PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Taşdemîr: Em ê destkeftiyên jinan mezin bikin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û hedef girtina pergala hevserokatiyê û diyar kir ku çi dikin bila bikin dê destkeftiyên jinan mezin û xurtir bikin

Meclisa Jinan a HDP’ê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna xwe lidar xist. Di destpêka civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de berdevka Meclisa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser bûyerên dema dawî.

Taşdemîr diyar kir ku jin li dijî tayînkirina qeyûman xwedî li pergala hevserokatiyê derdikevin û li dijî feraseta qeyûman têkoşîna xwe didomînin.

Di axaftina xwe de Taşdemîr anî ziman ku HDP di 7’ê hezîranê de wekî hêviya gel derket holê û wiha domand: “Dixwazin pergala yek zilamî ava bikin. Em jin û HDP li hemberî vê pergalê hêza herî mezin in. Di hilbijartina 31’ê adarê û 23’yê hezîranê de ev hêz li Tirkiye û Kurdistanê derket holê. Di encama vê yekê de em îro tev şahidin ku piştî vê yekê partiya me HDP kirin hedef.”

HDP pêşengtiyê dike

Taşdemîr da zanîn ku HDP li dijî pergala yek zilamî pêşengiyê dike û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku partiya me li dijî vê pergalê ye herî zêde li dijî partiya me êrîşan zêde dikin. Dîsa li Rojava di pêşengiya jinan de rêveberiya demokratik tê avakirin. Ji ber vê yekê jinan dikin hedef. Li dijî siyaseta jinan êrîşek mezin heye. Bi taybetî bi êrîşên DAIŞ’ê li Şengalê bazara koleyan a jinan ava kiribûn. Jinên êzidî hatibûn revandin. Me ev yek hişmendiya li dijî jinan pênase kiribû. Îro em dibînin li Efrîn û Ezazê jî bi heman rengî bazara koleyan tên avakirin. Ev yek dijminantiya li dijî jinan û kurdan e. Sedema vê yekê jî krîza ku îro AKP di nava de ye. Li Tirkiyeyê krîza aborî pir kûr e. Her roj bi dehan jin li kolanan bi hovîtî tên qetilkirin. Êrîşî kurdan û jinan dikin û dixwazin krîza aborî veşêrin. Îro li hemû saziyên dewletê dizî û nelirêtî heye. Xesp heye. Rizînek heye. Lê jin li dijî faşîzmê bi salan in têdikoşin. Li dijî şer her diçe xwe xurt dikin. Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê her ku diçe xwe xurt dikin. Em destûr nadin şer û tecrîd jiyana me dorpêç bike.”

Dê encamê nestînin

Her wiha Taşdemîr destnîşan kir ku êrîşên li dijî HDP’ê dê encamê nestînin û wiha bi dawî kir: “Bi tayînkrina qeyûman vîna gel nas nekirin. Ev ne tenê desteserkirina şaredariyê ye. Bi vê yekê dixwazin li Kurdistanê mafê bijartin û hilbijartinê ji destê me bigirin. Dibêjin em mafê we yê bijartin û hilbijartinê nas nakin. Ji ber vê yekê mêtîngerî siyasî ye. Medyaya alîgir bi komployê kumpas ava kir. Hevşaredarên me yên Pasûr û Qereyaziyê bi vê komplo û kumpasê hatin girtin û vîna gel xesp kirin. Lê ew çi bikin bila bikin em ê destkeftiyên jinan mezin bikin û xurt bikin.” ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar