bişikînin.”

‘Hemû cîhan banga yekitiyê li kurdan dikin’

Bi domdarî jî Taşçîer bi lêv kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi banga Mesut Barzanî û Celal Talabanî di sala 2013’an de pêşengên kurdan li Hewlerê kom bûn û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd xebat hatin meşandin. Taşçier da zanîn ku ev xebat di nava çar mehan hate meşandin û wiha berdewam kir: “Divê xebatê de komîsyon û lijne hatin avakirin. Di vê komîsyonê de 21 kes hebûn. Di wê serdemê de xebateke bi qîmet hate birêvebirin. Lê çar meh piştre ev xebat bi ser neket. Çima? Birastî siyaseta Rojhilata Navîn hate guhertin. Êrîşên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn zêde bûn. Tevahiya hêzên emperyal berê xwe dabûn herêmê û ji herêmê daxwazên wan hebûn. Di vir de yekitiya kurdan li hesabê wan nedihat. Ji ber vê yekê ev xebat li cihê xwe de rawestiya. Îro dem ew deme ku hemû cîhan bang li kurdan dikin ku yekitiya xwe ava bikin. Kurd li Rojhilata Navîn pêşengtiyê dikin. Divê serdemê de jî divê em yekitiya xwe ava bikin.”

Şandeyeke din dê biçe Hewlêrê

Herî dawî jî Taşçier ev tişt destnîşan kir: “Sê meh berê di nav de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di navde, şandeyek çû Herêma Federal a Kurdistanê û bi partî û saziyan re hevdîtin kirin. Me li wir girîngî û wateya yekitiyê parve kir. Her kes yekitiyê dixwaze. Em dixwazin vê xebatê veguherînin mekanîzmayekê. Tişta ku îro kurd dijîn wekî dubareya salên 1924’an e. Ger ku em nebin yek û derfetên heyî baş nenirxînin, xetere mezine. Daxwaza kurdan a azadiyê heye. Ji ber vê divê em bi lez û bez yekitiyê ava bikin. Em dixwazin her kes bi reng û nasnameya xwe li ser vê axê bijîn. Divê di aliyê rêveberiyê de jî em di bin sîwana yekitiyê de lihev kom bibin. Me partiyên kurdan ji bo yekitiyê gav avêtiye. Em hatine astekê. Em niha partiyên kurd ên Bakur gihiştine ramaneke hevpar û me deklarasyonek aşkera kir. Demek berê me dîsa şandeyek şand Başûr û bi mijara yekitiyê civiyan. Weke HPD û partiyên kurd em ê di rojên pêş de bi heman rojevê biçin Hewlêrê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar