Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Taşçier: Polîtîkaya Nêçîrvan Barzanî rê li ber şerê birakujiyê vedike

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier diyar kir ku ya ku dewleta tirk niha li Xakûrkê dike, dagirkerî ye. Taşçier bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li dijî vê dagirkeriyê rexne kir û wiha got: “Polîtîkayên demkî yên Nêçîrvan Barzanî, zirarê dide yekitiya kurdan. Barzanî bi polîtîkaya xwe re rê li ber şerê birakujiyê vedike. Ya esasî divê ew e ku kurd bi helwestekî hevpar li dijî dagirkeriyê sekna xwe nîşan bidin.”

Êrîşa dewleta tirk a ji bo dagirkirina herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê ku di 27’ê gulana îsal da dest pê kiribû, didome. Bi destpêkirina êrîşê re jî di navbera hêzên gerîla û artêşa tirk de şerên giran diqewimin. Hewldana dagirkirinê ya dewlet tirk, ji hêla gelê kurd ve jî rastî bertekên tund tê. Lê balkêşe ku hê jî hikûmeta başûrê Kurdistanê têkildarî vê dagirkeriyê helwesta xwe zelal nekiriye. Têkildarî mijarê, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, ji MA’yê bi Ozgur Paksoy û Mehmet Şah Oruç re axivî.

Îmam Taşçier got ku dewleta tirk 25 salin li dijî başûrê Kurdistanê êrîşên xwe didomîne û ev tişt destnîşan kir: “Tirkiye her tim herêmê bombebaran dike lê tu encam bi dest nexistin. Ev dagirkeriye û hewl didin herêmekê kontrol bikin. Dagirkeriyeke mîna ya li Efrînê ye. Ji ber vê divê gelê Başûr, rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê, partiyên siyasî yên herêmê û saziyên civaka sîvîl, li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin.”

‘Dagirkerî tenê pirsgirêka partiyekî nîne’

Di berdewamê de jî Taşçier da zanîn ku bapîrê serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Mele Mûstafa Barzanî di sala 1945’an de ji bo parastina Komara Kurdistanê, bi 2 hezar pêşmergeyan re ji başûrê Kurdistanê derbasî bajarê Mahabadê bû. Taşçier wiha domand “Mahabad li Rojhilat bû lê dîsa jî çû. Ji ber vê yekê jî ev dagirkerî nayê qebûlkirin. Divê rêveberiya başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li dijî vê dagirkeriyê bisekinin. Ev ne tenê pirsgirêka partiyekê ye. Ev pirsgirêka Kurdistanê ye. Hemû parçeyên Kurdistanê, Kurdistan e. Kîjan cih bê dagirkirin, ev dibe pirsgirêka hemû Kurdistanê. Ji bo vê jî helwestekî hevpar pir girînge.”

‘Polîtîkayên Barzanî zirarê dide yekitiya kurdan’

Taşçier daxuyand ku Neçîrvan Barzanî li gorî polîtîkayên demkî tevdigere û wiha got: “Ev yek zirarê dide yekitiya gelê kurd. Divê Barzanî ji bo berjewendiyên neteweya kurd tevbigere. Dema ku DAIŞ’ê êrîşê Kerkûkê kir, PKK li dijî êrîşan rawestiya û destûr neda ku DAIŞ başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji ber ku ev pirsgirêkek neteweyî ye. Polîtîkayên Barzanî bi rêve dibe, dê veguherin şerê ‘birakujiyê.’ Em naxwazin di nava partiyên kurd de şerê ‘birakujiyê’ derkeve. Pirsgirêka gelê kurd a bingehîn, yekitiya neteweyî ye. Divê hemû partiyên kurd ji vê re xizmet bikin. Divê ne birakujî, Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê. Di van rojên wiha de divê kurd bibin yek û li dijî dagirkeran têbikoşin.”

‘Diviyabû Barzanî cîhan rakiribûya ser pêyan’

Di dawiyê de jî Taşçier wiha got: “Kurd kengî bibin yek, wê demê dê li Rojhilata Navîn bibin xwedî statû. Di dema referandûmê de rêveberiya Başûr êrîşên li dijî Kerkûkê dîtin. Her çar parçeyên ku Kurdistan dagir kirin, bûn yek. Tirkiyeyê bi birçîhiştinê re gef li kurdan xwar. Îranê Haşdî Şabî xist dewrê. Sûriye û Iraqê jî êrîşî Kerkûkê kirin. Ji ber vê, divê rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be. Li dijî dagirkeriyê diviyabû heta niha Barzanî cîhan rakiribûya ser pêyan. Lê bêdeng e. Ev nayê qebûl kirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar