Parlamentera HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr di hevdîtinên bûdçeyê de bertek nîşanî girtina rojnameger Azîz Oruç da û wiha got: “AKP her kesê li dijî xwe, weke terorîst pênase dike. Ji ber vê jî li vî welatî ‘terorîst’ pir in.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dirayet Taşdemîr di Lijneya Giştî ya Meclisê de li ser bûdçeya Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê axivî. Taşdemîr di axaftina xwe de bertek nîşanî polîtîkayên li dijî jinan û tundiya polîsan a li ser jinan da.
Taşdemîr diyar kir ku AKP hemû kesên dijberî xwe weke ‘terorîst’ pênase dike û wiha domand: “Mîna Mûrat Kaya ê li gundê Mûşiyan ê Dutaxê hatiye qetilkirin, mîna hunermendê ku Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirtî û mîna rojnameger Azîz Oruç ê ku ji ber nûçeyên xwe bi sûcên giran tê pênasekirin. Ji ber vê jî ‘terorîst’ pir in. Peyva diyarker a vê sedsalê ye. Di dawiya dawî de li welatî hemû kesên li dijî we derdikevin, li dijî we têdikoşe, siyaseta we rexne dike û xebatên muxalefetê dimeşîne dê rojekê bibin ‘terorîst’.” ENQERE